Nefsa Lewame


Nefsa lewame ew e: Meriv hem di mijarên xêrê û hem jî di mijarên şer da, li nefsa xwe lome dike û poşman dibe; ku çima gava firseta min hebû min karê qenc û baş hê zêdetir nekir û her wisa ji kar û kirinên xwe yên ne li rê û ji gunehên xwe poşman dibe. Ji ber wê jî xwe şermezar dike, ji nefsa xwe hesab dipirse û dema gunehên wî tên bîrê xemgîn dibe dibêje; xwezî min ev karên pîs û gemar nekira.

Sê cure nefs hene..

Nefsa emare, nefsa lewame û nefsa mutmeîne, lê nefsa mutmeîne jî du qism in.

Di nivîsa pêşîn da, me behsa nefsa emare kiribû. Di vê nivîsê da, em ê li ser nefsa lewame bisekinin û gava Xwedê bibêje erê, em ê behsa du qismên nefsa mutmeîne jî bikin û ji we ra binivîsînin.

Xwedê di sureyê Qiyamet di ayeta 1-2 da wiha behsa nefsa lewame dike:

وَلَا أُقْسِمُ بِالنَّفْسِ اللَّوَّامَةِ لَا أُقْسِمُ بِيَوْمِ الْقِيَامَةِ

Naxir, (ne wekî ku hûn dizanin) Ez bi roja Qiyametê sond dixum û naxir, (dîsa ne wekî ku hûn dizanin) Ez bi nefsa lewame; bi nefsa ku loma li xwe dike sond dixum.

Gelo Xwedê bi nefsa lewame sond xwariye an na? Li ser vê mijarê di nava mufesiran da devjenî heye. Hin ji wan dibêjin; ku وَلَا ”wela” ya ku li ser nefsa lewame hatiye, ”la” ya nafiye ye; yanê neyîniye û hin ji wan jî gotine naxêr ”la” ya qesemê; yanê ya sondxwarin ê ye.

Li gora ku îbnî Kesîr di tefsîra vê ayetê da radigihîne; ku Hesenê Besrî gotiye: Xwedê bi roja Qiyametê sond xwariye, lê bi nefsa lewame sond nexwariye. Lê li gora îmamê Qetade, Xwedê hem bi roja Qiyametê û hem jî bi nefsa lewame sond xwariye.

Her wiha derbarê m´ena nefsa lewame da, dîsa di nava mufesiran da nêrînên ji hev cihê henin. Taberî dibêje; nefsa lewame ew e; ku di mijarên xêr û şer da li xwe loma dike. Yanê loma li xwe dike; ku çima min dema xwe vala derbaz kir, ez li pey tiştên pûç û betal geriyam û min zêde xêr û bêr nekir. Her wisa lome li xwe dike, ku çima karê ne li rê û tiştên guneh kiriye.

Hin ji mufesiran jî kotine; nefsa lewame ew a, ku tenê derbarê gunehên xwe da loma li xwe dike. Mucahîd û xwediyê Keşafê îmamê Zemexşerî dibêjin; nefsa lewame nefsa kesên muteqî ye. Gava firseta kirina tiştekî qenc û beşa  dikeve desta, ji wê firsetê îstifade nake, loma li xwe dike û xwe şermezar dike ku çima min karê qenc û baş nekiriye. Her wisa gava gunehên wî dikeve bîrê, poşman dibe ku çima karê ne li rê û guneh kiriye.

Dema meriv li tevaya Qurnê dinihêre meriv dibîne; ku tişta Xwedê pê sond xwariye, li ba Wî bi qîmet û rûmet e û xwestiye ku bala mirova bikişîne ser, ji ber wî jî bi wan sond xwariye. Bi vî awayî em dibînin; ku Xwedê bi nêrînekî erênî li nefsa lewame mêze kiriye.

Lewra mexsed ji nefsa lewame ew e, ku piştî ji gunehên xwe poşman dibe, li xwe vedigire,  berhmên jiyanê wê hê qenctir û baştir dibe.

Xalekî din ya divê em pê bizanibin, ji nefsa kesên sax ra tê gotin nefsa lewam e. Dema kesekî dimire û rastiya ciyê ku wê biçê li axretê bi çavên serê xwe dibîne, ew jî ji f´el û ´emelên xwe poşman dibe, lê poşmaniya wan tu fêdekî nade wan. Ji ber ku kesê mirî, êdî derfetê wî tune ku karê qenc û baş bike. Lê nefsa lewame ew a; ku piştî ji mêjdem-maziyê xwe yê rind û xirab poşman dibe, xwe baştir dike û karên qenc û baş dike.

Em dikarin ferqa di navbera nefsa lewame û ya nedame da wiha şîrove bikin.

Xwedê di sureyê Furqan di ayetên 27 û 28 da wiha ferman dike:

وَيَوْمَ يَعَضُّ الظَّالِمُ عَلَىٰ يَدَيْهِ يَقُولُ يَا لَيْتَنِي اتَّخَذْتُ مَعَ الرَّسُولِ سَبِيلً يَا وَيْلَتَىٰ لَيْتَنِي لَمْ أَتَّخِذْ فُلَانًا خَلِيلً

Roja ku yê zalim herdû destên xwe gez bike û bibêje; xwezî min digel Resûl rê bigirta. Xwelî li min be; an jî wax li halê min be, xwezî min filan kes ji xwe ra nekira dost.

Li gora vê ayetê kesên li pey rêç û şopa Pêxember neçûne roja Qiyametê poşman dibin û dibêjin; ´ezab ji min ra be, min çewa bi Pêxember bawerî neanî û li pey rêç û şopa wî neçûm. Belê ev nefsa hanê jî poşman bûye, lê ne wekî nefsa lewame ye û nikare ji nû ve xwe rast û durust bike.

Xwedê di ayeta 29 ya heman sureyê da, sedemê poşmaniya wan wiha zelal dike:

لَقَدْ أَضَلَّنِي عَنِ الذِّكْرِ بَعْدَ إِذْ جَاءَنِي ۗ وَكَانَ الشَّيْطَانُ لِلْإِنْسَانِ خَذُولً

Sond be piştî Quran ji min ra hat, wî ez jê şaş kirim û şeytan jî ji bo mirovan ruswakar e.

Li gora van ayetên pîroz, mirov li axretê ji gelekî tiştên ku li dunê kiriye poşman dibe, yek ji wan jî meriv ji dost û hevalên xwe yên nebaş ên bê dîn û bê îman poşman dibe.

Wisa tê zanîn ku Xwedê di van ayetên li jor da, behsa rewşa wan muslumanên; ku pêşî îman anîne û paşê heval û dostên wan ên nebaş ew ji rê derxistine û birine kufr û delaletê, dike.

Kesên wiha jî poşman dibe, ku çima bi dînê Îslamê bawer nebûne û li gel Pêxember nebûne rêheval. Lê poşmaniyeke bê fêdeye.

Îjar gava em vegerin ser mijarê; divê kesên mumin hertim karibe ji nefsa xwe hesab bipirse, ji kirinên xwe yên nebaş poşman bibe û lome û gazinan ji nefsa xwe bike; ku çima hê bêhtir karê qenc û baş nekiriye.

 Feyzullah Yalçîn 2019-05-16

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest