Jiyanekî bêtirs û bêxemginî

XDi dunê da du tişt ji bona mirovan hîmê esasî yên jiyanê ne.

Yek: Tirs e

Dudu: Xemgînî ye


Xwedê Te´ala di gelekî ayetên Quranê da, behsa jiyanek bêtirs û bêxemginî dike. Di ayeta li jor da, Xwedê ji Adem, Hewa û şeytan ra dibêje; ji cenetê dakevin, dema min hidayet; rêya rast ji w era şand, îjar kî ji we bibe rêwiyê wê rêyê û li gora qanûn û nîzama min bijî, dê ne tirs li ser jiyana wî hebe û nejî wê xemgîn bibe.

Temamê dunyayê ji bona herdû têgehên li jor derbazbûn dixebitin ku dunyakî bêtirs û bêxemginî ava bikin.


Hema bigire piraniya serok û rêberên ku pêşengiya dunyayê dikin, bi rêyên şaş û bi metodên xelet lê dixebitin ku jiyanekî bêtirs û bêxemginî ava bikin.

Çiku meriv nikare bi rêyên nerast û bi metodên gemar, xwe bigihîne, armancên pak û pîroz.

Di berdêla di rêya Rabbê xwe da biçin hem li dunê û hem jî li axretê bêtirs û bêxemgînî bijîn, dan peya hewa û hewesiyên dilê xwe, bûna dîl û ´evdalê nefs û şeytanên xwe, ji ber wê jî dunya kirine gola xwînê.

Xwedê ji sedî sed garantî dide û dibêje; eger hûn bidin pey hîdayeta min; yanê baweriyê bi Muhemmed Pêxember bînin û li gora Quran a ku min daxistiye bijîn, hûn ê nebitirsin û nejî xemgîn bibin.

Lewra Xwedê di ayeta sûreyê Yunus a 62 û di sureyê Zuxrûf di ayeta 68 da, roja Qiyametê ji welî û ´ebdên xwe yên salih ra dibêje; îro ne tirs ji bo heye û ne jî hûn ê xemgîn bibin.

M´ena vê ayetê wiha ye; roja Qiyametê bi tenê Xwedê hakim û qaziye û ew di milkê xweda li ser her kesî desthilatdar e. Di rojekî wiha da, tu talûke li ser nefsa muminan tune û ew xemgîn jî nabe.

Îjar di ronaya vê ayetê da, ew kesên li vê dunê li ser navê dînê Îslamê tevdigerin, gava dibin desthilatdar û îxtidar dikeve destê wan, divê ewleyî û aramiyê bidin her kesî. Divê her kesekî bizanibe û di ruhê xwe pejin beke; ku ew di ewleyî da dijî û tu tirs û xeterekî li ser jiyana wî tune.

Her wiha divê ji ber bê ´edaletiya extidarê xemgîn nebin. Dema berpirsên dewletê du benditiyê bikin navbera hemwelatiyên xwe, terefekî ji hemû derfetên dewletê îstifade bikin û qismekî wê jî ji her tiştî bêpar bin, ev qismê hanê bi hisiyatên ku îxtidar li wan neheqiyê dike, heqê wan dixwin, xwe mezlûm û mexdûr dibînin.

Kesên zulum lê hatibin kirin û bi sedemên bê ´edaletiya rêverberan mexdûr bûbin, tim li hemberî desthilatdarên dewletê kîndariyê dikin û di her firsetê da dixwazin heqê xwe bi destê xwe bistînin. Ev yek jî dibe sedem ku anarşî û teror peyda bibe û rikberî û neyartî dikeve navbera çîniyên civakê.

Di nivîseka din da, em ê dibin ronaya ayetên Quranê da, li ser mijara psîkolojiyê bisekinin…

Feyzullah Yalçîn 2019- 05- 24

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest