Qîmeta ku Îslamê daye jinan F. Yalçîn

Bi qasî ku dînê Îslamê heq û hiqûq daye jinan û rêz û hurmet li wan girtiye, qet sîstem û îdeolojiyekî din maf nedaye jinan.

Di Îslamê da, jin weka sultana ne û îdare û xwedîkirina malbatê di navbera jin û mêran da nehatiye pervekirin. Perpirsiyarî tev yê mêr in û mêr di her warî da, mecbûr e ku temamê hewcedariyên jina xwe bîne cîh.

Gava jin bi dilê xwe bixwaze û karekî li gora ku layîqe û di hêza wê da be, dikare bi xebite. Gava jin keda xwe nede mêrê xwe, an jî ji bona xerc û mesrefa malê xerc neke, mafê mêr tuneye ku ji pera bixwaze.

Sîstemên ku bi navê demokrasiyê behsa maf û azadiya jinan dikin, jinan ji ´ebdîtiya Xwedê derdixînin dikin ´ebdê mirovan û wekî eşya pê ra miamile dikin. Xwedê di sîstema Îslamê da, bar daniye ser milên mêran û hemû xerc û mesrefa jinan li ser mêran ferz kiriye. Jiyaneke pir hêsan û aram kiriye para jinan.

Maf û azadiya ku sîstemên beşerî didin jinan, di destpêkê da û hê gava jin ciwan bin dibe ku li xweşiya wan biçe û li ber bayê hewa û hewesiya ciwaniya xwe bikevin û ew azadiye ku hêdî hêdî wan ber bi ´ebdîtiyê ve dibe, pir li xweşiya wan were û jê îstifade bikin.

Lêbelê di pêşe rojê da, wê pir bi zelalî pê bihesin ku çewa ciwaniya xwe ji boan tiştên pûç û vala xerc kirine û niha di destê wan da netiştekî heye ku xwe pê xwedî bikin û nejî malbata wan heye ku li ba wan bisitirin. Her wiha piştî ku pîr dibin, êdî ew der û dorên ku ji ciwaniya wan îstifade dikirin, berê xwe jê diguherînin û bi qasî pênc quruşan qedr û qîmetên jinan li ba wan namîme.

Gava em li der û dorên xwe baş binêrin û bi fikirin, wê rastê gelekî mînakan werin; ku kesê berê di civakê da naskiribûn, bi navê azadiyê bê sînor dijiyan û hatibûn lîstika dek û dolabên hewariyên demokrasiyê, di çe rwşeka belengaz da dijîn û çewa rezîl û ruswa bûne.

Çikû di sîstemên wiha da, para Xwedê û Pêxember tuneye, merhemt, şefqet û mirovperwerî li ba wan tuneye, her tişt berjewendiyên aborî û siyasi ye. Heta mirov ciwan bin, jê îstifade dikin, lê gava êdî bi kêrê kar û xebatên wan neyê, bêpûl, bêpere û bêxwedî dihêlin.

Ji ber wê ye, dînê Îslamê girîngî daye avakirina malbatê; ku dê û bav û zarok bi hev ra di malekî da bijîn, zarok di malbateke bi xêr û xweşî da werin perwerde kirin,  ji dê û bavê xwe exlaq û xwiyê qenc û baş hîn bibin ku ew jî bidin yên li pe xwe.

Gava meriva di ciwaniya xwe da, ji xwe ra hîmekî zexm danî û malbatekî qenc û baş avakir, dema merû pîr bû ket ber destan, wê çaxê zarokên meriva bi şefqet û merhemet li meriva mêze dike û di dema herî zêde ku îhtiyaciya dê û bav bixizmetê heye, wan xwedî dike.

Feyzullah Yalçîn 2019-05-26

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest