Alîgirên PYDê li Amûdê êrişî ofîsa ENKSê kirin

Alîgirê PYDê êvariya îro înê êrişî navenda ENKSê ya li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Endamê Sekretariya Giştî ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê MIhemd Şuwîş di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Komeke alîgirê Partiya yekîtiya Demokratîk îro êrişî baregeha Encumenê li bajêr kirin û Ala Kurdistanê li ser avahiya baregehê anîn xwarê û şewitandin.”

Mihemed Şuwîş herwiha got: “Koma êrişkar hemû tişt û kelûpelên nava baregehê de şikandine û piştre reviyan, bêyî ku werin naskirin.”

Herwiha Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) Ebdurehman Ebtan di twittekê de agahiyên derbarê êrişa bo ser navenda ENKSê de piştrats kir û ragihandiye, ku di êrişê de Alaya Kurdistanê şeiwtandine.

Êrişa ser navenda ENKSê li bajarê Amûdê di demekê de ye, ku her îro komeke alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk li gel hêzên Asayişa Rojava, êrişî xwepşandana Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ya li pêşberî Mizgevta Selman Elfarsî ya bajarê Qamişloyê kirin.

Kaynak: Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest