Roja Cejna Zimanê Kurdî yan Roja Sekulerbûna Xebatên Kurdî?

Gelek tişt diqewimin ku, mirovên xîretkêş jî, xwe pê re û di nav de dibînin. Bê ku bizanibin, di bingehê mijarê de çi heye?

Yek ji wan tiştana, pîrozkirina 15ê Gulanê, wek roja Cejna zimanê Kurdî ye. Heke mirov mijarê diser re yan ji rû de bixwîne; 15ê Gulanê 1932an de, Kovara Hawarê ji hêla Malbata Bedirxaniyan, Celadet Elî û Birayê xwe Kamûran Elî Bedirxan, Osman Sebrî û hin kesên din ve hatiye derxistin.

Jiber ku êdî xebateke kurdî hatiye destpêkirin, divê ev roj cejna zimanê kurdî be!Ta vê derê, xweş xuya dike. Lê helbet, divê mirov hin pirsan bike, jibo kûrahiya mijarê:Gelo ta wê gavê tu xebatên bi zimanê kurdî nehatibûn kirin?Gelo tu weşanên perîyodîk mîna rojnamegerî,kovarî û gramerî di warê zimanê kurdî de nehatibûn , kirin?Celadet Elî Bedirxan (1893-1951) dema ku yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan, li Qahîre derket, derdora 5 salî bû. Yanî hêj zarokek bû û dest bi xwendin û nivîsandinê jî nekiribû. Lê hêj di wê demê de ehlê xîretê hene û dizanin ku çi jibo gelê kurd pêwîst e.

Rojameya Kurdistan li Qahîre ji hêla Malbata Bedirxaniyan, Miqdad Mîdhed Bedirxan ve di 22ê Nîsana 1898-1902an tête derxistin. Rojnamê 31 hêjmarên xwe hene, ku îroj mînanî destpêka rojnamegeriya kurdî tête dîtin û pîrozkirin.Kovara Jîn, ku ji hêla Hemzeyê Muksî ve (ku yek ji şakirdên Seydayê Bediuzzeman Seîdê Kurdî ye.) di sala 1918an de tête derxistin û kesatiyên mîna Xelîl Xeyaliyê Motkî yê Bedlîsî û Ebdullah Cewdet bi nav û deng bi pexşan dinivîsînin.

Helbet elîfbêya ku bikar tînin ya tîpên erebî ye. Kovar bi zimanê Kurdî û Tirkî ye. Di navbera salên 1918-1919an de derdikeve; birêz Mehmed Emîn Bozarslan jî ew latînîze kiriye.

Dîsa wek pexşan yekemîn gotara Seîdê Kurdî ya bi kurdî ku di dest me de heye ”Ey gelî Kurda” di wê serdemê de hatiye weşandin.Lê heke em hêj bi paş de biçin, ev kar û hişyarî digihêje serdema Ehmedê Xanî 1650-1707, yanî derdora 350 sal berê bi vê pêdiviyê Mem û Zîn, Eqîda îmanê û Nehcul Enam hatine nivîsandinê.ji bilî vê, bi dehan dîwan û xebatên ku bi zimanê kurdî ji hêla şêx û melayên kurd hatine nivîsandin hene.

Xelîl Xeyaliyê Motkî 1864-1946, yekemîn şexsê ku bi awayê modern pexşenivîs nivîsandiye û rêzimana kurdî çêkiriye ku di vê derbarê de mezherî pesinandin û şabaşiya Seydayê Bedîuzzeman jî bûye û wî mînanî nimûneya xîret û hamiyetperweriyê pêşkêşî ehlê xîret û xebatê kiriye.jibo çi min navê van çend xebatên hanê da ku, wek dîroka xwe tev beriya 1932an in?Taybetmendiya van xebatana çi ye?

1. Bêtirê kesên ku bi van karan rabûne digel hamiyet û xîreta qewmî, hamiyet û xîreta xwe ya dînî û olî jî hene.

2. Temamê van xebatana bi kurdî û bi tîpên erebî hatine kirin.

3. Em dikarin bibêjin ku, ji hêla ekoleke di bingeha xwe de dîn û dîndarî heye ve hatine meşandin.

4. Jibo çapemenî û weşana bi zimanê kurdî rêç vekirine û tecrûbeyên yekemîn in.

Pirsa min piştî van xalên jor tê:Digel ku van camêrana rêçek vekirine û gava yekem di warê zimanê kurdî de avêtine, çima em roja cejna zimanê kurdî, rojekê ji destpêka wan xebatên giranbiha hilnabijêrin û xwe didin bendî 1932an?

Bi qenaeta min,- ku xwe dispêre çend delîl û rastiyên dîrokî- dikare du sedemên xwe hebin:

1. jiber ku di xebatên Celadet Elî Bedirxan û Hawarê de bêtir bêhna sekuleriyê heye.

2. Rewşenbîrên nûhatî yên kurd, jiber ku nikarin alfabeya bi erebî hatiye nivîsandin bixwînin, van xebatên bi tîpên latînî mîna xebatên yekemîn dibînin û loma jî wê rojê wek cejn li dar dixin.

Binihêrin ; di nav tirkan de, inkilaba tîp û herfan, di 01.11.1928an de pêk hat. Piştî wê serdemê bi darê zorê û qaweta dewletê tîpên latînî li ser xelkê hatin ferzkirin. Ev yeka hanê mîna şoreşeke mezin bi gel dan qebûlkirinê û êdî her tiştê ku dixwestin bibêjin û bidin li bazikê wê alfabeyê bardikirin û datanîn ber gel.

Ya rast hem alfabe û hem jî wate bi xwe herdu jî ji gel dûr û biyanî bûn. Di wê navberê de zimanê tirkî ji gotinên erebî, farisî û kurdî dawdişandin bi qansî ku dikaribûn. Û dîsa taybetmendiya van kesên ku ev inkilaba kiribûn, wek bingeh, ji partiya Îttihad û Tereqqî dihatin. Û ew bi xwe jî, wek bingeh ji wan kesên ku xwe ronakbîr didîtin û perwerdeya xwe bi piranî li Fransa kiribûn pêk dihatin.

Hun dê bibêjin çi rêya me bi wan ketiye û çima tu bahsa wan dikî?Belê divê ku, ne lihevrasthatinek be; ku piştî înkilaba alfaba tirkan bi çar salan, Kovara Hawarê li Şamê -ku wê gavê di binê dagirkeriya Fransewiyan de bû- û bi destê Mîr Celadet Bedirxan û Birayê wî Kamiran Elî Bedirxan dest bi weşana xwe kiribû.Herdû birayan jî perwerdeya xwe ya akademîk li Fransa kiribûn -Çawa ku ronekbîrên hemdem yên tirkan jî, li heman deverê perwerdeya xwe kiribûn-. Kamûran Elî Bedirxan bixwe di nav artêşa Fransiyan bi xwe de tercûmanî kiriye.

Loma ku, hêjmarên destpêkî hem bi kurdî û hem jî bi Fransî hatiye weşandin. Wisa diyar e ku hem bi destûra wan û hem jî bi piştgiriya wan – qe nebe bi hêviya piştgiriya wan- weşana Kovara Hawarê hatiye destpêkirin.Lê taybetmendiya herî mezin ew e ku, wek qewmê kurd, cara yekemîn alfabeya latînî di rûpelê wê Kovarê de bikar tînin.

Dîsa em du xebatên wek serdem, paralelên hev hatine meşandin dibînin:Bi fermana Mustefa Kemal li Tirkiyê Qurana Pîroz didin tercûmekirinê. Heta di çavkaniyên tirka de tê gotin ku Mustefa Kemal gotiye ”Bila Quran bête tercûmekirin, da ku her kes bi çavê xwe bibîne ku bê ka (haşa) ji çi çîrok û qisseyên xwe dubare dikin pêk tê!”Di heman serdemê de bi navê Tefsîra Quranê ta sûretê Nîsa beş bi beş, wergera Qurana pîroz di kovara hawarê de tê weşandin. û helbet Kamûran Elî Bedirxan tamamê Quranê werdigerîne Kurdî, bi tîpên latînî.

Ne tenê ew, her weha încîl jî ji serî heta binî tercûme kiriye.Bi wergerandina herdû kitêbên semawî ber bi zimanê kurdî, sê xaye dikarin hatibin şopandin:

1- Mînanî Mustafa Kemal dixwest, bila xelk bixwe bixwînin û bibînin ku mînanî ku tête behskirin ne pirtûkeke mu`cîzewî û efsûnkar e. Yanî jibo daxistina rûmeta Qurana Pîroz.

2- Bi qansî ku mirov dibîne, Fransewiyan di serdema xwe ya dagirkeriyê de zêde têkiliyên xwe bi kurdan re çênebûne û kurdan nexwestine tikiliyekê bi wan re deynin.

Loma jî bi îhtimaleke gelekî mezin xwestine bi van tekstên li ber çavê xelkê muqaddes û pîroz in, xwe bigihînin milletê kurd.3- Hem perwerda bingehîn ya Kamûran Elî Bedirxan, li ser bingehê perdeya medresê awa bûye û sermiyanê wî yê fikrî ew e û bi wê rêyê xwestiye ku gotina xwe bêje.

Jiber ku digel Tefsîra Qurana Pîroz, Hedîsên Cenabê pêxember jî weşandine û heta pirtûkek xwe bi navê Dersên Şerîetê jî heye.

Di van xebatên Kamûran Beg de, îhtimal heye ku hassasiyet û bihistiyariyên gelê kurd yên wê gavê jî li ber çavan girtibe û loma jî rengekî dînî û olî jî dabin xebatê xwe.

Kar û tevgerên mirov helbet li gorî armanc û niyetê encam werdigire û em hêvîdarin ku Kamûran Beg, bi niyete safî û jiber ku bawer dikir ev xebat kiribin. Da ku di hizûra Xwedê de hemberê xebata xwe bibîne. Lê niyeta wî çi dibe bila bibe, zimanê ku di wergera Qurana pîroz de bikar anîye, gelekî hêsan û herikbar e. ev jî cihê malavayî û şabaşiyê ye.

Lê di heman serdemê de, xebata Qurana bi tirkî û kurdî, hinekî fikaran ji mirov re çêdike.wek encam, van xebatên bi tîpên latînî hatin kirin, bi taybet ji hêla derdorên ku hessasiyetên xwe yên olî û dînî kêm in rexbeteke gelek mezin dît. Bi îhtimala ku van derdoran, jixwe nikarîbûn xebatên kurdî yên bi xeta erebî hatine nîvîsandin bixwînin jî, wan xebatên bi alfaba latînî hatine kirin mînanî xebatên yekemîn dîtin û loma jî, di wan rojan de cejna wan jî li dar dixin.

jibo kovara Hawarê mirov bi hêsanî du serdemên wê dibîne.1. Serdema ku Celadet Elî Bedirxan serkêşiyê dike û bêtirên nivîsan bi xwe dinivîse û derbarê girîngiya ziman û jibo rûniştina û belavbûna alfaba latînî. 2. Serdema ku Kamûran Elî Bedirxan bixwe ji hêla nivîsaran de bi taybet tekstên olî ve Tefsîr û Hedîsan ve hem nivîsên destpêkî ne û hem jî bêtir xwe daye nivîsandinê.

Di vê serdemê de Mîr Celadet xwe daye xebatên gramatîkî û rêzimanî û ji hêla nivîsandinê ve di kerta duyem de dimîne. Ta hêjmara 23an weşana xwe hem tîpên latînî û hem jî bi yên erebî kirine.ji vê jî tête famkirin ku di nav kurdan de, belavbûna tîp û alfabeya latînî wisa hêsan nebûye.jibo wê serdemê saziyên kurda yên rewa Medrese bûn ku, ew jî li hember alfaba latînî bi mesafe tevgeriyane.

jiber ku ji xebateke netewî bêtir, mînanî xebateke sekuler dîtine û ta kertekê nehiştine ku di medreseyên kurdistan de ciyê xwe bigrin. Ev yeka hanê jî, ji hêla civakê ve, em dikarin bibêjin ku astengeke gelekî xurt e. Yanî bûye astengek ku xelk zû bi zû li zimanê kurdî xwedî dernekevin.

Vê gavê li Başûrê Kurdistan bi hezaran pirtûk û xebatên kurdî hene ku, kurdên bakur tenê jibo ku nikarin alfabeya erebî bixwînin, jê biyanî û bêsûd dimînin.

wek encam heke sedem em bi xwe ne, yan bi bernameya hinekî dinê ye ferq nake, me bi destê xwe, tixûb û sînorek kişandiye navbera têgihaştina pirtûk û berhemên başûr û bakur. yanî bi cihêbûna bikaranîna alfaba latînî û erebî.Pêşniyarîyek ji ehlê xîret û hamiyetê re:

Di heftakê de em kurdên bakur dikarin xwe fêrî alfaba erebî bikin û kurdên başûr jî dikarin xwe fêrî alfaba latînî bikin. û bi vî awayî em dikarin wan bariyerên di navbera xwe de hilweşînin.

27052021 Heby/ Sweden. Mucteba Baravî

By admin

Lämna ett svar