Bela Bê Tifaqa Netewî B. Ateş

Jiyana gerdûniyê de hingî mirovahî jiyanê kefş kiriye heta anuha, tevahî gelê ku bi hêz û bûnin qûwet a yekgirtî bi aqubetin, ji bo parastin û rêz girtin a civaka xwe, qîmetê dane çand û sembolên nasnama netewa civakê.

Tevahî gelê ku bi netewa xwe xwe parastinin qanûnan xistine xizmeta civakê ango dewleta xwe, bi awayek dinê jî bawerî Dîn ango Ol ji bo şeklê jiyan û çanda netewî xwe pê parastine û her waha bûne hêz û qûwetên dewlemend. Diroka her civakê de kesên qenc û bi aqil ango mêjiyê xwe ji bo netewa dewleta xwe bi kar anînin hîmê sîstema rêvebertiya dewletê danînin û pir kêm kesan cesaret kirine hîmê wî rêvebertiyê hilşîne.

Bes her çiqasa şekl û modela rêvebertiyê ne ecibandibin jî, lê hewl dane hinekî sîstemê de guherandin çêbikin û ango pîne bikin, anjî hinekî xalên nû madelan ji bo jiyana sosyal aborî de guherandin çêbikin, lewra hebûna dewletê pêşberê her nirxên civakê mûhîmtirî girtine ber çevan.

Di tevahî dewletên cîhanê de pêşengiya dewleta arîstokratên civakê peşengî dikin, ango arîstokratê civakê dibe hîmê fikr û nirxên dewletê. Pir mexabin di her dema ku gelê kurd bûne qûwet ango rêberên ku rêvebertiya civakê girtine ser milê xwe, tim ketine nava nakokiyên birdozan û bê biryartiya hêstên ji bo Ol ango DîN û pêwistiya netewa civakê de sîyasetê de bê serkeftî manin.

Lewra ji bo ku di sîyasetê de anjî di dîplomasiya dewletan de serkeftî bin serî li fikrên arîstokratên civakê nexistinin û qîmetê nedane arîstokratan. Gelê ku bûnin hêz û qûwet berjewendiyên netewa xwe girtine ber çevan û civaka kurd’an di rojhelata navînde sîstema rêvebertiya civakê tim bi destê hevkaran hilşandinin.

Di tevahî cîhanê de gelê ku bûne dewlet bi nirxên netewî xwe parastinin û qîmetê dane civakê hîmê ji hev hezbikin ango tova aşitiya navxweyî danînin. Lewra îro pir dewlet henin hijmara gelê wî nîvê civaka kurd’an nîne bes di sîyaseta dewletande bûne aktorên polîtîk û xweyê mafê gotina sîyaseta pêşerojê.

Pir hewcedarî bi qomîteyek rêvebertiya aşitiya navxweyî bikin heye, ku lazime di demekî pir kinde semîner û panelên ji bo civak û hêstên hezkirina ji hev tova wî were danîn heye. Lazime ew kesên ku xwe arîstokrat divînin û anjî derbasî a jiyana wande çanda malbatî û arîstokratî heye ji para perdeyan derkevin bibin pêşeng. Lewra civak baweriya xwe bi arîstokratên civaka xwe tînin û alîkartiya wan dikin.

Behçet Ateş: 21.06.2019

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest