KESÊ KU QENC İN. Behcet Ateş

Gelê ji civakên rojhelata navîn û taybetî civaka ku wekî bisilman hatine terîf kirin, jiyana xwe ji aşitiya navxweyî û taybetî ji gerdûnî cûda kirinin.

Naxwe hatina tevahî Pêximberan ji bo ku civak bi gerdûnî re were nasîn ji jiyana gerdûnî baş ferbin paqijî û bi vîna azad û mêjiyê bikeve xizmeta mirovan re qanûname ji bo jinana gerdûnî rihet û bi feydebe hunartiye. Le mexabin taybetî civaka ku bi terîfa bisilmanan hatine terîf kirin, dema behsa zanistiyek bi feyde dibe, wî demê hemû têgihîştinê mêjiyê wan ji xewa bê hiştiyê radivin û dibin payêrvanê Xweda.

Xwe mafdarê bikevin nava êrişa jiyanê li zanyaran bikin dojeh divînin. Her kesek kî ku îcatek ji bo xizmeta mirovahî û taybetî ji bo jiyana gerdûnî rihet bibe û ava bike, ango mirovahî jê sûdwarî bibe, ji bo xizmeta mirovan re were bikar anîn, ew kesa têgihîştiye nasîna gerdûnî û her waha armanca qanûna Xweda cc naskiriye.

Bi gora ku terîfa Xweda cc di ayetan de behsa fikirandina mêjî ji bo tengasiyan xelas bibin û jiyana Xwe biguherînin serî li mêjiyê xwe û vîna azad bixin, wî demê mirov tespîta xeletiyan dike û ji xeletiyan rêya rast bi avakirina hebûnên zanistî ji bo bikeve xizmeta mirovahî û her waha xizmetê ji Xweda re kiriye.

Ew kesên ku ji bo jiyana civakê re dibe xizmetkar û tespîtên avakirina teknîkî û wekî ceyran, lambe her weha tevahî teknolojiya ku ji bo bikeve xizmeta mirovahî, li gora qanûnama Xweda ji jiyana gerdûnî re hunartiye ew kes qence û qencê Xweda ye.

Lewra tevahî jiyan ji Xweda tê û dawiya vegera tevahî 18 hezar aleman bal Xweda cc le. Ji ber ku jiyan tim dijî û tevahî hebûnên zindî ê bi rih dijîn dema wehdey şaney jiyanê qediya wî wextê rih ji bedena zindiyan derdikeve û vegera rih bal Xweda cc le.

Behçet Ateş:31-01-2020

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest