Derbarê kêfxweşiyê de M. Baravî

Kêfxweşî ku herkes li pê wê ye, lê tu kes baş nizane ku mirov xwe çawa digihîne wê. heke tu gelekî bi pêkevî, ka gelo ez kêxweş im yan na; îhtimal heye ku tu nikaribî xweşiya ku tu tê de yî bibînî. nexwe mirov di lêgerîneke şaş de ye. fikr û ramaneke hêja ev e ku; ne her tiştê mirov hebe, hin caran pêdiviya mirov bi hin tiştan bimîne.

Bi taybet ev hizra ha li nik ewrûpiyên ku bi salan kêfxweşî di konsumizm û shopolics ê (xerckirin û kirînê) de didîtin, hêja ye û guherîneke giranbiha ye. Belê kêfxweşî ne li Oxford Street yan Ullared yan Mexazeya herî mezin ya li Bangkokê ye. Erê tiringî û tûtîniyên kaseya ku perê tişta dide hev li devereke mejî olan dide û kêfxweşiyeke derewîn hişyar dike. Lê ne ez ê li wir bikirim û ne jî tuyê ji wir! kêfxweşî , ne di ew tiştên tu bidest dixî, lê di wan tiştên ku tu didî de ye.

Gotina Cenabê Pêxember bîne bîra xwe; ”destê ku dide di ser yê digre re ye!” kesên bawermend jî, ji kirînê kêfxweşiyeke mezin bidest dixin, lê ferq ew ji tiştên fanî û demkî, bi yên ebedî û bêdawî didin. Xwedê mal û canê bawermendan, li hemberî behiştê, ji wan kiriye. jiber ku dinê erd û axa axîretê dibînin, yên rasteqîn, bi çandiniya tov û bizrên qenciyan daketî ne û ji vî karî, kêfxweşî û tameke bêjimar werdigirin. belê hebûna pereyan tiştekî xweş e; lê kêfkirina bi wan, dayîna kesên xwedî pêdivî ye… kêfxweş, ne yê ku her tiştê wî heye; yê ku pêdiviya wî bi hinek tiştan heye… heke dilê te derbarê vê yekê de li delîlan digere, berê xwe bide Sûretê Tekasur. tuyê li wê derê rewşa dojehî û cehnemî ya, yên ku hetanî mirina xwe bi dahevdan û jimartinê daketine bibînî !

Derbarê vê yekê de, Warren Buffet ê Emrîkî yek ji dewlemendtirînê cîhanê bû. Vî kesî, di dawiya temenê xwe de, biryar da ku piraniya hebûna xwe bibexşîne. Bêgûman li Emrîka yên ku vê yekê dikin ne ew tenê ye; lê ew (Warren) gaveke dinê jî pêş de çû û ji dêvila ku weqfekê li ser navê xwe ava bike û navê xwe bi wî awayî nemir bike, hemû hebûna xwe bexşand Bil û Melinda Gates. jiber ku, jixwe rêxistineke wan ya alîkarî û qenciyê hebû.

Di vê navberê de divê ku Ebdurrehman kurê `Ewf neye jibîrkirin ku, hefsed hêştir/ deve digel barê wan, di riya Xwedê de bexşandibû… di hengameke esnaf û tucarên Medînê dixwestin fêda wî sê çar qato bidinê, wî ev biryar wergirtibû! Di vê hengamê de divê alîkarî û dayînên dîtir yên ji derveyê pera neyin jibîrkirin. zana bi zanista xwe, xwedî huner bi hunera xwe, bîrbir û rêveber bi bîrbirin û rêveberiya xwe ya adilane dikarin gelek tiştan bibexşînin mirovahiyê. Bîne bîra xwe, rêberxistina rêwendayan… Bîne bîra xwe, têrkirina birçiyan….

Bîne bîra xwe, xwedîderketin a li sêwî û bêkesan… Bîne bîra xwe, piştgiriya bêpiştan… Bîne bîra xwe, rakirina barê bêtaqetan… ”Kêf û kêfxweşiya yên ku fitretên wan muheyyic û bikelecan di kar û berxwedanê de ye.” ”devjêberdan û betalkirina karên fitretê, ne rihetî û kêfxweşî, lê dilzarî û nerihetiye. wek destê ku azad û li ser karê xwe û yê girêdayî.”

Bedîuzzeman. Gelek kes difikirin ku xweşikatî, dilgeşî û kêfxweşiyê dide. Rastî dijî vê ye… mirov, xwe zû fêrî rewş û derfetên ku tê de ne dikin û piştî demek e kurt êdî nema pê dihesin. jibo ku bi nîmetên destê xwe bihesî û şukurdar bî, divê tu li yên jêrê xwe binihêrî; lê jibo pêşkeftin û serkeftinê divê tu li yên ji xwe çêtir û pêşdetir binihêrî. ”jibo mirovê sergerdan, yê ku di vê cîhanê de, xwe tenê û bêxwedî dibîne, seadet û kêfxweşiya herî mezin, di naskirin û pêhesîna Rebbê xwe, digel nav û sifetên Wî yên di kemalê de ye. û di nav wê naskirinê de ew hezkirina ku li hember Zat û Sifetên Xwedê peyda dibe… û di nav wê hezkirinê de kêfxweşî û seadeta ku di ruhê mirov de peyda dibe ye.” Mektubat Name 20. Kêfxweşiyên ku mirov ji xwarin, vexwarin û jîneke digel tendiristî û li deverên hêşînayî û avî , bi şertê ku mirov xwediyê nîmetan bîne bîra xwe watedar dibin, seadet û kêfxweşiyeke bêhemta didin. lewra her tişt û nîmetê ku mirov ji destê rehmet û Qudreta bêsînor digre, îtimad û tewekkuliya mirov ya ber bi Xwedî û Xwedayê mirov ve bêtir dike.

Heke mirov li ser ruyê vê cîhanê xwe wek xelîfê Xwedê dibîne; dilgeşî, kêfxweşî û seadeta mirov di teqlîd û lipêçûna nav û sifetên xwedê de ye. Xwedê Semed e; ew jî diber xwe bide ku timî bide û ji kesî di daîra îmkanan de negre. Xwedê Camêr e, ew jî vê camêriyê di dereca hebûna xwe de bicîh bîne. Xwedê Muîn e, ew jî diber xwe bide alîkariya dîgeran bike.

Xwedê `Elîm e, ew jî diber xwe bide xwe bi xwendin û tefekkurê zana û bîrbir bike. navên Cenabê Xwedê yên wekî din, hun bînin bîra xwe û diber xwe bidin ku nimûneyên wan yên piçûk di jiyana xwe û daîreya xwe ya piçûk û bisînor de nîşan bide. Hem erk û karê mirov ev e û hem jî kêfxweşiya mirov ya rasteqîn di vir de ye…. *Ev nivîs harmoniyeke di navbera hizrên min, kulliyata Seydayê Bediuzzeman û pirtûka Christer Olsson ya bi navê ”Du Läcker vad du tänker ( fikra te ji rûyê te tê xwendinê, yan xwe dide der. r. 40-41)”

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest