Tiştên li Binxetê-Rojava di qewime qeder e?

Xwedê di sureyê Tewbe di ayeta 51 da wiha ferman dike:

قُلْ لَنْ يُصِيبَنَا إِلَّا مَا كَتَبَ اللَّهُ لَنَا هُوَ مَوْلَانَا ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ

(Ya Muhemmed) Bibêje; ji tişta ku Xwedê ji me ra nivîsandiye pê ve, tiştekî din negihê me, ew xwediyê me ye. Mumin tenê xwe dispêrin Xwedê.

Hin kes vê ayetê wekî delîla qederê nîşandidin û her wekî dest û piyên mirova li ber qedrê girêdayî be û ji tişta ku Xwedê ji wan ra teqdîr kiriye pê ve tiştekî din di ser wan da nayê.

Ev nêrîn hete derceyekî rast e, lê kêm e. Belê Xwedê hem fi´ela baş û hem jî ya xirab di xuliqîne û tîne wicûdê.

Lê tiştên qenc û baş bi îzn û rêza Xwedê çêdibin, tiştên pîs û nebaş jî ji nefsa meriva tên serê meriva. Di xuliqandian f´ela xirab da, tenê Xwedê îzîna peydabûna wê fê´elê dide, lê riza wî bi peydakirina fê´ela xirab tuneye.

Xweda Te´ala di sureyê Nîsa di ayeta 79 da wiha ferman dike:

مَا أَصَابَكَ مِنْ حَسَنَةٍ فَمِنَ اللَّهِ وَمَا أَصَابَكَ مِنْ سَيِّئَةٍ فَمِنْ نَفْسِكَ وَأَرْسَلْنَاكَ لِلنَّاسِ رَسُول وَكَفَىٰ بِاللَّهِ شَهِيدًا

Çi xêr û xweşî li te be, ew ji ba Xweda ye. Çi nebaşî û xirabî jî hat serê te, ew ji te bi xwe ye. (Ya Muhemmed) Me tu ji mirovan ra, Pêxember şandî û (ji vê) şahidiyê ra Xweda bes e.

Ji vê ayetê tê zanîn; ku Xwedê ji ´ebdên xwe ra nabaşî û xirabiyê naxwaze, belkî bi sedem şaşî û nerindiya mirovan xirabî û nebaşî di ser meriva da tê.

Îja gava em berê xwe bidin Binxetê, ji bilî neyariya cîranên me; her wiha em milletê kurd jî bêguneh nînin.

Çiku Xwedê ji bona serkeftina her mijarekî rêbazekî daniye. Gava meriv li gora wê rêbazê tevbigere, kî dibe bila bibe, wê serkeftin ya wî be.

Dema meriva li gora rêbaz-sunetullahê tevnegeriya, ew Pêxemberê Xwedê be jî, dê bi ser nekeve û di şer û pefçûnan da têk biçe.

Mesela Şerê Uhudê diyar e. Digel ku Pêxember saxbû û cenabê Pêxember şerê Uhudê sewq û îdare dikir jî, lê gava tîrkevanên dibin fermandariya Ebdullah bîn Cubeyîr da ciyê xwe berdan û bê emiriya Pêxember kirin, Xwedê serkeftin kir para muşrikan û 70 eshabiyên bijarte bi şehîd ketin.

Di mijara şer da, yek ji egerên serkeftinê yekîtiya milletekî ye.

Meriv li ser çi bîr û baweriyê dibe bila bibe, dema meriva li gora hêza xwe amadeyî kir û yektiyeke siyasî di nava millatê xwe da çêkir û bi wan ra tevgerîya, meriv serkeftî nebe jî, lê ewqasa zirar û ziyan çênabe.

Her wiha yekitiya miletek bi serê xwe serkeftinekî mezin e.. Lê ev hê dinva Kurdan da bi tayîbetî li Binxetê tune…

Feyzullah Yalcin 2019-10-11

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest