LEYSOKÊN Bİ CİVAKÊ. B. Ateş

Civaka bi qîmetên xwe re ters bikevin, ew civaka têktere û lewra tim dibin pêleystok ji bo hêz û qûwetên veşartî û navnetewî. Van rojana bûye gotûbêj anjî mode heqareta li rêveberên olî û cangoriyên Kurdistan’ê ango bi ola civaka ku ji sedî nod bi girêdey yek olekiye.

Va heqareta ne li dijên dewletên dagirkerdanin ango dişibe ku mirov bijangên çavên xwe kil bikin, lê çavên xwe dirijînin û dûra bi porê serê xwe dikevin dikin axîn û ofîn bes bê feydeye. Dewleta îran’ê û împaratoriya osmaniyan di şerê bi navê çaldiranê de tête binavkirin de şesidhezar mirov têne kuştin û di dawiya vî şerê de ne ji gelê îranê û nejî gelê osmaniyan têne kuştin.

Dema şer bi dawî dibe dewleta îran’ê daxûyanî ya xwe de dibêjin me di vî şerê de kes hinda nekirine û herwaha dewleta osmaniyan jî heman daxûyaniyê didin, lewra kesên ku di şerde jiyana xwe ji dest didin kurdin. Mixabin diwî şerêde şesid hezar kurd jiyana xwe ji dest didin û va şera armanc û hedefa xwe şerê ji bo sûnîtî û şîatiyê bûye.

Dewleta îran’ê xwastiye kurd bibin şîa û osmaniyanjî xwastiye kurd bibin sûnî. Kurd’an jî ji bo ku ji xaka welatê xwe dûr nekevin berxwedana parastina xwe kirinin. Rastî van kêsên ku xwe zanyar û rewşembîr divînin û bi navê rewşembîrtiyê de êrişê baweriya civakê dikin, heman armancê ku kurd careke din ji bîr û baweriya xwe dûr kevin, an bibin Tirk û anjî Ereb, Ecem.

Bila bala tevahî zanyar, rewşembîr û rêxistinan bikşîne ku civaka gelê kurdistanê ji bêşîga tevahî dîn û baweriyan de tête. Destpêka tevahî olê ku semawî girêdey hunartina Xweda cc, de hatiye tevahî çevkaniyên dîrokî Mezopotamî yê nîşan dide û coxrafiya Mezopotamya jî xaka kurdistanê ye. Mirov dema ji jiyanê bê hêvî bibin û gumana wî bi koka darekî nemîne wî demê dibe êrişkar.

Lewra kesên isa ne dikarin berxwedan bidin û nejî dikarin ji civakê re xizmetê bikin, lewra xwe bi hinek fantaziyan dixapînin û rêya bê exlaqî ji cîwanên civakê re vedikin û dibin mînak.

Behçet Ateş: 06-06-2019

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest