Ax û wax ji derdê xîyanetê Behcet Ateş

Îxaneta navxweyî jana wî bi tu pîvanê nayêt pîvandin û birîna wîjî bi tu melhemê nayêt saxkirin. Şerê bi dujminre wekî cenge û mirov li himber dijminê xwe çiqas şerûdbin û bi zanistî pilanên şer bi pejirînin, diwiya wî şerê de her serkeftî dibin.

Dijminê gelê kurdan hemû pilanên pîsîkolojîk wekî armanc bikar tînin û bendê exlaqî ji holê radikin, di qada şerde çiqas sosretê xerav henin tevan bikar bînin jî, lê li mirovan pir giran nayêt û jana bûyeran jî li mirovan pir bi tesîr nabin. Di kurdîstan’ê de pir bûyerên sosret hatinin bikar anîn, lê bi qasê îxaneta navxweyî bi tesîr ne bûnin.

Di qada şerande leşkerên dujmin serê zarokên kurda jê kirinin û piyê xwe danin ser laşê zarokê kurdan û destê wande serî ji cesed jêkirinin û nigê xwe danînin ser laş wene kişandinin. Dujmin terîfa wî bi cûrbên cûdayetî nayêt kirinê lewra navê xwe li sere, dujmine.

Di hedefa tevahî şerande armanc serkeftine, di qada şerde dujminê mirovan dewletbin û mirov jî hêzeke bê parastinbe şer hinda bikin werin kuştinê mirov serkeftînin. Lê mirov bi hêzbin û bi alikariya dewletên navnetewî serkeftîbin mirov dibin celad û zalim, di dîroka mirovahî de tim wekî zalim bibîr tên anîn dibin nehlet lê hatin.

Bi hêz û rêxistin, bi mêjî û feraset bi dujminê xwe re bikevin cengê, bê guman dawiya bûyerê pola mirovan ji hev cûda dibin, ka kî serkeftiye û anjî hinda kiriye. Cihan dû hilşandina împaratoriyan de, bi navê her qewman sînor hatinin kifşe kirin û dewlet bi navê qewman hatinin naskirin. Lê mexabin gelê kurd serok û rêberên wan ji bela hesûdî û îxaneta navxweyî ketinin defika dujminê xwe û ne bûnin dewlet sînorê wan hatine kifşe kirin û nejî bûne qewm nasnama wan hatunin bi nav kirin.

Ji destpêka avabûna komela Tirkiye û Suriye, Îran û Îraqê, heta anuha bi mîlyonan kurd hatine kuştinê û bi bendva hatine darde kirin. Belê zarokên kurdan hatinin kuştin û malê wan hatinin talan kirin, gundê wan hatinin şewitandin, bes wekî qewm tim serkeftî bûnin. Lewra tu qewmekî bi hijmara mîlyon kesan va hetibin kuştin û hîna wekî qewm bi ziman çand huner li ser piyan nemanin.

Dujminê gelê kurd ji bo kuştin û têkbirina kurdan di jiyanê de û di şerde çiqas bendê bê exlaqî henin tevan bikar anînin. Bêbextî li kurdan kirinin, bi navê aştiya lihev kirinê, Rêberên kurdan li dervey welatan de bi bêbextî kom kujî kuştinin û zarokên kurdan di qada şerde serê wan ji cesed qetandinin û nîgê xwe dane ser laş û serî girtine destê xwe wene kişandinin. Cesedê zarokên kurdan bi bend va girêdanin û li dû panzeran erdêde kişandinin navenda bajaran de kolan bi kolan gerandinin. Keç û pîrekê kurdan kuştinin û cesedê wan çîplax kirinin wekî gosilmetekî eyb bi civakê dane temaşe kirin.

Bi jehra kimyasal deh hezaran kurd dergûşa ber pêsîra dayîkên wan, keç û xortên dest hinekirî, dayîk û bavê bi girêdey jiyana bi anor, kal û pîrikên bi serî egala pêçay, tevan bihevre komkujî qetil kirinin. Geliyê zîlan de jinê du canî dergûşa di rihma pîrekê de bi serê singûyan de derxistinin û komkujî bi kar anînin. Zaroka kurd kuştinin cenazê wî şewitandinin û çend hestiyên cesed xistine nava qarton wekî qolî ji dayîka wîre şandinin û bi dest danin. Nehîştine malbat herin zarokên xwe bi gora çand û ededên Olî bişonê û bi kefen bingor bikin û serxweşiyê ji gel bigrin.

Lê tu bûyerekî sosret bi qasê îxaneta navxweyî û îftirayên ji bo berjewendî li mirovan tesîr nakin. Îxaneta malbata Talabanî di dîroka kurdîstan’ê de bi çend caran dûbare bûnin û tim ji bo berjewendiyên xwe îxanet li tevahî gelê kurd kirinin û bê guman radest kirina Rêzdar Mustefa Selîmî bûye qapaxa sedsala bîstûyekî. Hêvîdarim ku va nusîbeta vîrûsa ku Kekê ÎKRAM OĞUZ bi GO VÎT 19 (corona 19)binav kiriye ji bo tevahî gelê kurd bibe nesîheta ji hev hez bikin û armanca tevahî hêz û rêxistinan bibin bendê azadiya netewa kurdistan. Rêzdar Mustefa Selîmî re ji Xweda rihmetê dixwazim û di kesayetiya malbata rêzdar Mustefa Selîmî de Sersaxî ji bo gelê kurd dixwazim. Nehleta Xweda û tevahî mirovahî li îxanetkaran were kirin û malbata Talaban’iyan bi tûndî şer mezar dikim.

Behçet Ateş: 13-04-2020

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest