Bûrkay: Pêwîstiya Tirkiyê bi sîstema serokatiyê nîne

Siyasetmedarê kurd Kemal Bûrkay, derbarê nîqaşên guhertina sîstema Tirkiyê de got; “Pêwîstiya Tirkiyê bi sîstema serokatiyê nîne, pêwîstî bi demokrasî û federalîzmê heye.”

Li Tirkiyê ji bo guhertna sîstema destihilatê, partiya destihilatdar Ak Partî û partiya mûxalefetê MHP, li ser guhertina destûra bingehîn li hev kirin. Tê pişbînî kirin ku parlamentoya Tirkiyê di hefteya bê de li ser vê mijarê dest bi gotubêjan bike.

Derbarê mijarê de siyasermedarê kurd Kemal Bûrkay ji Rûdawê re axivî û got: “Dewlet Bahçelî dibêje, divê sîstem dîsa sîstema merkezî be. Ûnîter be. Ango yek dewlet, yek milet, yek al be. Bila bibe… Lê ji xwe vê dawiyê Erdogan jî wisa dibêje. Yanî ew jî wek siyasetmedarên berê, vî tiştî dibêjin. Hingê ji bo kurdan tiştek tune ye.”

Bûrkay diyar kir, ku di vê siyasetê de armanc ne ew e ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk û wiha berdewam kir:

“Pêwîstiya Tirkiyeyê ne ew e ku sîstema serokatiyê hebe. Dîsa pêwîst nîne ku sîstema parlamenterîzmê bi vî şeklî bimeşe. Divê Tirkiye bê guhertin. Tirkiyeke demokratîk lazim e. Ango guhertinek ji Tirkiyeyê re lazim e. Ew jî wê di warê demokrasiyê de be.”

Kemal Bûrkay daxuyand ku dibê pirsgirêka kurd were çareserkirin û Tirkiye bibe welatekî federal û got; “Mixabin ji bo vê yekê ti xebatek tune ye.”

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest