JİYAN GELÊ BÊ PARASTİN

Di cîhanê de pir gelê bê parastin û bê biryara daxweza vîna xwe a azad dijîn henin. Ji wan gelana taybetî gelê kurd û herwaha gelek gel di herema afrîqaydejî henin. Mirov an wekî kesayetî û anjî bi civakî dema bê parastin be, çavên her hêzên bi qûwet û bi nirxin ji bo berjewendiyên xwe li gelê bê hêz û bê parastinin.

Dû şerê cîhanê a yekemîn virde, di rojhelata navîn de tu wextê şer ranewestiyaye. Dewletên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe taybetî gelê bi girêdey baweriya bi îslamê ne wekî kefşa qada şer pêkanînin. Gelê kurd û xaka welatê kurdan bi destên dewletên navnetewî û taybetî bi projeyên dewleta Fransa û înglîza dû herba cîhanê a yekemîn de bi çar perçeyan perçe kirin û li her heremekî kurdistanê rêvebertiyên payir bi navê dewletan bi destê zorê ve derdestî kirine ûheremên kurdistanê bûye qada şer û xûwyîna mirovan dirijînin.

Dewletên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe, taybetî bi destên rêvebertiya dewletên dagirkerd dema çekên modern û bi teknolojiya nû derdikevin li heremên kurdistanê li ser civaka gelê kurd pêk tînin. Bê guman gelê kurd ji van pêkhatinan bi xeberdarin. Lê pir mexabin ji ber sedemên ku bê hêzin û bê arteşeke di qada navnetewî a yekîtiya gelan de hatibe nasîn wekî erka artêşa KURDİSTAN nehatiye qebûlkirin û gelê kurd bê parastin manin. Taybetî dû jihevda ketina pêvajoya aşîti a devleta tirkiyê û civaka gelê kurd ji sala 2015 den virda li ser civaka kurdan şerekî bê qûral û dijwartîyek bê exlaqî pêktînin.

Pir mexabin dema mirov di mala xwe de bê aqûbet be û gotina mirovan yek gotarbe zarokên di kolanan de dileyzinjî dikarin li mirovan zorê bikin. Civaka gelê kurd ji ber sedemên bê tifaqî û bê yekîtiya netewî, arteşa dewletên dagirkerd bi kêfa xwe pêkanînên kirêt bi serê gelê kurd pêk tînin. Di jiyana mirovahî de dema mirovekî jiyana xwe ji dest da lazim mirov ji bo cenaze rêzdar bin.

Lê pir mexabin dewleta tirkiyê bi rêvebertiya partiya akp va tu qanûnên di qada navnetewîde ji bo mirovan jiyan qûtsale û mirîjî bi rêzikên rêzgirtin were bin ax kirinê û taybetî li gora baweriya gelê wî were bin axkirinê. Lê mexabin artêşa tirkiyê bi pêkanîneke hovane xizmên cenaze û cenaze bixwe bi ecireke dijwartî pêkanînan pêk tînin.

Mirov dema nikariba zaroka xwe û ango miriyên xwe li gora çanda baweriya olî binax neke û ji ciranêne xwe serxweşiyê negre gelo kîjan hêst dikare pîvana wî jana bi ecir bipîve û mirov pîsîkolojiya wî dikeve kîjan asteke xerav. Dema mirov jiyana xwe ji dest da serxweşî ji bo malbat û xizmên wî ji bo her mirovan mafêkî xweza û mirovahî ye.

Dewleta tirkiyê bi destûra rêvebertiya akp tu qûralê jiyana mirovahî nasnakin û wekî dehaq fraûn jiyanê li gelê tirkiyê û taybetî li gelê kurd li herema bakûrê kurdistanê de wekî zebaniyên dojehê jiyan li gelê kurd dohehjiyîn kiriye.

Behçet Ateş: 30-03-2019

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest