NEVROZ Û WATEYA PÎROZ

Gelê kurd ji bo pîrozbahiya NEVROZÊ bi coşeke bê hempa li qada newrozê civiyan bal hev û wekî heman salên borî dîlan û seyranê jiyan.

Gel bi kombûna li bal hev li bajarên cûda de di nevroza îsal de du daxûyanî ragihand tevahî cîhanê û taybetî dewletên dagirkerdan.

Daxûyanî a yekemîn di nevroza îsal de bi coşeke girsehî li qada NEVROZÊ gel lê civiyane bal hev hate pîroz kirin. 
Gelê kurd careke din xwasteka serxwebûnê û jiyaneke bi rûmet li ser xaka welatê xwe ragihand tevahî cîhanê.

Ji hersalên borî pirtirî hêvî û gumana jiyana li ser xaka welatê xwe bi berxwedan li qada nevrozê amade kirin û bûne pêşengê sazî û rêxistinan.

Rastî gelê kurd wekî referandûma 25 îlona 2017 de li başûrê kurdistanê pêk hatibû, dûbere wî coşa berxwedana serxwebûn daye teze kirine û li qada nevroza îsal de ji dagirkerdên xaka welatê xwere gotin idî bese.
An bihevra jiyaneke bi rûmet û anjî ji xaka kurdistanê bi cehnemin derkevin.

Lewra sîstema rêvebertiya dewletên dagirkerd têk çûnin û wen tu wextê li gelê kurd bi çavên mirovahî û hemwelatiyê nenirxandinin.

Daxûyanî a duyemîn bangê li tevahî rêxistin, sazî, rewşembîr û siyasetmedaran dikin.
Bangawazî bi zimaneke eşkere û bi berxwedana li himber zordariya celadadan, dibêjin ji bo wejî idî bese, an aşitiyek navxweyî û sazkirina bi nirxên netewî werin bal hev bibin yek deng.

Lewra yek misûbetekî ji hezar nesîhetan rûmetiriye. Dagirkerd li ser xaka tevahî heremên kurdistanê ji bo desthilatdariya xwe biparêzin, dikevin her qilifan bi bîr û bawerî gel dixapînin.

Bi her halû karê de xûyaye ku gel idî ji dagirkerdan re dest danayne û bi mirinê berxwedan dide.

Hêvîdarim ku rêxistin û siyaset gohdarî deng û banga gelê kurd dikin. Ji doh derengtirî û ji îro zûtirî li bal hev komcivîn bibin biryara doza serxwebûn û yekîtiya netewî bi biryar derkevin pêşberê gelê kurd. 

Behçet Ateş: 23-03-2019

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest