QİLÊRA GOH Û ZİMAN Behcet Ateş

Mirov dema gohên xwe bi qirêjiya rûnê zimanê biyaniyan bixitimîne , wî demê tevahî lebatên wî hewceyê dermanê helandina qirêjê dimîne. Lazime şane ê zimanê zikmakî di nava mêjîde têkilî bi binbîra hefiza mêjîre çêbe û mirov bi rastiya zimanê zikmakî bihese, ji xewê hêşar bibe. Wî demê bi baldarî derman berdidî ser birînê ji bo ku rûnê qilêra li ser perdeya goh bihelîne, pir hewcetî bi bijîşkê ziman û perwerda derman kirin a mêjiyê mirovan tevlihevî nabe çêdibe.

Di bin qontrola bijîşkê mêjîde perdeyê goh ê deng digre û ji binbîra mêjî axaftinê bi ziman nasnama wî mirovê ji xewa biyanî hêşar dike û bi hebûna xwe re rûbirû dimîne. Dema mirov bi hebûna xwe hesiya hewcetiya wî bi parastina mêjî were qontrol kirinê çêdibe û ji bona ku mêjî yê wî nava hev nekeve amade bûyîna bijîşk mecbûriye.

Lê ger ku bi zanistî û di bin qontrola bijîşk de, xwe ji warê biyaniyan dûr nexîne, tu wextê bi serê xwe nikare ji entegrasiyona xerîb dûr bikeve, lewra bi jiyana rastiya xwe bi vîna azad re nasnabe. Mirov heta bi vîna xwe azad nefikire û jiyana wî ne bi destê wiye, lewra her dem bi xeletiyên ku bê qontrola vîna xwe dijîn û her waha bi fikirandina mêjiyê xwe nikare tespîta xeletiyan raste rast ji nava hev derxînin û vîna azad nas bikin.

Lewra jiyana ezmûnî a mirovan bi vîna azad û tespîta bi mêjî dibe rêkûpêka jiyana mirovan. Ji ber wî qasê mirov mesûlê qedera jiyana xwe ye û qedera mirovan bi girêdey vîna azad û naskirina mêjî ê kamile.

Behçet Ateş: 18-02-2020

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest