QANÛN Û MİROV Behcet Ateş

Xweda mafê hilbijartina dayîk û bav û ziman nedaye mirovan. Mirov dema ji dayîk dibe di dibistana dayîk û bavê xwe de ferê rêzikên jiyanê û axaftina zimanê dayîkê dibin.

Zarok dema ji dayîk dibe temenê wî heta heft saliya wî bi hînbûyîna zimanê dahîkê derbas dibin û ji heft salî heta 15û20 salî bi hînê rêzikê jiyanê ferbin derbas dibin. Lewra her zarok dema jiyana wî bê bextewarî dijîn derbas dibin, bi zimanê xemdarî dibêjin ez doh zarokek cîwan bûm û ji warê bavkalê xwe neçarê dûr jiyana penaberî mame.

Taybetî zarokên ku di zaroktiyê de sêwî dimînin û ji dayîka xwe dûrî dijîn neçarê bin barê jiyana gerdûnî dimînin. Jiyana zarokên ji dayîk û anjî ji bavê xwe sêwî dijîn, ji bo wî zarokê tevahî derê bextewarî bi serda tên girtin û di binbîra mêjiyê xwe de jiyaneke astengî dijîn.

Jiyan ji bo wan zarokan dibin bafîzoka reş û dijwarîyek bê rêzik, qedera vî gerdûniyê zarokên sewî pir zû temen mezinî dike û tim ji xezeba bayê bafîzokê xelas nabin. Zarokên bê bextewarî dijîn tim di zaroktiyê de ferê berxwedana dijê kesên bê jiyana qanûn û bê hişmendî dijîn dibin.

Carna serkeftî dibin û carnajî bi tenê di quncikê xwe de pîvana kesên neheqiyan dikin re bilî dibin. Mirov ên bi hişmendî dijîn dema li wan neheqî tête kirin carna ji bo xatirê bendê xizm û eqrebayan neqetîne pir caran li xwe zilmê dikin û bê deng dimînin.

Lê mexabin di jiyana vî gerdûniyê de dema mirov bê deng bimînin, wî demê bê dengî dibê hêza kesên bê hiş û bê qanûn( ango bê dîn). Lewra dîn qanûne û kesên ji qanûna fem nekin ew kesana bê dîn dijîn. Jiyana kesên bê qanûn dijîn dişibin wekî qantirê ji bo bar bikar were anîne, ji berku tenê ji bo bibe hemalekî bi bar tê bikaranîn.

Lewra li welatê rojhelata navînde û taybetî li heremên kurdistînê de çerçî qantir ji bo şelegan xweyî dikin û anjî keran ji bo barxanê şivanê pezên şevînê dijîn, ango ji gundan dûrî de li çolistanê bişev dimînin bikar tên anîn.

Bi gora fikr û ramanê mirovahî ferqa kesên bê qanûn dijîn, ferqa mirovan û ker û qantiran qet ferq nîne, tenê qantir û ker na axivin û hişmendî bikar bînin nafikirin. Lewra ew kesên ku bê qanûn dijîn di axivin û difikirin. Lê ew kesên ku bê qanûn dijîn, ango bê (DÎN) dijîn heman demê de fikirandina wan tenê ji bo zerar û ziyanê bidin mirovahî difikirin.

Bila Xweda hefza mirovan ji wan kesana bikin û Xweda mirovan ji kesên bê qanûn dijîn bike. Lewra li gora qanûna Xweda kesên isa dijîn şeytan bixwenin.

Behçet Ateş: 21-02-2020

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest