Civaka Penaber. Behcet Ateş

Mirov dema ji xaka ku lê bi jiyanê re nasîn bûbe dûrketîbû dibe penaber.

Sedemên ku ji xak û herema xwe dûr ketin çidibe qet mûhîm nîne, lewra ji tevahî heyînên li herema ku bi jiyanê re nasîn bûye dûrketî dikeve û ji wan tevahî nasîna dûrketî neçr jiyanê dimîne.

Mirovên penaber ji bo naskirina civak û heremê dikeve nava hewldana nasînên nû, ew nasînan kare, devûdore, mirovin, hereme û herwaha şeklê jiyana heremekî biyaniye.

Mirov heta dibe kesekî bi heremêre nasîn, jiyana wî wekî kesekî bê ziman lal dijî derbas dibe.

Lewra tu kesî nasnake ku bikaribê pêre kêfxweşî dilşadî jiyaneke bê xem bijî û anjî kul û kederên xwe û wî civakê pêre parve bike.

Xweda cc mirovan wekî qewm afirandiye û sedemên afirandina qewmanjî qewmê bi heman zimanê diaxivin li bal hev hevbaş şirîgê jiyana hevin.

Ji ber sedemên ku ji kêfxweşî û nexweşiyên jiyana hev femdikin û dikarin jiyanê bihevre libalhev bi hevre parve bikin.

Lê dema mirov ji qewmê xwe û xaka welatê xwe dûrketî neçarê jiyan kirinê ma, wî demê heta hînê heremê çandê û şeklê jiyanê û hevalan dibe ji temenê wî gelek sal dibuhure.

Ji berkû Xweda cc mirovan di makazagona jiyanê de, şeklê jiyana hevbaş û bi têkilyên mirovan re daye afirandin. Ango mirov dema bi mirovanre têkiliya çêneke jiyana mirovahî bê watedar dibe.

Mirovên penaber li welatê biyanî jiyana wî li ser hîmê du beşan tê avakirin.

Beşa yekem:
1- Mirovên penaber ji civakeke xweyî dewlete û dibekî li welatê wîde hîna sîstema rêvebertiyê wekî sîstemekî ji xwezaya dewleta xwe bi berhevî rûneniştîbe û ji bo debara xwe û malbata xwe li welatekî biyanî dibe karkerê wî welatê.

Jiyana kesên ji civaka ku xweyî dewlete tim bi rûmetî jiyana xwe dijîn, lewra dema pirsgirêk hebin di xeta dîplomasîde wazereta qonsolosa wî dewletê pirsgirêkanre eleqeder dibin û çareseriek fermî çareser dikin.

Beşa duyemîn:
2-Mirovên ku ji civaka bê dewletin, pir mexabin ew kesên ji civaka bê dewletên penaberên bê rûmetin, lewra bê xweyîtiya dewletê ne.

Di tevahî tevgerande sîstema wî dewletê li ser kesayetiya mirovan lêkolîn çêdikin û heta rêya astengî hebe wer zû karên wanre rêya bê esteng venakin.

Jiyana kesên ku ji civaka bê dewletin tim di nava xeraviyan de derbas dibin, lewra civak nezane, nexwendiye, bê dewlete jiyana wî li ser hîmê penabertî tê avakirinê.

Civaka bê dewlet neçarê entegrasiyona jiyana welatê lê penaber bûye dimîne û dû du jenerasiyonan re hêdî hêdî têktere hinda dibe.

Bi gora qanûna Xweda cc di Quranê ayeta hucurat 13 de behsa jiyana qewman kiriye.

Civaka ku neçerê koçberiya ji welatê xwe dimîne û li welatê biyanîde penabertî dijîn, tevahî bûyerên ku bi serê wî qewmê de tê devleta dagirkerd sûçdare û himjî şirîgê tevahî gunehê ku civak dike re hempare.

Lewra devleta dagirkerd dibe sedemên têkçûyîna qewmê ku Xweda cc bi zimanê wî koka wî ji qewman cûda afirandiye.

Ji berku civaka ku çanda xwe baweriya xwe û zimanê xwe hinda bike, sûçe gunehkartiye û wekî sûçdarê berxwedana qewmê xwe nekiriye tere ber dilovaniya xwe.

Behçet Ateş: 28-09-2019

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest