Şehîd û şuheda di Îslamê da F. Yalçîn

Gotina şehîd û ya şehadetê, du têgehên dînê Îslamê ne û naveroka wan ji aliyê Xwedê Te´ala di Quranê da hatiye dagirtin. Her wiha Pêxember (e.s) di hedîsên xwe da behs dike, ku meriv ji bona çi cîhadê bike û ji bona çi were kştin dibe şehîd.

Di nava millet da, ”şehîd” ji wî kesê; ku di rêya Xweda da cîhadê dike û di şerê li hemberê kafiran da tê kuştin ra tê gotin. ”Şehadet” jî, ew meqamê ku li ba Xwedê Te´ala muhteber e, jê raziye û bi ceneta herî qenc û xweş hatiye xelatkirin ra tê gotin.

Em ê wekî hemû mijarên din, dîsa li Qurana pîroz vegerin û li gora fermanên Xwedê behsa sehadetê bikin. Lewra Xwedê ji her kesî qenctir û baştir pê dizane; ku şehadet çî ye û ji çi ra şahidiyê bike dibe şehîd. Divê her kes vê baş bizanibin, ku gotina şehîd ya ku kesên musluman bikar tînin û pê bawer in û şehadet ku di Quranê da heye bi levzên xwe wekî hev in, lê m´ena wan ji hev cudane.

Di temamê Quranê da, gotina şehadetê bi m´ena dayîna şahidiyê da hetiye bi karanîn. Gotina ”şuheda”ew kesên ku li ser heqiyê şahidiyê didin. Kesên dibin şehîd jî, ji bona ku şahidiya heqiyê ya dînê Îslamê dikin, li ba heqiyê ciyê xwe digirin, li hemberî batil şer dikin û di wê rêyê da tên kuştin, loma ji wan ra hatine gotin şehîd. Yanê di levzê gotina şehadetê da şehîd nayê fêhm kirin belkî ji m´ena wê şehîd tê fêhm kirin.

Qedirbilindiya meriva li ba Xwedê Te´ala, li gora erk û wezîfe û kar û kirinên meriva ne. Dema em li jiyana Muhemmed pêxember û li dîroka Pêxemberên beriya wî hatine şandin dinêrin, em dibînin ku di dunê da kesê herî erk û wezîfa wan mezin in, zehmetî kişandine û barê wan giran bûye Pêxember in. Lewra Pêxexember ji aliyê Xwedê ve hatine wezîfedar kirin û mecbûr in ku jiyana xwe li gora fermanên Xwedê rast û durust bikin. Her wiha di xwendin û teblîxkirina hukmê dînê Xwedê da nikarin kêmasî û sistayê bikin. Ji ber wê wezîfa wan a giran, li ba Xwedê merivên herî qenc û baş in, merteba wan bilind û birûmt in.

Li ser vê mijarê Xwedê di sûreyê Nîsa di ayeta 69 da wiha ferman dike.

وَمَنْ يُطِـعِ اللّٰهَ وَالرَّسُولَ فَاُو۬لٰٓئِكَ مَعَ الَّذ۪ينَ اَنْعَمَ اللّٰهُ عَلَيْهِمْ مِنَ النَّبِيّ۪نَ وَالصِّدّ۪يق۪ينَ وَالشُّهَدَٓاءِ وَالصَّالِح۪ينَۚ وَحَسُنَ اُو۬لٰٓئِكَ رَف۪يق

Kî bi ya Xwedê û Pêxemberê wî bike, digel wan kesên ku Xwedê bi wan ra qencî kiriye, ew jî Nebîn in, sadiq-rastgo ne, şehîd û salih in. Ewana çi hevalên qenc in.

Taberî di tefsîra vê ayetê da gotina الشُّهَدَاءِ Şuheda, bi m´ena dayîna şahidiya heqiyê tefsîr kiriye û wiha dibêje;

وَالشُّهَدَاءِ ”، وَهُمْ جَمْعُ ” شَهِيدٍ ”، وَهُوَ الْمَقْتُولُ فِي سَبِيلِ اللَّهِ، سُمِّيَ بِذَلِكَ لِقِيَامِهِ بِشَهَادَةِ الْحَقِّ فِي جَنْبِ اللَّهِ حَتَّى قُتِلَ.

Şuheda; ew piraniya şehîd e, ew ê ku di rêya Xwedê da hetiye kuştin. Wiha hatiye binav kirin, çikû wî ji bona Xwedê şahidiya heqê daye hata hatiye kuştin[1].

Li fikra îmamê Razî Xwedê jê razî be ji ya îmamê Taberî cuda ye. Razî di tefsîra vê ayetê da dibêje; nabe ku meriv ji kesên ji aliyê kafiran da were kuştin ra bibêje; şehîd. Ji ber ku merteba şehadetê di dînê Îslamê da mertebeyek pir mezine û nabe ku em wê bike sifetê kesên ji aliyê kafiran da tê kuştin. Şehadet ew e; ku meriv şahidiya heqî, rastî û durustiya dînê Xwedê dide. Îja hin caran meriv bi gotin, delîl û hucetan şahidiya heqiyê dide û car jî heye meriv bi şûr û mertal şahidiyê dide.


[1] Tefsîra Taberî: Sûrê Nîsa ayet 69

وَمَنْ يُطِـعِ اللّٰهَ وَالرَّسُولَ  Kî bi ya Xwedê û Pêxemberê wî bike, ew kesê ferzên Xwedê pêkbîne û ji tiştên heram xwe dûr bixe, bi hukmê fermanê Xwedê razîbe û li pey şopa Pêxember (e.s) biçe. فَاُو۬لٰٓئِكَ مَعَ الَّذ۪ينَ اَنْعَمَ اللّٰهُ عَلَيْهِمْ  (merivê wiha) digel wan kesên ku Xwedê bi wan ra qencî kiriye, مِنَ النَّبِيّ۪نَ  ji Nebiyan, وَالصِّدّ۪يق۪ينَ sadiq-rastgo ne, ew kesê bi dil û can tesdîqa wehya ku ji Pêxember hatiye dike û di hemû gotin, liv û tevegrên xwe da rast in. وَالشُّهَدَٓاءِ  şehîd, derbarê gotina şehîd da li jor bi dorfirehî hat nivîsandin, şehîd; ew kesê ku şahidiya dînê Xwedê dide,  li ba wê ciyê xwe digire û dema ji bona wê li hemberî kafiran şer bike û were kuştin hem li dunyayê bûya şahidê heqiyê û hem jî li axretê şehîd e û xelata wan jî ceneta baqî ye. وَالصَّالِح۪ينَۚ û salih in, merivên salih ew kesên ku ´eqîde û ´emelên wan li gora fermanên Rabbê Alemê ye. Kesê ku îmna wî bi xwedê saxlem nebe û li ser hîm û bingeha ku Xwedê gotiye, nehatibe avakirin, ´emelên wî li ba Xwedê ne meqbûl e. Ji ber wê Xwedê behsa gotina Salihîn dike. Salihîn; ew kesê ku çêdike, ava dike, îslah dike û birêk û pêk tştekî tikuz dike. وَحَسُنَ اُو۬لٰٓئِكَ رَف۪يق Ewana çi hevalên qenc in. Pîvanên qenciyê, li pêyçûyîna fermanên Xwedê ne. Di dunê da her kes li pêşberî hukmê qanûna Xwedê yek in û tu ferq û cudahiyek di navbera wan da tune. Lê li axretê, kesê herî qenc û baş Pêxember in, li pe wan kesên sadiq- rastgo ne, paşê şehîd û li pey wan jî kesê salih tê. Îja gava meriv li ser rêç û şopa Xwedê û Pêxemberê wî biçe, hem li vê dunê û hem jî li axretê dibe heval û dostên wan.

Çewa hûn jî dibînin, gotina şuheda ya ku di ayetê da derbaz dibe, tu têkiliya wê bi kuştin, şer û pevçûnan re tunye. Şuheda û şehîd ew ê ku şahidiya rastiya dînê Xwedê dide. Êdî çi were kuştin û çi jî neyê kuştin, kesên wiha sehîd in.

Her wiha girêdayiyê mijara gotina şuheda-şahîd Xwedê di sûreyê Hedîd di ayeta 19 da wiha ferman dike:


وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا بِاللّٰهِ وَرُسُلِـه۪ٓ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الصِّدّ۪يقُونَۗ وَالشُّهَدَٓاءُ عِنْدَ رَبِّهِمْۜ لَهُمْ اَجْرُهُمْ وَنُورُهُمْۜ وَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِاٰيَاتِنَٓا اُو۬لٰٓئِكَ اَصْحَابُ الْجَح۪يمِ۟

Ew ên bawerî bi Xwedê û Pêxemberê Wî anîne! Ewana ewên sadiq-rastgo ne û şehîd in jî, li cem Rebbê wan ji wan ra xelat û ronaya wan heye. Ew ên ku bûne kafir û ayetên me diderewînin, ew ehlê cehenemê ne.

Her wekî ayeta sûreyê Nîsa ya 69, Xwedê di vê ayetê da behsa gotina şuheda dike. Ew kesên bawerî bi Xwedê Pêxemberê wî anîne, ew yên sadiq-rastgo ne; tesdîqa hukmê dînê Xwedê dikin, ji ber wê jî bi dil û can pê baweriyê tînin. Dîsa li pey sadiqan behsa şuheda dike; ew jî weka kesên sadiq ji ber baweriya bi Xwedê û Pêxemberî wî, şahidiya rastiya dînê Xwedê didin.

Tişta ku em ji van ayetên Xwedê serwext dibin ew e; ku ew mefûmê şehîd û şehadeta di nav millet da heye û gotinên şehîd û şuhda ku di Quranê da derbaz dibe, di levzên xwe da wekî hev in, lê di m´enan xwe da tu têkiliyên wan bi hev ra tune. Mixabin têgehên şehîd û yê şuhedayê ji aliyên siyasetmedarên bi nav musluman in û lê bi tebî´etên xwe di rêya kufarê da ne, tên îstismarkirinê.

Feyzullah Yalçîn 2019- 12 19

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest