Hukmê xeybetê. F. Yalçîn

Li gora Quran û suneta Pêxember (e.s) xeybet guneh e û hin ji zanayên dînê Îslamê di wê baweriyê da ne, ku paşgotinî ji gunehên mezin e û ez jî di wê baweriyê da me. Delîlê herambûna wê li jor bi kitakitî hat nivîsandin û em ê carekî din li vêderê ayeta Quranê û hedîsa Pêxember (e.s) binivîsînin.

Li ser vê mijarê Xwedê di sûreyê Hucurat di ayeta 12 da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اجْتَنِبُوا كَثِيرًا مِنَ الظَّنِّ إِنَّ بَعْضَ الظَّنِّ إِثْمٌ ۖ وَلَا تَجَسَّسُوا وَلَا يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضًا ۚ أَيُحِبُّ أَحَدُكُمْ أَنْ يَأْكُلَ لَحْمَ أَخِيهِ مَيْتًا فَكَرِهْتُمُوهُ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ تَوَّابٌ رَحِيمٌ

Gelî yên ku bawerî anîne! Xwe ji gelekî gumanan dûr bigirin, çikû hinek ji gumanan guneh in. Li ´eybê hev negerin û paşgotinya hev nekin. Erê ma kî ji we hez dike ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? Dilê we jê lihev dikeve. Li (hemberî helal û heramên) Xwedê birêz bin. Bêguman Xwedê tobe qebûlkerê birehm e.

Resûlê Ekrem silavên Xwedê lê be di hedîseke xwe da wiha dibêje:

عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُ، أَنَّ النَّبِيَّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ، قَالَ: هَلْ تَدْرُونَ مَا الْغِيبَةُ ؟ ” قَالُوا : اللَّهُ وَرَسُولُهُ أَعْلَمُ ، قَالَ: ” ذِكْرُكَ أَخَاكَ بِمَا يَكْرَهُ ”، قِيلَ: أَرَأَيْتَ إِنْ كَانَ فِي أَخِي مَا أَقُولُهُ ؟ قَالَ: إِنْ كَانَ فِيهِ مَا تَقُولُ فَقَدِ اغْتَبْتَهُ، وَإِنْ لَمْ يَكُنْ فِيهِ فَقَدْ بَهَتَّهُ         

Ji ebî Hureyre hatiye ragihandin ku Pêxember (e.s) got: Ma hûn dizanin xeybet-paşgotinî çî ye? Gotin: Xwedê û Resûlê Wî çêtir pê dizane. Pêxember got: ”Xeybet gotina wê tişta ku li xweşiya birayê te naçe”. Hate gotin: Gava ew tişta ku ez dibêjim; di birayê min da hebe, tu wê çewa dibînî? Pêxember got: Tişte ku tu dibêjî gava tê da hebe, te xeybeta wî kir, lê gava (tişta ku tu dibêjî) tê da tunebe, te boxtan lê kir[1].

Îmamê Qurtubî radigihîne; ku pirên zanayên Îslamê li ser wê yekê mitefiqin; ku xeybet yek ji gunehên mezin e. Lewra xwarina goştê heywana mirarbûyî heram e û ji gunehên mezin e. Her wiha Xwedê di Quranê da ferman dike ku kesê xeybetê bike, her wekî goştê birayê xwe yê mirî xwaribe, îja gava goştê heywana mirî heram be, wê çaxê goştê merivê mirî jî heram e. Ji ber wê jî, dema xeybetkirin her wekî meriv goştî miriyan bixwe, wê demê xeybet ji gunehên mezin e. Lê Xwedê ji her kesî çîtir pê dizane.

Dibe ku kesekî bibêje; heyra xeybet ne gunehê mezin e, lewra di hemû millet û civakan da heye û pir berfirehî li her derê belvbûye. Ma wê çewa gunehkî wiha, ji gunehên mezinb e?

Di bersîva wan da em dibêjin; belavbûn û berfirehbûna gunehkî, wê mezin anjî piçûk nake. Dema Xwedê ew şibandibe xwarina goştê kesê mirî, wê demê di wê da hîkmetekî heye ku Xwedê xeybet şibandiye xwarina goştê kesê mirî. Divê her muminekî ji ba xwe da, pêşî li vê nexweşiya civakî bigire û xelkê ji mezinaya gunehê wê agahdar bike.

Derbarê vê mijarê da çend hedîsên Pêxember:

عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ رَضِيَ اللهُ عَنْهُ قَالَ: قَالَ رَسُولُ اللَّهِ صلى الله عليه و سلم لَا تَحَاسَدُوا، وَلَا تَنَاجَشُوا، وَلَا تَبَاغَضُوا، وَلَا تَدَابَرُوا، وَلَا يَبِعْ بَعْضُكُمْ عَلَى بَيْعِ بَعْضٍ، وَكُونُوا عِبَادَ اللَّهِ إخْوَانًا، الْمُسْلِمُ أَخُو الْمُسْلِمِ، لَا يَظْلِمُهُ، وَلَا يَخْذُلُهُ، وَلَا يَكْذِبُهُ، وَلَا يَحْقِرُهُ، التَّقْوَى هَاهُنَا، وَيُشِيرُ إلَى صَدْرِهِ ثَلَاثَ مَرَّاتٍ، بِحَسْبِ امْرِئٍ مِنْ الشَّرِّ أَنْ يَحْقِرَ أَخَاهُ الْمُسْلِمَ، كُلُّ الْمُسْلِمِ عَلَى الْمُسْلِمِ حَرَامٌ: دَمُهُ وَمَالُهُ وَعِرْضُهُ

Ji ebî Hureyre Xwedê jê razîbe hatiye ragihandin, ku Pêxember (e.s) got: Hesûdiya hev nekin, heqê hev bi dilreşî û nehqî wenda nekin, ji hev xwî nekin, pişta xwe bi hev da nekin (yanê; ji bona mal û tiştên dunê, ji hev nexeyîdin û bila dilê we ji hev nemînin û rikberiyê bi hev ra nekin), bazarê li ser kirîna birayê xwe nekin, (dema kesekî tiştekî kirî hûn jî neçin li ser wî zêde nekin û nekirin, kirîna wiha heram e).  Hûn bibin´evdê Xwedê û bibin bira. Musluman birayê muslumana ye, nehqiyê lê nake û (desteg û alîkariyê jê nabire) û wî bi tenê nahêle. Ne jê ra derewan dike û ne jî wî pîs dike-pê henek û îstihza dike, teqwadarî di vir da ye- û sê caran îşaretê singê xwe kir (lewra dilê meriva ciyê hezkirin, rehmet û şefqetê ye). Wekî xirabî têra meriva dike; ku birayê xwe yê musluman (bi neheqî) pîs bike û heqaretê lê bike. Ji her muslumanekî ra, xwîn, mal, şeref û namûsa muslumanan heram e[2].

Her gotinekî vê hedîsê bi serê xwe mijarekî qirase ye. Heya ji me were em ê bi kurtî behsa hin têgehên ku di hedîsê da hatiye bikaranîn bikin.

  1. لَا تَحَاسَدُوا La tehasedû: Pêxember (e.s) dibêje; ji hev hesûdî-çevnebariyê nekin. M´ena vê gotinê ew e; ku di dînê Îslamê da hesûdîkirin heram e û ne ji exlaqê kesê misliman e. Yek ji m´ena hesûdiyê ew e; ku meriv naxwaze xêr û xweşî li kesekî bibe û kerem û qenciya ku Xwedê bi dost û cîranekî meriva ra kiriye, biçe helakê û zirar bike. Her wiha merivên hesûd di wê baweriyê da ne; ku kesê lê qencî hatiye kirin û xêr xweşî ji aliyê Xwedê va di ser da bariye, ne laîqê wê qenciyê ye. Ji vêya jî hê xirabtir û gemartir ew e; ku meriv li hemberî biryara Xwedê derdikeve. Lewra yê ku bi meriva ra qenciyê dike, xêr û bereketê dike mal û emrê meriva û meriva dewlemedn dike Xwedê ye. Kesê ji vê nîmet û qenciya ku Xwedê bi ´ebdekî xwe ra kiriye hesûdiyê bike, ew li hemberî qeder û biryara Xwedê derdikeve. Her wiha Pêxember (e.s) di hedîsek din da wiha dibêje; إِيَّاكُمْ وَالْحَسَدَ; فَإِنَّ الْحَسَدَ يَأْكُلُ الْحَسَنَاتِ كَمَا تَأْكُلُ النَّارُ الْحَطَبَ   Hûn hefza xwe ji hesûdî-çevnebariyê bikin, çikû çewa agir daran dixwe hesûdî jî qenciyan dixwe tune dike.

Derbarê vê mijarê da, gelekî ayet û hedîsên Pêxember hene, lê ji bona ku mijar ne hesûdiye, em ê zêde dirêj nekin. Tenê me xwest ku gotina hesûdî-çevnebariyê tê çi m´eneyî ji we ra şîrove bikin.

  • وَلَا تَنَاجَشُوا Wela tenaceşû: Her çiqasî li ser vê gotinê hin zanayên dînê Îslamê şîroveyên ji hev cihê kiribin jî, lê bi piranî ev têgeh wiha m´ene kirine. Hûn bi hîlebazî, dek û dolaban heqê hev nedin wenda kirin. Dema kesekî tiştekî kirî, hin kes dikarin bi hîlekarî wê bazarê ji hevda bixin û digel ku heqê kesekî din be jî, lê ew bi neheqî dixwazin heqê wî wanda bike û jê bistîne.
  • وَلَا تَبَاغَضُواr  Wela tebaxedû: Hûn ji hev xwî nikin, bila kîn û nefreta birayê we nekeve dilê we û hûn çela hev nekolin. Lewra fermana Xwedê ji kesê mumin ra ew e; ku bi gotinên xwe, bi kirin û tevgerên xwe, bi qelem û îşartên xwe ji birayê xwe yê mumin hez bike û bide nîşandan ku ew ji wî hez dike. Her wiha hemû gotin, nivîsandin, liv û tevger û îşaretên ku dibin sedemî kîn, nefret, dilmayîn û xwîkirinê di navbera mislimanan da zêde dike, herm kiriye û divê kesê mumin bi her awyî xwe jê dûr bixe. Pêxember (e.s) di hedîsek xwe da wiha dibêje; لا يَفْرَكْ مؤمن مؤمنة، إِن كَرِه منها خُلُقاً، رضي منها آخَرَ Mumin ji muminekî xwî nake, eger ji exlaqekî wî xwî bike, ji exlaqekî wî yê din razî dibe. Her wiha hedîsekî Pêxember (e.s) derbarê xêr û xweşiya pêkvejiyana civakê da wiha ye

أَنْ تُحِبَّ لِلَّهَ وَتُبْغِضَ لِلَّهِ وَتُعْمِلَ لِسَانَكَ في ذِكْرِ اللَّهِ،  وَأَنْ تُحِبَّ لِلنَّاسِ مَا تُحِبُّ لِنَفْسِكَ وَتَكْرَهَ لَهُمْ مَا تَكْرَهُ لِنَفْسِكَ.

Muaz bîn Cebel ji Pêxember (e.s) dipirse ku îmana qenc kîjane? Pêxember dibêje: tu ji bona Xwedê hez bikî û ji bona Xwedê xwî bikî û tim zimanê te bi bîranîna Xwedê ve mijûl be.  Tişta ku tu ji nefsa xwe ra hez dikî ji mirovan ra jî hez bike û tişta ku tu ji nefsa xwe ra hez nakî ji wan ra jî hez neke.

Li gora vê hedîsa Pêxember, yek ji şertê îmana kamil ew e; ku meriv ji bona Xwedê ji hev hez bike; yanê ji ber ku kesekî ehlê Xwedêye, baş e, para Xwedê di nava kar û kirinên wî da heye, tiştên qenc û bşa li gora qanûnên îlahî dike, loma jê hez dike. Her wiha gava meriva ji yekê xwî kir, divê ji bona Xwedê be; çikû kesekî pîs e, dujminê Xwedê û rê û rêbazên wî ye, loma jê xwî dike.

Divê xwîkirina meriva ne ji bona tiştên dunyayê yên bê qîmet be. Dibe ku rojekî pêdiviyekî meriva ketibe aliyê kesekî din û wî kesî ji ber hin sedemên neyênî ew hewcedariya meriva bicîh neaniye, nikaribiye alîkariya meriva ya madî bike, anjî ew kes merivekî dewlemend, zana û jîhati ye, gere meriv ji boan tiştên wiha ji kesî xwî neke. Tiştên wiha ne laîqê mirovan e û ne ji exlaqê dînê Îslamê ye.

  • وَلَا تَدَابَرُوا Wela Tedeberû: Hûn ji hev nexeyîdin û pişta xwe bi hevda nekin. Gotin û karên ku we ji hev dûrdixîne, nebêjin û nekin. Di Îslamê da, nabe kesekî musluman ji bona tiştên dunê ji sê rojan zêdetir ji birayê xwe yê musluman bixeyîde, wî bi cîh bihêle û pê ra xiber nede. Lê gava ji boan kar û barê dînî be, ji vê yekê ra rê û rêbazekî tayîbet heye. Dema pêwîstî pê hebe û ji bona mesleheta dînê merive be, meriv dikare terka cîh û warê xwe bike, terka heval û dostê xwe bike. Lewara Pêxember (e.s) ji bona dînê xwe hicret kiriye.

Pêxember (e.s) di hedîsek xwe da wiha behsa xeybetê dike

 النَّبِيَّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَّ، قَالَ: ” مَنْ عَامَلَ النَّاسَ فَلَمْ يَظْلِمْهُمْ ، وَحَدَّثَهُمْ فَلَمْ يَكْذِبْهُمْ ، وَوَعَدَهُمْ فَلَمْ يُخْلِفْهُمْ ، فَهُوَ مَنْ كَمُلَتْ مُرُوءَتُهُ ، وَظَهَرَتْ عَدَالَتُهُ ، وَوَجَبَتْ أُخُوَّتُهُ ، وَحُرِّمَتْ غَيْبَتُهُ ”

Pêxember (e.s) got: Kî miamile bi mirovan ra kir, bila lê neheqîyê neke, dema bi wan ra xiberdan ji wan ra derewa neke, we soz û peyman da wan, mixalifê w´eda xwe nekin. îja yê wiha anor û şerefa wî kemilî ye, ´edaleta wî eşkera ye, biratiya wî wacib e û xeybeta wî jî heram e.

Hin muhedîsan gotine; ku ev hedîs zeyîf e. Her çiqas hin muhedîs bibêjin metnê wê zeyîf e jî, lê bi ya min hem metnê wê û hem jî m´ena wê rast e. Yek ji exlaq û xwiyê herî gemar û pîs ew e; ku meriv di xiberdan û suhbetên xwe da derewa bike. Xwedê derew li mirovan heram kiriye. Yek ji ferzên dînê Îslamê ew e; ku dema meriva soz û w´edekî da yekê, gere wefadarê soza xwe be. Xwedê mezinaya gunehê xeybetê, şibandiye xwarina goştê miriyan. Ka kîjan ji kar û tevgerên wiha gemar mixalifê dînê Îslamê ye, heta ku ev hedîs zeyîf be? Ji ber wê jî bi ya min hedîs ne zeyîf e, rast e.

Li gora hedîsa Resûlê Ekrem, divê ji berpirsên dewletê bigire heya kesên serbixwe, ji wezîfedarên saziyên siyasî bigire heta yên fermî, dema bi mirovan ra miamile dikin, lê neheqiyê nekin, ferq cudahiyê nekin navbera mezheb û mîlliyeta çiniyên civakê.

Feyzullah Yalçîn 2019-09-28


[1] Muslim: Kîtabu el-semtû we edebul lîsan, tefsîrî el-xeybetî. Hijmara hedîsê: 202. Her wiha ev hedîs di piraniya kitêbên hedîsan yên weka Musneda îmamê Ehmed, Tirmizî û îbnî Macehê da hatiye ragihandin.

[2] Muslim: Kîtabul Erbe´în lî îmamu Newewî. Hijmara hedîsê di Erbe´îna Newewî da 35 e.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest