Maskeya Biratiya Derew Ewha ye: Behçet Ateş

Dewletên ku îro li gelan zext û zorê dikin bi girêdey koka netewa xwe nînin û xaka ku liserê dewlet saz kirine xaka netewa wan nînin. Lewra bi dijwarî û şerekî kokbir bê eman bikar tînin.

Devleta tirkiyê li ser xaka civaka gelê kurd û hinekjî herema civaka lazan û her waha cîhê ku berê pêncsed salê rom lê dijiyan bi desthilatdariya osmaniyan ve hatiye derdest kirin avabûye. Tirkiyê di binê sîwana komela tirkiyê de civaka kurd, laz, çerkez, abhaz,gurcî, rom, ermen, boşnak, alban, terekmen û tirkên ku ji asya navînde ji moxilistanê hatine nava civaka gelê kurd û hinek gelê ku anha navê wan nayêt bîra min hatiye saz kirin.

Di destpêka avakirina komela tirkiyê de gelê kurd li himber bê dadiya devleta tirkiyê serî rakirin û lewra di wî demêde diyarbû ku mafê gelan wekhevî nayêt bi par kirin û kurd bûne hedef ji tevahî hêzên navnetewî ê ku biryar dane ji bo saziya komela tirkiyê re.

Ji ber sedemên mafê dewletên navnetewî dewleta tirkiyê bi pilan û projeyên hêzên navnetewî û bi piştgirîya aborî û çekên modern li himber gelê kurd şerê ku gelê kurd ji tevahî nurxên netewî û civakî were kokbirkirin şer tête bikar anîn.

Bes heta anuha yek dewletên navnetewî ji devleta tirkiyê re aciziya ku zext û komkujiya bi serê civaka gelê kurd tête bikar anînre deng dernexistinin. Civaka gelê kurd lazime berê her rojan şer bikin û xwe bidin kuştinê, ji teknolojiya îro feyde bivînin zarokên xwe bi xwendina zaningehanve perwerde bikin. Civaka ku ji astarê nezantiyê xelas nebin û dîroka netewa xwe baş fernebin ew civak di binê tesîra dewletên desthilatdaran de entegre dibe û ji koka netewa xwe dûr dikeve.

Gelê ku di cîhanê de bi nasnama xwe tête nasîn bi girêdey xaka xwe ye, netewa xwe ye û bi çanda civakê û girêdey dewlemendiya ser erd û binerde, bi zimanê xwe va axaftin û perwerda xwe dikin tête nasîn. Li gora qanûna dewletên navnetewî mafê gerdûnî ê civaka ku lê zext û înkarî hate kirin, ew dewleta desthilatdare û lazime desthilatdartiya xwe ji ser xaka wî civakê ji parade bikşîne.

Lê sîstema rêvebertiya devletên desthilatdar têkçûne û ji civakê re her rojan bê bersiv dimînin jî, bes dewletên navnetewî nayêt hesabê wan ji bo çareseriya pirsa civaka derdest kirine re çareserî bivînin û li komkujiyan re bûne temaşevan. HDP her çiqas xwe bi piştgiriya civaka gelê kurd bi parêze û bide nasîn jî, bes fikr û ramanên wan bi eşkere girêdey komala kemalîst a tirkiyê va ye.Lewra HDP bi zimaneke zelal û eşkere dibêje em pertiyeke tirkiyê ne.

Lê ji her partî û dewletan mezintirî Xweda cc le. Dema maskeyên desthilatdaran were xarê Xweda cc bi destê wan maskeyên wan datîne û mêjiyên wan ê qiler veşartî derdixe pêşberê wan. Wekî vî weneyê hanê. Bila bala her kesên ku bi girêdey nirxên netewa gelê kurde bi baldarî balê bikşîne ser vê weneyê. Bû sed sale va devleta tirkiyê dijmintiya ji bo kokbir kirina gelê kurd bi dijwarî şer dike. Pir baldarî balê bikşînin ser vî weneyê yek nûnerekî ku civaka gelê kurd temsîl bike dinav vî weneyê de nîne û diyare dibêjin em civaka gelê kurd nasnakin û di binê sîwana komala tirkiyê de qebûl nakin.

I Hinekî rewşembîr ên wekî Edîp yuksel û partiya HDP herwaha PKK xwe ji fikrên biratiya gelan û konfederalîzma gelê rojhelata navîn dûr nexistinin û dibêjin dewleta ku îro li ser hîmê netewî were ava kirin dibe wekî komala tirkiyê û dewleta îsraîl, çawa li gelê kurd û palîstînê zext û komkujî bikar tînin, ewjî dibin ji van dewletana yek.

Gelê kurd heta nebe dewlet û bi netewa xwe va neyêt nasîn tevahî dewletên cîhanê wekî îro dibin temaşevan li komkujiya gelê kurd. Ji ber sedema bê dewletî civaka gelê kurd bi nirxên netewî û tevahî erkên civakî neyêt parastin.

Lewra pir hewceye ku gelê kurd li ser xaka gelê xwe dewleta Kurdistan’ê ava bike, ger gelê kurd nebe dewlet bi tevahî nirxên xwe ên civakîva hinda dibe û ji koka gel dûr dikeve.

Behçet Ateş 19-05-2019.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest