Feyzî Yalçîn: Zanîneke kurt derbarê sûrê Hucurat da

Sûrê Hucurat ji 18 ayetan pêk tê û li Medînê daketiye. Sûre navê xwe ji ayeta 4-remîn girtiye ku tê da, El-Hucurat derbaz dibe. Hucurat: Yanê gelekî ode. Di hin riwayetan da, ji vî sûrê ra, sûrê ”Exalqên Baş” jî hatiye gotin. Lewra her çiqas ev sûretê Hucurat sûretekî kurt be jî, lê bi m´ene û naveroka xwe pir mezin û fireh e.

Di vî sûretî da, bingeha heqîqetên şaristaniyet, exlaqên qenc û baş, edeb û edaletê hatiye danîn

Xweda Te´ala di vî sûretî da, behsa çend xalên girîng dike, ku divê her muminekî jiyana xwe li ser wan hîm û esasan birêve bibe.

Xala Yekemîn: Xweda pêşî bi mislimanan daye zanîn, ku heya hûn bi Pêxember neşêwirin û pend û şîretên wî derbarê pirsgirêkan da negirin, derbarê tiştekî da biryarek nedin û nêrîna xwe nebêjin. Yanê beriya ku Pêxember fermanên Xweda ji we ra bibêje, hûn bi ya xwe nekin û nêrîna xwe beriya ya Pêxember nebêjin. Her wiha di roja me ya îro da, gere kesê mumin ne bi fikr û ramanên xwe, belkî li gora fermanên Xweda tevbigerin.

Xala Duyemîn: Xweda li muminan ferman dike; ku gava ew li ba Pêxember qisedikin, divê jê ra rêz û hurmetê bigirin û dengê xwe bilind nekin û dengê wan bi ser yê Pêxember nekeve. Her çiqasî îro Pêxember tune be jî; peyama ku Pêxember ji muminan ra aniye heye, ew jî Qur`an e. Gava Qur`an tê xwendin, kesê ku ehlê îman be divê guhdar bike û bê hurmetiyê li hemberê kelamê Xwedê neke.

Xala Sêyemîn: Xweda li muminan ferman dike; ku her xibera ku ji wan ra hat, beriya ku wê xeberê rast qebûl bike, divê qenc li ser xeberê bikole ku gelo ev xeber rast e an na, binyat û eslê vê xeber û gotinê heye an na. Lewra li ser vê mijarê hedîsên Pêxember (e.s) gelek in. Yek ji wan ev e: Resûlê Ekrem silavên Xweda lê be, di hedîsek xwe da wiha dibêje;

كَفَى بِالْمَرْءِ كَذِبًا أَنْ يُحَدِّثَ بِكُلِّ مَا سَمِعَ

Wek derew têra meriv dike, ku bi her tişta ku bihîst xiber de.

Yanê gava meriva xeberekî bihîst, bêyî ku li rastiya wê bigire gelo ev xeber rast e an na, hema yek ser wê xeberê rast qebûl neke. Pirên caran meriv çi dibihîse rast qebûl dike û paşê bêbingeh derdikeve, wê gavê meriv dibe derewînê xelkê.

Xala Çaremîn: Xweda ferman li mumina kiriye, ku ew li cîhanê hêzeka wusa saz bikin ku di ser her netewe û dewletan ra be ku, ew karibin nehêlin tu kes û kom û netewe li hev zulmê bikin. Tim li cem mezlûman bin û li dijî zaliman bîn ku karibin edaletê li dunê bicîh bikin. Gava komek ji hedê xwe derket û doza çevsoriyê kir jî, bi fermana Xweda li hemberê zulma wê komê şer bikin  heye ew dev ji zulma xwe berde û teslîmê heqiyî bû. Gava ew koma zulumkar hat ser heqiyê, divê hûn bi edalet di navbera wan da, hikum bikin.

Xala Pêncemîn: Xaweda di ayetên 14 û 15an da, bi zelalî dide zanîn ku misilmantî û mumintî ne yek in. Her kesekî mumin di heman demê da mislimane, lê her mislimanekî ne mumine. Lewra gelekî kes hene, ji bona berjewendiyên xwe dibêjin em mislimanin. Li ber çevan wek misliman xwe nîşan didin, lê gava bi tenê man an jî diçin cem hevalê xwe, kufra xwe eşkera dikin.

Bêguman mena sûrê Hucuret ji van pênc xalên ku me li jor behskir, pir û pir mezintir û firehtir e. Lê bi kêmasî be jî me xwest ku em bi muminan naveroka sûrê Hucurat bide zanîn.

Eger Xwedê bêje erê; em ê tefsîra wê jî binivîsînin.

 

Feyzî Yalçin 2016 11 06

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest