Şivan Perwer heyranê rêç û şopa M.Kemal Ocalan e!

Şivan Perwer

Şivan Perwer di hev peyvîna xwe ya bi RNT Tvê da, pir bi dilxweşî behsa M. Kemal dike û wî wekî qehremanê neteweperest bi nav dike. Fermana teltela şêxan ya ku ji aliyê Itihadê Taraqî û serokê wê M. Kemal da hatibû dayîn û dest pêkirn, tiştekî pirr di cîh da û rewa dibîne.

Jî vî jî xiraptir yekê min şêx Seîd, Qazî û hin serokê din; ku canê xwe di ber ax û milletê xwe da daye, kesên feodal û şêxên pir bêqîmet yên ku dîn tev li siyastê kirine bi nav dike.

M. Kemal û Ocalan wek kesên pêşketiyên neteweperest bi nav dike û rêç û şopan wek ya gel dide nîşandan. Her kes vê baş dizanin ku piştî Ocalan hat girtin, dev ji hemû siyaseta xwe ya berê berda û got: ”Ez warisê çanda mîlletperestiya M. Kemal im”

Ger meriv şexsîyeta Şivan nasneke, dikare jê ra tiştekî pir mezin dayne; ku ew bixwe ne laîqê wê rêz û qîmetê ye.

Şivan û yên wekî Şivan di mal û milkê Xwedê da dijîn, lê dibêjin nabe ku Xwedê di milkê xwe hukumdar be.

Behsa wîjdan û merhemetê dike, teserufata di milkê Xwedê da, li Xwedê qedexe dike û dibêje; bi tu awayî nabe ku dîn tev li siyasetê bike.

Şivan biqasî serê xwe li ser tiştên pûç û vala hêşandiye, nîvê wê serê xwe li ser dîroka dîn û pêxemberan bi êşanda, wê ewqas tiştên pûç û beredayî negota.

Divê Şivan biryarê bide, ew pisporê dîn e, civaknas e, siyasetmedar e anjî hunermend e.

Divê her kes vê baş bizanibe; gava Şivan qilasîkên kurdî û helbestên alim û zanayên ji Medresê kurdistsnê derketiye dibêje; dengê wî lê tê.

Wekî din berhemên Şivan yên bi nav deng, pirr kêm in. Yanê Şivan bi saya berhem û hîkmetên ji Medresê kurdistanê derketiye meşhûr bûye. Lê niha jî nankoriyê dike û ji bona Apo û M. Kemal serok û serwerên kurda kêm dixîne.

Belê dengê Şivan xweş e, lê mixabin şexsiyeta wî pirr qels û lawaz e. Ji ber wê jî ’evdîtiya ’evdên wekî xwe gunehkar dike.

Şermezar dikim…

Feyzullah Yalçin

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest