Hevserokên Şaredariya Amedê hatin girtin

Her du hevserokên Şaredariya Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin girtin.
 Peyamnêrê Rûdawê li Amedê, Maşallah Dekak ragihand, Polîsê Tirkiyê îşev 25ê Cotmeha 2016 her du hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anli desteser kirin.

Peyamnêrê me got: “Kişanak li Firokexaneya Amedê hat girtin û Firat Anli jî li mala xwe li Amedê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, hêzên polîs ên Tirkiyê avahiya Şaredariya Mezin a Amedê dorpêç kirine û hejmareke zêde ya hêz li derderoa avahiyê belav bûye.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê herwiha derbarê berteka xelkê Amedê de piştî bihîstina nûçeya girtina her du hevserokên şaredariyê got, ku hêdî hêdî xelk li ber avahiyê kom dibe û niha derdora 100 kesî li nêzîkî avahiya şaredariya Amedê civiyane.

Girtina her du hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê piştî wê yekê tê, ku her îro Kişanak li Enqerê di komisyona parlemanî ya taybet bi lêkolînên derbarê kûdetaya 15ê Tîrmeha 2016 de amade bû û derbarê têkiliya bi rêxistina Fethullah Gulen re bersiva pirsyaran da.

Piştî ku Kişanak ji Enqerê vegeriya Amedê, li firokexaneyê vî bajarî hat girtin.

 

Kaynak: Rudaw

Pin It on Pinterest