CİVAK Û NİRXÊN NETEWÎ

Civakên ku bûne dewlet bi zimanê netewa xwe pejirîne û pêjda ketinin ji cehaletê dûr ketinin zane bûnin.

Dewleta gelê wî dewlemende bi kilîta perwerda zimanê xwe dewlemend bûnin û bi aborî polîtîk çand huner û herwaha netewa xwe di asta herî jorde dîroka xwe bibîr anînin û zane bûnin.

Dema civak bi saziyên devletê bi rêxistin be, ew civak mezin bûnin û destkeftiyên gotina rêvebertiya siyaseta gerdûniyêjî bi zimanê civaka dewleta xwe bûne xweyî mafê rêvebertiyê di qada navnetewî de.

Civaka ku bi zimanê xwe biaxafin gelê wî civakê nezan bejî, bes ji koka Netewa xwe dûr nakevin. 
Pêşeroja wî civakê dibe tespît û hebûna netewa wan.

Bi zimanê dagirkerdan zanebûn tespîta perwerda xwe bi zimanê dagirkerdan kiriye nîşan dide.
Bes siyaset û zanistiya bi zimanê dagirkerdan tesîra ji netewa xwe dûrketinê re rê vedike. Lewra zimanê netewa wî ji zimanê xwendin û akademîk a lêkolîn û axaftinê dûr dikeve.

Sedemên ku civaka gelê kurd bi sedsalane berxwedan dide û bedelên pir giranbiha û bê empa danibinjî bes negihîştine endcama dewlet û weyê mafê civakî ê xweza.

Zanebûna bi zimanê dagirkerdan bi salane gelê kurd ji bindestiyê xelas nekiriye û heta sedema ji fikr û ramanên netewî dûrketinê re rê vekiriye. 
Sîyaset polîtîka û birdoza çepgirt gelê kurd ji zanebûna netewî dûr xistiye û tesîra zimanê dagirkerd bûye wekî ava şêlû rê liber gelê kurd û taybetî kesên netewî tarî kiriye.

Idî bese şerme guneye. Xweda zagona zanebûnê ji bo tevahî zimanan yek teraziyêde wekî şane di mêjiyê mirovan de daye. 
Ewên ku xwe bi zimanê dagirkerdan pêjda xistine tenê xwe xapandine û ji gelê xwe dûr ketine.

Vegerin nava gel bi çanda netewa gel û nasnama gel bi zimanê gel bipejirînin ji civakê re bibin pêşengî siyaset û polîtîka bikin.

Civak bi zimanê netewa xwe û rêxistinên civakî pêjda dikeve û zana dibe. Zarokên vî civakê heta ferê zimanê biyanî bûn temenê wanjî kurtbûne.

Sîyaset polîtîka bi zimanê dagirkerdan tu wextê nehiştiye civak xwe naske û ji cehaletê xelasbin. Dîsa dibêjim, idî bese guneye û şerme xwe û vî civakê bi zimanê dagirkerdan nexapînin.

Civak li bonda hêviya astarê cehaletê dûrketinê û qetandinê ye. Rêveberên ku pêşengiya civakê dikin ger bi zimanê civaka xwe xwe neguherînin li gora qanûna Xweda sûçdarin.

Zanebûyîna netewî bi nirxên netewî pêjda dikevin û zarokek bigrin ber çavên xwe û ew zaroka heta hînê zimanê biyanî dibe, di nevenda du zimanan de heta dibe kesek bi feyde temenê wî xwe dide dora çilî.

Bê guman pir ziman zanebûn dewlemendiye ji bo civakê . Bes mirov bi nirxên netewa xwe perwerde be û bixwaze ji bo civaka xwe bibe kesek bi feyde, lazime zimanê netewa xwe pir baş ferbe ku, ji civakê re bibe kesayetiyek bi feyde.

Dewleta tirkiyê dewleteke payêrvanê dewletên navnetewîne û lewra sedsale di nava şerdaye û her çiqasa di qada şerde manin wqasa mezinbûne.

Dewletên navnetewî dema komala tirkiyê ava kirin ji bo berjewendiyên xwe, wekî payêrê rojhelata navîn û asya afriqayê bi pir gelan di binê sîwana tirktiyê de komela tirkiyê damezirandin.

Dîsa dibêjim zanebûna bi zimanê netewa xwe, rêya xelasiyê ji civakê re vedike û dibe dewlet. Bê guman dema Kurdistan wekî dewlet avabû ewê komên wekî eşîr û şêxjî ji cehaleta feodal dûr bikevin û dibin kom û kesên bi feyde ji civakê re.

Tevahî dewletên pêjda ketî zanebûyînên wan li ser hîmê nirxên netewî pejirînin û mezin zane bûnin.


Behçet Ateş: 05-05-2019

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest