XWEDA GERDÛNÎ MİROVAHÎ Behcet Ateş

Mirov jiyana gerdûnî bi mêjiyê xwe difikire û tevahî biryarê ji bo jiyanê bi vîna azad dijîn,bi hêstan di dilde hêst berhevî dikin û ji bo jiyaneke aramî temanê derbasbûyî di binbîra mirovan de ê tomar bûnin, ji jiyanê re dibin tecrûbe û kefşên rast û xeletî.

Bes mirov dema li sîstema ku behsa qanûna Xweda cc dinirxînin pirê aliman di nasîna qanûna Xweda de >Xweda>Gerdûnî >Mirovahî> û Jiyanê> her yekî ji hev cûda didin nasîn.

Lê mirov dema bi awayek sosyolojîk li hebûna mirovahî dinirxînin gerdûnî warê nasîna mirovane û ji bo mirovahî jiyana ezmûn di gerdûnî de bijîn gerdûnî ayetek ji ayetê qanûna Xweda cc le.

Gerdûnî > Mirov> Xweza> Sirûşt> û jiyan her yek perçeyek ji hevin. Lê pir mexabin civaka gelê kurd ji ber sedema bindestiyê û desthilatdarî a dewletên dagirkerd berê mijara nasîna qanûnan danin warekî berêwî berbi esman ku mirov ne mimkûne bi nîgan bikaribe here esman.

Lê mirov dema mêjiyê xwe bikar tînin esman her çiqas bê nerdûwan û bilindbejî lê çûyîna esman mimkûne.

Lewra Xweda cc di pir ayetê Qur’anê de bala mirovan dikşîne ser mijara mêjî, ey mirovahî ma hûn çima mêjiyê xwe bikar naynin.

Lakîn hinek kes ango siyasetmedar dema nivîsan li ser jiyana civakî parve dikin, balê dikşînin di nava tevgerekî lêgerîna rastiyek bê dawî bi çevan were dîtin digerin. Tişta ku lê digerin ber çavên wan in bas navînin.

Her kes bi awayek felsefîk li lêkolîna lêgerîna rastiya di xetekî bi nakokîne de lêgerîn çêdikin û lewra tênegihîjin endcama lêgerîna xwe, lewra tim li sûçdarekî digerin.

Pir mexabin çavên her kesîde sûçdar qanûna ku Xweda ji bo mirovahî di gerdûnî de rihet bijîn hunartiye û navê qanûnê îslam binav kiriye sûçdar divînin, ango (dînê )ku Xweda wekî qanûnameya ji bo jiyana gerdûnî hunartiye divînin wekî celadê kuştina zindiyan divînin.

Mixabin ji bela ku bi mêjiyê xwe nafikirin û tespîta jiyan bi vîna azad dibe jiyan nafikirin, mexabin hewce navînin xwe û jiyanê bi hev re nas bikin.

Lê kes nafikire gelo mirov çima sûçdarî di jiyana xwe de lêgerîn çênakin rastiya jiyanê di hebûna xwe de kefş nakin çima..!

Anjî rastiyê çima di çerçoveya mêjî de lêgerînan nakin, wekî mînak û rêya nasînê: Xweda cc û tevahî afirandin >>Resûl û Rêvebertî>>Gerdûnî û Sirûşt >>Mirovahî û Jiyan>>Qanûname û Dad>>Jiyan û Azadî> Vîn û Biryar > Wîjdan û Civak.!

Lê mixabin wekî heman demî her kesên ku kefşa mêjî û vîna xwe nekirinin, di şîroveyen xwe de sûçdarî di Ola îslamê de divînin. Va him xelete û himjî ji rastiya jiyanê dûre, bes mêjî xeletiyan qebûl nake.

Em dibêjin Xweda gerdûnî afirandiye lê çima li gora xwastekên jiyana me ranexistiye ber çavên me. Lewra em ji çevan korin û çavên mede ronahiya ku di gerdûniyê de çendîn rengên ji hev cûda henin û bi renga rengî xemilandiye navînin..!!

Her kes bi erenî dibêjin tevahî kesên ku bi navê civaka bisilmanan hatine nasîn tev sûçdarin û bi çavên xerav û jiyaneke xeletî dijîn dinirxînin.

Lê ji bo va civaka jiyaneke aramiya bi gerdûnî re bijîn, civakê bi jiyana gerdûnî re lihevhatî nadin hez kirin û lewra jiyana azad û pak bi girêdey dadê û bi vîna azad dibe rastiya jiyanê.

Em dibêjin tevahî Rêberên ku bi navê pêximbertî hatine bi nav kirin şaşin û behsa jiyaneke xelet ji mirovahî re kirinin. Ji berku em bê rêberin anjî rastiya rêvebertiyê û rêberan di kesên bi hêzin de digerin..!!

Lê em ji xwe napirsin çima Xweda cc ji bo tevahî mirovan ango li gora her civakan re (Resûl) Rêberê ji bo teblîxe, ango ji civakê re behsa jiyana rast û pakjiyîn bike hatiye bikar kirin.

Em dibêjin di gerdûniyê de tenê dewletên rojhelata navînde pirî qirêjin va xeraviyên bi serê wande dibarin tenê sûçdarên gerdûnî civaka bisilmananin û sedema wîjî Ola (DÎN) îslamê bi sûçdartî tewambar dikin.

Lê bersiva vî neheqiya ku li îslamê dikin mêjiyê xwe nadin fikirandin ku îslam rêya nasîna Xweda cc> Resûl ango Pêximber> Gerdûnî> Tevahî zindî û taybetî Mirov ango ÎNSAN> Jiyanê bi vîna azad pak û paqijî bijin hatiye binav kirin.

Lê em wekî ku di ayetê Qur’ana pîroz de dibêje bê emriya Xweda nakin û ji bo hûn xwe ji tengasiyan de xelasbin, ey mirov hûn çima mêjiyê xwe bikar naynin.

Pir mexabin ji bo derketina ji tengasiyan mêjî yê xwe nadin fikirandin û destûra jiyanê bi vîna azad nagrin …!!

Çawa di pir ayetan de dibêje ew qewmê ku xwe neguherîne di ser wande tim pîsî dibare û her waha tim bi ser wande afat, musûbet û ji bela xelas nabin dijîn. .!

Em hinek pirsan ji xwe bikin.

Yek : Gelo mirov çiye gelle jiyana mirovan çawa bijîn û kefşa xeletî û rastiyan ji hev bi kîjan kefş û tespîtê ji hev derxînin.

Didu: Gelo sûç çiye çima navê tiştên ku ji jiyana civakîre terse navê wî bi wekî sûç hatiye bi nav kirin.

Sisê: Gelo qanûn çiye û çima qanûna jiyanê ji gerdûnî hatiye qetandin.

Çar: Gelo Kefş û tespîta qanûnê ji gerdûnî biqetînin çiye bi kîjan melzemey ve tespît hatiye bikar anîn.

Pênc: Xweda >>ango afirder, >>Gerdûnî û >>Mirov çiye. (Nava kevanê de mirjar ji bo jiyana mirovahî ye lewra tenê behsa mirovan dikin.
(Ji berkû di gerdûniyê de 18 hezar elem ango zindî henin.)
Ji ber wî qasê em tenê behsa mirovan di çerçoveya jiyana civakî dikin.

Gelî biraderan Xweda cc ( ango afirder)yeke.
Bes her mirov bi gora jiyana civaka xwe û zanebûyîna xwe Xweda cc naskiriye û li gora têgihîştina wî Xweda cc nas nekiriye.

Her mirov bîrû baweriya wî li gora jiyana civaka ku jê hatiye û bi heman civakêre dijîn bawer dikin. Welewkû em bêjin em bê bawerî bijîn, bes ew bê bawerîjî bi serê xwe baweriye.

Bi awayek felsefîk mirov dema li jiyana gerdûnî dinirxînin digîhîjin endcama ku mirov û mirovahî di gerdûniyê de bihevre wekî av û ax mirov jî hebûnekî jiyana wî bi girêdey gerdûnî dijîn.

Ew rexneyên ku hûn li dewletan anjî li civakan dikin sûçdarê wî ne îslame û nejî pêximberin.

Xweda cc tevahî Pêximberan wekî mamoste ku mirovan hînê teknîka jiyana gerdûnî bikin bikar kiriye û lewra navê Pêximber him Resûle û himjî Rêbere. Lê wekî her mirovê ewjî mirovin xwarin û vexwarine zewicîne û xeletiyan jî kirinin.

Bes sûçdar mirov bixwenein, çima mirov bixwenin, lewra ew nexweşiyên ku em tev bihevra behsa karên qirêj dikin di jayana heman mirovahî de wekî bebûnên di gerdûniyê de henin.

Hinekî gerdûnî bifikirin, hewa germ û sar, ba û bahoz, baran û xweşî. Aşît û bafîzok, erdhec û (volkan) agirê di bin axêde dema girê wekî çiyan bi şewat dibe lehiya agir û çi li berê ket dide berxwe dişewite dibe.

Pir mexabin civaka gelê kurd ji naskirina qanûnan û fikirandina bi mêjî kefşa rastiyan û jiyan bi vîna azad dibe jiyan û di çerçoveya rêzikên qanûnê de bawerî bi Ole (DÎN) û rêya DÎN ê ku tere Xweda cc Îslame bi mêjiyê xwe qebûl nekirinin.

Di nava kevanê de, pir mexabin DîN ê ku di nava civaka kurdan de dijîn baweriyek mîrase û teqlîda bav û kalê xwe bawerî anînin.

Em bi awayek fîlizofîk dikarin bêjin dema mirovan kefşa qewman ango neseba xwe kirin mêjiyê xwe bikar anîn û xwe wekî hêz danin hev dewleta xwe bi gora zimanê xwe tespîta nasnama xwe kirinin û dewleta xwe saz kirine.

Sûçê çênebûyîna dewleta kurdan sîstema îslamî nîne. Bi gora min tenê tifaqa hêztiyê de kêmasiyên wan hebûnin û nefikirînin ku mirovahî di tevahî cîhanê de jiyan ber bi her civak ewê wekî dewlet bijîn, û mêjiyê xwe ji bo bibin dewlet bikar nanîne.

Mexabin civaka gelê kurd jiyanekî bi gerdûnî re lihevhatî nejiyane û cezay wîjî her kesê ku neseba wî kurde bedelê bê pîvan bi canê xwe malê xwe ve danin.

Behçet Ateş:15-01-2020

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest