Birçî hîştin exlaqê kê ye? F- Yalçîn


Kesê dibêje; ez musluman im, anjî bi qasî misqalekî ji dînê Îslamê fêhm kiribe û pê bawer be, divê ji birçî hiştina mirovan kêf û zewqê negire, milletekî bi birçîbûnê tehdît neke û her wiha di dinê Îslamê da tiştekî wiha tuneye.


Dema herba Bedrê da, gelekî ji giragir û şûrkêşên muşrikên Mekê dîl ketin destê muslumanan, Pêxember (e.s) ferman da eshabiyan; ku xwarin û vexwarinê bide hêsîrên muşrik.


Hin ji eshabiyan bi vê fermana Pêxember ecêbmayî man û heta hin ji eshabiyan gotin ya Resûlellah vana ji bona kuştina me hatine, tu dibêjî; xwarin û vexwarinê bide wan?


Pêxember got: Xwedê ew bidîlî û ´evdalî kiriye bin destê we, dikarîbû hûn bikira dîlê bin destê wan. Ji ber wê fermanên dînê Îslamê ew e; ku ji kesên dîl û ´evdal ra rind tev bigerin û miamilên nelaîqê mirovane, bi wan ra nekin.
Di dîrokê de yê ku ji birçîbûna mirovan kêf û zewq hilanîne muşrikên Mekê û ehlê kufr delaletê ne, yanê ne exlaqê kesên dibêjin; em musluman in.
Gava Pêxember li Mekê dest bi teblîxê kir û hijmara Muslumanan hinekî zêdebûn, Muşrikên Mekê sê salan ambargo danîn ser wan, tu kesekî bi wan ra tîcaret nedikir û ji birçîbûna muslumanan pir kêf û zewq digirtin.


Her wiha wan wisa dizanîbûn; ku gava em muslumanan birçî bihêlên, wê ji dînê Îslamê vegerin. Lê vê miamila wan a nemirovî, musluman hê zêdetir li Îslamê germ kirin û bîr û baweriya wan hê xurtir û qewîtir kir.


Mixabin rayedarên dewleta Tirk, bi tayîbet îxtidara AKPê ya ku xwe muhefezkar hesab dikin, ji birçîbûna milletê kurd kêf zewqê digirin, milletekî bi birçîbûnê tehdît dikin, heya ji destê wan tê milletê kurd bêkar dihêlin û ji derfetên dewletê bêpar dihêlin.


Hema bigire hemû rayedarên dewleta Tirk, di bin navê PKKê da, neyariya hem hebûn, heq û huqûqên milletê kurd dikin.


Tenê yek dermanekî vê zulma hanê haye ew jî; divê milletê kurd li ser çi bîr û baweriyê dibin bila bibin, hev qebûl bikin û bi kêmasî di xalên muşterek da, bi hev ra hevkariyê bikin.

Feyzullah Yalçîn 2019- 09- 06

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest