Mey û vexwarinên heram F. Yalçîn

Temamê vexwarinên ku zirara wê ji bedena mirovan ra hebe, yên ku sere meriva gêj û serxweş dike an jî dibin sedemê bijehrketinê, heram in. Lewra Xwedê Te´ala pir vekirî em hişyar kirine ku em nefsa xwe ji tiştên talûke biparêzin û bizanebûn xwe navêjin nava tiştên talûke. Her wiha heywanên ku goştê wan heram be, şîrê wan jî heram e.

Dema meriv vexwarinên hele û heram bidin ber hev, ji bilî çend tiştan hema bigire hemû vexwarin helal in. Yanê; hijmara helal du qat û sê qat ji heram zêdetir e.

Hemû tiştên; ku mirovan serxweş dikin heram in. Di serdema hatina Îslamê da, mey-araq heram nebû, lê zirareka mezin dide civakê û derbarê xumar û meyê da zêde pirs ji Pêxember (e.s) dihat kirin. Li ser pirsên muslumanan, Xwedê di sûreyê Beqere di ayeta 219 da wiha ferman dike:

يَسْأَلُونَكَ عَنِ الْخَمْرِ وَالْمَيْسِرِ ۖ قُلْ فِيهِمَا إِثْمٌ كَبِيرٌ وَمَنَافِعُ لِلنَّاسِ وَإِثْمُهُمَا أَكْبَرُ مِنْ نَفْعِهِمَا

(Ya Muhemmed) Ji te pirsa mey (araq) û xumarê dikin? Bibêje; di wan (di mey û xumarê) da gunehekî pir mezin û fêde jî ji mirovan ra heye. Lêbelê gunehên wan ji fêda wan mezintir e.

Xwedê bi vê ayetê, rastiya jiyana civaka wê demê û fikr û hizrên wan yên derbarê kar û zirara mey û xumarê da, ji wan ra zelal dike. Xwedê ferman dike; ku her çiqasî di mey û xumarê da, hin faydên berbiçev hebin jî, lê zirar û ziyana bi sedem wan digihê civak, malbat û şexsan pir ji kara wan zêdetir e.

Her wisa di roja îro da, gava meriv li civat û taxên; ku zêde tê da xumar tê lîstin û mey tê vexwarin binêre, karesateka mezin li wan taxan di warê exlaqî, aborî, malbatî û m´enewî da heye. Ji ber wê yekê, Xwedê di sûreyê Maîde di ayeta 90 da, ew heram kirine û derbarê wan da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّمَا الْخَمْرُ وَالْمَيْسِرُ وَالْأَنْصَابُ وَالْأَزْلَامُ رِجْسٌ مِنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِ فَاجْتَنِبُوهُ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ 

Gelî yên ku bawerî anîne! Mey, xumar, pêkerên çikandî (pût), (vekirina) f´elan-lîstika li ser şans, pîsatiyên ji karê şeytan e. Îja xwe ji wan dûr bigirin, da ku hûn (di dunê da bi serfirazî bijîn û di axretê da) xilas bibin.

Xwedê behsa reng û rû, şekl û şemalê şeytan nake, behsa bejn û bala wî jî nake gelo kurt e anjî dirêj e; behsa rê û şopa şetanên cin û yê mirov dike. Cinên ne musluman şetan in û bi meriva da nayê xwiya kirin. Ew bi tenê weswesê didin Meriva; ku merû hemû tiştên di dînê Xwedê da heram in bike.

Her wiha mirovên ku bûne şeytan jî henin û ew hê ji şeytanê cin, talûketir e. Çikû ew hevalê û dostê meriva ye, xism û merivê meriva yê nêz e û her roj li bi meriva ra û li ser sifra meriva ye. Ji ber wê jî Xwedê di sûreyê Fatir di ayeta 6 da wiha fermnê li muminan dike.

إِنَّ الشَّيْطَانَ لَكُمْ عَدُوٌّ فَاتَّخِذُوهُ عَدُوًّا ۚ إِنَّمَا يَدْعُو حِزْبَهُ لِيَكُونُوا مِنْ أَصْحَابِ السَّعِيرِ

Bêgman şeytan neyarê we ye, îja hûn jî wî ji xwe ra neyar qebûl bikin. Ew bi tenê gazî hevalbend û peyrevên xwe dike ku bibe ji ehlê agirê gurê sincirî.

Her wiha Xwedê di sûreyê Nûr di ayeta 21 da wiha fermanê li muminan dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّبِعُوا خُطُوَاتِ الشَّيْطَانِ 

Gelî yên ku bawerî anîne! Hûn nedin pey gavên şeytan.

Îja gava meriv hersî ayetên ku li jor hatin nivîsandin bi hev ra mitale dike, meriv dibîne ku Xwedê wiha dibêje; şeytan neyarê we ye û hûn li pey neyarê xwe neçin. Di ayeta sûreyê Maîde ya 90 da wiha dibêje: Gelî yên ku bawerî anîne! Mey, xumar, pêkerên çikandî (pût), (vekirina) f´elan-lîstika li ser şans, pîsatiyên ji karê şeytan e. Îja xwe ji wan dûr bigirin, da ku hûn (di dunê da bi serfirazî bijîn û di axretê da) xilas bibin.

Ji vê ayetê tê zanîn ku kesên araqê vedixwe, xumarê dilîze, pûtperestiyê dike û f´elan vedike û lîstinkên şans bilîze, li ser rêç û şopa şeytan in, heval û peyrevên wî ne. Mixabin em bala xwe didinê, li pirên welatên ku xelkên wan musluman in, hema bigire hemû karên Xwedê heram kiriye, li wan welata serbest e û bi destê rêveberî, serok û serwerên wan welatana tên kirin. Îja tişta herî xirab û kirêt ew e; ku digel hemû van mel´enatên hanê, hin kes ji wan behsa cîhad û mucahidiyê dikin.

Îslam: Mey-araqê, maka hemû gunehan bi nav dike; ku her tişt bi sedem vexwarina meyê dikare peyda dibe û dayîka hemû gunehan hesab kiriye. Lewar Xelîfe Usman Bîn Efan ji Pêxember (e.s) wiha radigihîne: اجْتَنِبُوا الْخَمْرَ فَإِنَّهَا أُمُّ الْخَبَائِثِ Xwe ji meyê biparêzin-jê dûr bisekinin, lewra ew dayîka tiştên pîs û gemar in.[1]

عَنْ عَبْدِ اللَّهِ بْنِ عُمَرَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُمَا أَنَّ رَسُولَ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ قَالَ مَنْ شَرِبَ الْخَمْرَ فِي الدُّنْيَا ثُمَّ لَمْ يَتُبْ مِنْهَا حُرِمَهَا فِي الْآخِرَةِ

Ji Ebdullah bîn Umer Xwedê ji herdûyan razîbe hatiye ragihandin; ku Pêxember (e.s) got: Kî di dunê da meyê vexwe û paşê jê tobe neke (û bimire), (şeraba) axretê jê ra heram e.[2]

 قَالَ أَبُو هُرَيْرَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُ إِنَّ النَّبِيَّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ قَالَ لَا يَزْنِي الزَّانِي حِينَ يَزْنِي وَهُوَ مُؤْمِنٌ وَلَا يَشْرَبُ الْخَمْرَ حِينَ يَشْرَبُهَا وَهُوَ مُؤْمِنٌ وَلَا يَسْرِقُ السَّارِقُ حِينَ يَسْرِقُ وَهُوَ مُؤْمِنٌ

Ebû Hureyre Xwedê jê razîbe dibêje; Pêxember (e.s) got: Zinakarê ku zinyayê dike, ew di gel baweriya xwe ya zexm zinayê nake, şerabxur gava şerabê vedixwe, di gel baweriya xwe ya zexm venaxwe û dizê ku diziyê dike di gel baweriya xwe ya zexm dizyê nake.[3]

Divê bê zanîn ku em di vêderê da, di wergera metnê vê hedîsê da sadiq nemane; anjî diviyabû ku ew hedîs wekî ku me nivîsiye bihata şîrovekirin. Ji wergerê zêdetir me şîrove kiriye. Lewra di dîrokê da gelekî devjenî li ser metnê vê hedîsê hatiye kirin û gelekî zana û alimên dînê Îslamê, ev hedîs şîrove kirine. Çikû gava meriv yekser li metnê hedîsê binêre, meriv wiha jê serweqt dibe: Kesê zinayê dike, di esnayê zinakariyê da ne mumin e, kesê meyê vedixwe, di esnayê vexwarinê da ne mumin e û kesê diziyê dike, di esnayê ku diziyê dike ne mumin e.

Dibe ku di ragihandina hedîsê da, pirsgirêk hebe ku gotinên Pêxember (e.s) kêm hatibe ragihandin, ya jî di metnê wê da guherîn hatibe çêkirin. Lê çi dibe bila bibe, kesê ku heramên Xwedê helal neke, nabe kafir û ji dîn dernakeve, belkî gunehkar dibe.

Lewra xariciyan di dîrokê da, ev hedîs li gora zahirê wê qebûl kirine û kesê gunehên wiha dikirin, ew kufir qebûl dikirin û dikuştin.

Ez bi xwe ji vê hedîsê wiha serweqt dibim: Îmana kesê zinakar ji yên nezinakar kêmtir û qelstir e, îmana kesê meyê vedixwe ji yê ku venaxwe kêmtir û qelstir e û îmana kesê diziyê dike ji yê ku nake kêmtir û qelstir e. Lê Xwedê ji her kesî qenctir û baştir dizane.

Feyzullah Yalçîn 2019-11-30


[1] Nesaî: Kîtabu el-Eşrîbetî babu zikrî el-esam el-mutewldetî ´enî şurbî el-xemrî….

[2] Buxarî: Kîtabu el-eşrîbetî cild 4, rûpel 1791

[3] Buxarî: Kîtabu el-eşrîbetî cild 4, rûpel 1792

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest