Xêr û xweşiya zewacê. F. Yalçîn

Xwedê Te´ala di sûreyê Nûr di ayeta 32 da, cewacê yek ji sedemê dewlemendiyê hesab dike û wiha dibêje; ew ên xizan bin, gava bizewicin, Xweda wan bi fedl û kerema xwe dewlemend dike.


وَأَنْكِحُوا الْأَيَامَىٰ مِنْكُمْ وَالصَّالِحِينَ مِنْ عِبَادِكُمْ وَإِمَائِكُمْ ۚ إِنْ يَكُونُوا فُقَرَاءَ يُغْنِهِمُ اللَّهُ مِنْ فَضْلِهِ ۗ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ

(Gelî muminan) Ezebên xwe, kole û cariyên xwe yên hatine xama zewacê-ji zewacê ra dibin, bi zewicînin. Eger ew xizanbin, Xwedê wan ji fedl û kerema xwe dewlemend dike. Xwedê, xwedan keremke berfireh û zanaye.


Em dikarin ji vê ayetê ”sê ders û şîretan” bigirin û hîn bibin.


Yekemîn: Digel ku xîtaba ayetê ji dê û bavan ra ye, her wisa ji giregir û rûspiyên civakê ra ew e; ku zarokên we yên azad ên ezeb in û jinên ku carekî mêr kirine û paşê hatine berdan, gava ji zewacê ra dibin; yanê astengekî ji bo zewaca wan tunebe, wan bizewicînin.


Di vê ayetê da, Xwedê behsa nîkaha ferz dike û ji dê û bavan dixwaze ku bibin alîkar û wan bizewicînin. Ji ber ku zewac sunet e, lê nîkah kirin ferz e.
Îmamê Bexewî di tefsîra vê ayetê wiha dibêje; mabest ji ew ên ku ji zewacê ra dibin, bila ji aliyê mezinan va bên zewicandin; kesê ku karin xerc û mesrefa zewacê bidin û hem jî taqeta wan ya zewacê hebe.

Lê kesê feqîr bin, divê ji aliyê civakê da werin fînansekirin ku karibin bizewicin.


Duyemîn: Kesên xizabin, wê Xwedê wan ji fedl û kerema xwe dewlemend bike. Yanê zewac yek ji rêyên dewlemendiyê ye. Ne feqîrî daîmi ye û ne jî dewlemendî. Kesên îro feqîr bin, dikarin sibê dewlemend bibin û dewlemed jî dikarin sibê xizan û perîşan bibin.


Lê di cavakê da, bi piranî xelk keçên xwe nadin kesê xizan û belengaz. Ji ber wê Xwedê fermanê li muminan dike; ku wan bi zewicînin. Kesê derfetê wî hebe jixwe wê bizewice, lê kesên xizan bin, divê ji aliyê dê û bavan da, gava dê û bav tunebe jî erk û wezîfe dikve ser milê giregir û rûspiyên civakê ku alîkariya aborî bide wan û ji wan sebebtiyê bike ku xortên xizan jî karibin bizewicin.


Sêyemîn: Dema tiştên li jor hatin nivîsandin ji aliyê dê, bav û rûspiyên civakê da nehatin pêkanîn, wê pirsgirêkên civakî derkevin, bê exalqî û tiştên nexweş di nava millet da peyda bibin; ku nikaribin pêşî lê bigirin.
Lewra mafî her ferdekî civakê heye; ku ji xêr û xweşiya jiyanê fayde bibîne û wê t´em bike. Ev jî barê ser milê kesên dewlemend, rêveber û ruspiyên civakê ye.


Feyzullah Yalcin 2019-06- 01

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest