Muşrik baweriyê bi rabitê-navbeynkaran tînin

MGava ji muşrikan bê pirskirin ku hûn ji Xweda ra şirîk çêdikin, dibêjin; heşa wekellah, em Xwedê ji şirîk û hevalan pak û bêrî dizanin û her tiş bi îzn û îrada Wî ye. Lê gava meriv li kar û xebatên wan dinêre, şirîk û hevpişkan ji Xweda ra çêdikin.

Lewra muşrik desthilatdariya Xweda dişibîne ya mexloqên dunyayê û dibêjin; her kes nikare xwe bigihîne Paşa, Mîr û Wezîran, wê çaxê ji bona ku meriv xwe bigihîne wan kesên rutbebilind, divê hin kesê ku nêzîkê wan e, bikeve navbera meriva û wan ku rica û hêviyên meriva bigihîne wan, ku ew jî qebûl bike.

Bi vî awayî Xwedê ji xwe dûr dibînin û bawer dikin ku kasên li ba Xwedê muhteber in û xwediyê hêzeka m´enewî ne, dikarin hêvî û daxwazên wan bigihîne Xwedê.

Di nava civatê da, hin kesên ku niyeta wan ne safîne, an jî wusa dizanin û bawer dikin, sifet û tayîbetmendiyên Xwedê Te´ala bi hin merivên dîndar ra parve dikin. Bi millet didin bawerkirin, ku ew kesana weliyên Xweda ne û xweda ji bona xatirê wan du´a û ricayên meriva qebûl dike. Her wiha ew kesên welî, bi îzn û îrada Xweda dikarin kar û zirarê bigihînin meriva.

Tiştên li jor hatin nivîsandin, şirk e û kesê wisa bawer bike, çiqas nimêj dike bila bike, biçe hecê, rojî bigire û hema bêje, tevaya îbadetên xwe bêkêmasî bike jî, lê ji bona ku îmana wî ya bi Xwedê Te´ala saxlem nine, ´emel û îbadetên wî pûç û betal e.

Xwedê di sûreyê E´eraf di ayeta 194 da wiha ferma dike:

إِنَّ الَّذِينَ تَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ عِبَادٌ أَمْثَالُكُمْ  فَادْعُوهُمْ فَلْيَسْتَجِيبُوا لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ

Bêguman ewên ku hûn di bin Xwedê re lavayê wan dikin, ew jî weka we mexloq in. Îja gava hûn di doza xwe da rastin, li ber wan bigerin bila ew jî bersîva we bidin.

Di dema Pêxember (e.s) da, muşrikan ji xwe ra pêkerên lat, uza û menna çêdikirin û wisa bwerdikirin ku vana temsîla melaîketên keç dikin û jê du´a, hêvî û rica dikirin. Kafirên ehlê kîtab jî, ji alimên xwe yên dinî hêvî û rica dikirin. Êdî alimên wan çi sax û çi jî mirî ba, jê du´a dixwestin û lava û hêvî ji wan dikirn.

Her wiha muşrikan pêkerên mirovên ku li ba wan pîroz û miqedesbûn çêdikirin û wisa bawer dikirn, ku pêkerê wan jî li ba Xwedê muhteber in. Loma jê ra îbadet dikirn û jê du´a dixwestin.

Îja gava em di aliyê muslumanan da li vê ayetê binêrin, para muslumanan jî di vê ayetê de heye. Wê çaxê, ji pût û seneman hêvî û rica dihat kirin, niha jî gelekî kesên ku dibêjin; em musluman in ji alim û şêxên xwe yên sax û mirî hêviya du´a û alîkariyê dikin.

Meriv dikare ji kesekî sax û li ba meriva be, anjî ne li ba meriva be, lê meriv jê ra xiberê bişîne û jê bixwaze ku ji meriva ra du´a bike. Lê ne durust e ku ji kesekî mirî û ji yên ku ne li ba merivabe, du´a bixwaze û bike navbera xwe û Xwedê. Li gora baweriyeka wiha, çi ferq û cudahî di navbera karê kesê ku dibêje; em musluman in û muşrikan da tune.  Muşrikan, pêker ji xwe ra dikirin pût û senem, musluman jî şêx û alimên xwe dikin pût. Bi kurtasi, wasite û rabita di navbera meriv û Xweda da şirk e.

Lewra Xwedê dibêje; ji min du´a bixwazin, ez ê jî bersîva we bidim. Li ser vê mijarê Xwedê di sûreyê Beqere di ayeta 186 da wiha ferman dike:

وَإِذَا سَأَلَكَ عِبَادِي عَنِّي فَإِنِّي قَرِيبٌ ۖ أُجِيبُ دَعْوَةَ الدَّاعِ إِذَا دَعَانِ ۖ فَلْيَسْتَجِيبُوا لِي وَلْيُؤْمِنُوا بِي لَعَلَّهُمْ يَرْشُدُونَ 

Dema ´ebdên min pirsa min ji te kir ez nêzîkê (wan) im. Ez bersîva du´ayê du´axwazan didim, gava ew gazî min bikin. Îja bila ew jî bersîva (dînê) min bidin û îmanê bi min bînin, da ku rêya rast bibînin.

Her wiah di sûreyê Xafir-Mumin di ayeta 60 da wiha ferman dike:

وَقَالَ رَبُّكُمُ ادْعُونِي أَسْتَجِبْ لَكُمْ ۚ إِنَّ الَّذِينَ يَسْتَكْبِرُونَ عَنْ عِبَادَتِي سَيَدْخُلُونَ جَهَنَّمَ دَاخِرِينَ

Rebbê we got: Hûn ji min du´a-hêvî û hewar bikin, ez bersîva (hewara) we didim. Birastî ew ên ji îbadetkirina min ra pozbilindiyê dikin, dê bi rezlî bikevin cehenemê.

Çew meriv ji herdû ayetan serwext dibe; Xwedê ji ´evdên xwe dixwaze ku tenê ji wî hêv û ricayê bikin û ew di hewara kêsê ku jê alîkariyê dixwaze tê. Her wiha ayeta sureyê beqere ya ku li jor derbazbû, bi me dide zanîn; ku ji bona du´a û hêviyên meriva li ba Xwedê were qebûl kirin, divê îmana meriva hebe.

Her wiha Xwedê di sûreyê Firqan di ayeta 77 da wiha ferma dike:

قُلْ مَا يَعْبَأُ بِكُمْ رَبِّي لَوْلَا دُعَاؤُكُمْ ۖ فَقَدْ كَذَّبْتُمْ فَسَوْفَ يَكُونُ لِزَامًا

(Ya Muhemmed ji wan ra) Bibêje; eger ne ji du´ayê we bûye, wê Xwedayê min ji bona çi qedir bida we? Îja we ew derewand (yanê we îman pê ne anî), dê ezabê wî li ser we mîsoger bibe.

Divê kesên mumin, kesekî neke navbera xwe û Rebbê Alemê, tenê ji Xwedê alîkarî bixwaze hêv û ricayên xwe yek ser erzê Xwedê bike. Her wiha li gora ayeta sûreyê Furqan, tu tiştekî ji du´a û karê kesên ne musluman li ba Xwedê meqbûl û muhteber nîne.

Feyzullah Yalçin 2019- 10- 20

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest