Nefsa Emare çî ye?

Nefsa Emare ew e; ku tim dixwaze tiştên bi zirar bike, meyîldarê gunehan ne, ji bona ku xwe bigihîne tiştên li xweşiya wê diçe, sînoran nasnake, tim li pey şehwet, kêf û ´eşqa dunê ye. Dema nefsa meriv tê lîstikên şeytan û hevalbendên wî, bi her awayî dixwaze ku bandora xwe li temamê ´ezayê canê meriva bike. Eql û îrada meriva dîl digire, wekî nexweşiyeke dikeve nav ruhiyeta mirovan, eqlê selîm û fitreta selîm ji rêya rast derdixe.

Bi awakî din ”nefsa emare” neyarê meriva ye û dixwaze ku meriv li hemberî Rebbê xwe serî hilde û hemû tiştên wî heram kiriye bike. Netîca vî karî jî ew e; ku meriv misteheqê xezeba Xwedê dibe û cezayê wî jî cehenem e.

Xwedê di sureyê Yusûf di ayeta 53 da wiha behsa nefsa emare dike:

وَمَا أُبَرِّئُ نَفْسِي ۚ إِنَّ النَّفْسَ لَأَمَّارَةٌ بِالسُّوءِ إِلَّا مَا رَحِمَ رَبِّي ۚ إِنَّ رَبِّي غَفُورٌ رَحِيمٌ

(Jina ´Ezîzê Misrê got) Ez nefsa xwe bêrî nakim ku (min guneh nekiriye) Bêguman ji bilî ya ku Rebbê min lê hatiye rehmê, nefs pirr xirabîxwaze. Birastî Rebbê min gunehveşêrê bi rehm e.

Li gora vê ayeta pîroz, çiqas tiştên ku dilê nefsa meriva biçê, bêyî ku li sînorê helal û heram binêre, nefsa meriva ya emare dixwaze bike. Lê ew nefsa ku Rebbê Alemê lê hatibe rehmê ew ne tê da ye.

Bêguman Xwedê neyarê kesekî ji ´ebdê xwe nîne, ew kesê bixwaze fermanên Xwedê tim li ser jiyana wî desthilatdar be, Xwedê jî alîkariya wî dike û lê tê rehme. Bi vî awayî ew xwe ji tiştên heram diparêze.

Lê ew kesên bibin dîl û ´evdalê nefsa xwe ya emare û tim peyrevê rê û şopa şeytanê l´enetî bin, digel ku riza Xwedê bi karê wan tene jî, dîsa wî karî ji wan ra meyser dike. Ji ber ku ew kesên têgihîştî û xwedî aqil in, wan ew rêya hilbijartiye û tu kesekî ew mecbûrê wê rêya gemar nekiriye.

Lewra Xwedê di sureyê Tewbe di ayeta 111 da wiha ferman dike:

 إِنَّ اللَّهَ اشْتَرَىٰ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ أَنْفُسَهُمْ وَأَمْوَالَهُمْ بِأَنَّ لَهُمُ الْجَنَّةَ 

Bêguman Xwedê, di berdêla ku cenet ji wan ra be, ji muminan malê wan û canê wan kiriye.

Ew kesê ku nefsa xwe di berdêla cenetê da firotiye Xwedê; temamê ´ezayê canê xwe ji bona riza Wî bikar tîne. Yanê; mejûyê xwe, ruhê xwe, hisiyatên xwe, fikr û hizrên xwe li gora rêya ku Xwedê laîqê wî dîtiye dixebitîne.

Kesên wiha, dikare bi rehm û keram Xwedê xwe, ji defik û filbaziyên nefsa emare bi parêze.

Feyzullah Yalçîn 2019-05-10

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest