Rastiya sê mehên ku tê gotin pîroz in

Di nava millet da, bi navê “sê mehên pîroz“ anjî rojiyekî bi navê rojiya sê mehan heye. Xwedêgiravî Pêxember (e.s) sê mehan; yanê meha Receb, Şeban û Remezanê li serhev rojî girtiye û musluman teşwîq kiriye ku di wan mehan da rojî bigirin û xasê bi wan mehan nimêj bikin. Lê di tu kêtebekî mu´hteber da, rojiyek binavê rojiya sê mehan tune.

Di kitêbên hedîsan yên wekî Buxarî, Muslim, Tirmizî, Nesaî û yên din da, hedîs tune ku Pêxember di meha Recebê da ji bilî sê rojan rojî girtibe. Pêxember (e.s) kiribû ´edet ji her mehê sê rojan rojî digirt û meha Recebê jî ji van mehana yek bû.

Hedîs û riwayetên derbarê meha Recabê da, ji sedî %95 ne rast in. Hin riwayet ji sedî sed li dijî hukmê ayetên muhkem yên Quranê ye.  Derbarê îbadetekî tayîbet yê meha Recebê da, tu hedîsekî sehîh ji Pêxember nehatiye ragihandin.

Tenê Pêxember, di meha Şebanê da, zêde rojî girtiye. Wê hedîsên li ser vê mijarê li jêr bêne nivîsandin.

حَدَّثَنَا عَبْدُ اللَّهِ بْنُ يُوسُفَ أَخْبَرَنَا مَالِكٌ عَنْ أَبِي النَّضْرِ عَنْ أَبِي سَلَمَةَ عَنْ عَائِشَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهَا قَالَتْ كَانَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ يَصُومُ حَتَّى نَقُولَ لَا يُفْطِرُ وَيُفْطِرُ حَتَّى نَقُولَ لَا يَصُومُ فَمَا رَأَيْتُ رَسُولَ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ اسْتَكْمَلَ صِيَامَ شَهْرٍ إِلَّا رَمَضَانَ وَمَا رَأَيْتُهُ أَكْثَرَ صِيَامًا مِنْهُ فِي شَعْبَانَ

Ji Ebî Selemete hatiye ragihandin; ku  Ayîşe Xweda jê razîbe got: Gava Pêxember (e.s) rojî digirt me digot wê tu carî fitar nemîne û gava dixwar jî, me digot wê qet rojî negire. Lê min nedît Pêxember (e.s) ji bilî meha Remezanê mehekî sax rojî girt û min nedît wî bi qasî meha Şebanê, di mehekî din da rojî girtibe[1].

Hz. Aîşe di vê hedîsê da, radigihîne ku Pêxember (e.s) tenê meha Remezanê tev rojî girtiye û Pêxember ji bilî meha Remezanê mehekî din sax rojî negirtiye. Lê piştî Remezanê wî herî zêde di meha Şebanê da rojî girtiye.

حَدَّثَنَا مُعَاذُ بْنُ فَضَالَةَ حَدَّثَنَا هِشَامٌ عَنْ يَحْيَى عَنْ أَبِي سَلَمَةَ أَنَّ عَائِشَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهَا حَدَّثَتْهُ قَالَتْ لَمْ يَكُنْ النَّبِيُّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ يَصُومُ شَهْرًا أَكْثَرَ مِنْ شَعْبَانَ فَإِنَّهُ كَانَ يَصُومُ شَعْبَانَ كُلَّهُ

Ji Ebî Selemete hatiye ragihandin ku Ayîşe Xwedê jê razîbe ji wî ra behskir ku: Pêxember (e.s) ji Şebanê zêdetir di mehekî din da rojî negirtiye, lewra Pêxember meha Şebanê temam rojî digirt[2].

Ev hedîs berevajiyê hedîsa pêşiya xwe ye. Lewra di hedîsa pêşî da dibêje; Pêxember ji bilî meha Remezanê mehekî din sax rojî negirtiye. Lê di vê da dibêje; Pêxember meha Şebanê sax bi rojî derbas dikir.

Bawer bikim hûn jî nakokiyên navbera riwayetên; ku tê gotin ji Aîşê hatiye ragihandin, dibînin…

وَحَدَّثَنَا عُبَيْدُ اللَّهِ بْنُ مُعَاذٍ حَدَّثَنَا أَبِي حَدَّثَنَا كَهْمَسٌ عَنْ عَبْدِ اللَّهِ بْنِ شَقِيقٍ قَالَ قُلْتُ لِعَائِشَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهَا أَكَانَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ يَصُومُ شَهْرًا كُلَّهُ قَالَتْ مَا عَلِمْتُهُ صَامَ شَهْرًا كُلَّهُ إِلَّا رَمَضَانَ وَلَا أَفْطَرَهُ كُلَّهُ

Ebdullah Bin Şeqîq dibêje; min ji Ayîşê ra got; erê ma Pêxember (e.s) mehekî sax rojî digirt? (mabest meha Şebanê ye) Aîşê got: Ez nizanim ku Pêxember ji bilî meha Remezanê, mehekî bi temamî rojî girtibe, anjî bi temamî  fitar mabe[3].

Ev riwayet jî delîl û îsbata wê yekê ye; ku Pêxember tenê di meha Remezanê da sax rojî girtiye.

حَدَّثَنَا قُتَيْبَةُ حَدَّثَنَا عَبْدُ الْعَزِيزِ بْنُ مُحَمَّدٍ عَنْ الْعَلَاءِ بْنِ عَبْدِ الرَّحْمَنِ عَنْ أَبِيهِ عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ قَالَ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ إِذَا بَقِيَ نِصْفٌ مِنْ شَعْبَانَ فَلَا تَصُومُوا

Ji Ebî Hureyre hatiye ragihandin; ku Pêxember (e.s) got: Gava ma nivê Şebanê, rojî negirin[4].

Li gora vê hedîsa Ebî Hureyre, Pêxember (e.s) tevaya Şebanê rojî negirtî û ji eshabiyên xwe ra gotiye, ji panzdehê Şebanê şûnda rojî nigirin. Lewra gava mirov tevaya Şebanê rojî bigire, bêtaqet dibe û dikare tesîreka neyênî li girtina rojiya ferz ya Remezanê bike.

Çewa ji hedîsên li jor jî tê zanîn ku, derbarê rojiya meha Recebê da, çi hedîs ji Pêxember nehatiye ragihandin û sunetekî jê çênebûye.

Li ser rojiya meha Şebanê, îxtilaf heye.

Li gora hin hedîsên ku nîsbeta wan dane bi bal Pêxember (e.s) tê zanîn, ku Pêxember tmamê Şebanê rojî girtî û li gore hin hedîsan jî, Pêxember nîvê Şebanê tenê rojî girtî.

 Her wiha Pêxember (e.s) ji eshabiyan xwestiye ku xwe ji bona rojiya Remezanê amade bikin û ji panzdehê Şebanê şûnda rojî negirin.

Lê dîsa Xweda ji her kesî çêtir dizane.

Rojiya meha Miherem:

Sunet e ku mirov di meha miheremê da, hin rojan rojî bigire. Mehên miherem ew mehên; ku tê da xwîn rijandin; yanê şer û pefçûn û nêçîr tê da heram e. Mehên miherem ev in: Meha Zul-Qe´îde, Zîl-Hîce, Miherem û Recebê ye.

حَدَّثَنِي قُتَيْبَةُ بْنُ سَعِيدٍ حَدَّثَنَا أَبُو عَوَانَةَ عَنْ أَبِي بِشْرٍ عَنْ حُمَيْدِ بْنِ عَبْدِ الرَّحْمَنِ الْحِمْيَرِيِّ عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُ قَالَ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ أَفْضَلُ الصِّيَامِ بَعْدَ رَمَضَانَ شَهْرُ اللَّهِ الْمُحَرَّمُ وَأَفْضَلُ الصَّلَاةِ بَعْدَ الْفَرِيضَةِ صَلَاةُ اللَّيْلِ

Ji Ebî Hureyre Xweda jê razîbe hatiye ragihandin; ku dibêje; Pêxember (e.s) got: Piştî rojiya Remezanê, rojiya herî bixêr ya meha Xweda ya Muhermê ye û nimêja herî bixêr jî, piştî nimêja ferz nimêja şevê ye[5].

Roja Duşem û Pênşemê:

Sunete ku mirov bike edet û roja Duşem û Pênşeman rojî bigire. Lewra Pêxember (e.s) wusa dikir.

عَنْ عَائِشَةَ قَالَتْ كَانَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ يَصُومُ مِنْ الشَّهْرِ السَّبْتَ وَالْأَحَدَ وَالِاثْنَيْنِ وَمِنْ الشَّهْرِ الْآخَرِ الثُّلَاثَاءَ وَالْأَرْبِعَاءَ وَالْخَمِيسَ

Ji Aîşê Xwedê jê razîbe hatiye ragihandin ku, Pêxember (e.s) ji mehekî roja Şemî, Yekşem û Duşemê rojî digirt û ji meha din Sêşem, Çarşem û roja Pêncşemê rojî digirt[6].

Ev yek ji bilî Remezan û Şebanê, ji bona temamê mehên din derbaz dibe

Pîrozkirina sê mehan û şevên tayîbet, di dema Pêxember, esahabî, tabi´în û mutexirînan da tune bû, pirr dû ra bi piranî ji aliyî dewleta Fatimîyînê şî´e da ket nava muslumanan.

Di Îslamê da ne şeva Rexaîb û ne jî şeva Beratê hey. Sîstemên laîk û sekul ji berdêla rastiya Quranê da, çavên muslumanan bi van roj û şevên bêbingeh dane girêdan û rêya Îslamê ji ber wan daye wenda kirin.

Silav rêz

Feyzullah Yalçîn 27-02-2020


[1] Buxarî û Muslim: Kîtabi sewm babu sewmu şeban

[2] Buxarî: Kîtabû sewm babu sewm şeban

[3] Muslim: Kîtabû siyam babu siyamû Nebî…

[4] Tirmizî: Kîtabu sewm mîn Rsullulah.. babu keraheti sewmî fîh nisfî sanî mîn Şeban

[5] Muslim: Kîtabû siyam babu fedlu sewmu El-Muherem

[6] Tirmizî: Kîtabu sewm bab ma cae fîh sewm yemul isneyn wel-xemîs

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest