Feyzî YALÇÎN: Terbiya Zarokan

Serhed Name: Ji bona dê û bavan, tişta herî girîng û bi nirx û hêja zarokên wan e. Lewra zarok ronaya çevê dê û bavê xwe ne û ji ber wê jî, dê û bav dixwazin her tiştên xwe bi qurban zarokên xwe dikin.

Her dê û bav dixwazin zarokên wan di her warî da, di ser wan ra be. Gava di ser wan ra nebe jî, bi kêmasî dixwazin zarokên bi qasî wan bin û tu carî pê razî nin ku zarokên wan ji wan û ji hevalên xwe kêmtir bin.

Vêca ji bona ku zarokên meriva li ser şop û rêça meriva ya baş biçe, divê meriv zarokên xwe ji piçûkatî da, terbiye bike û bingeha şexsiyeteka baş jê ra amade bike.

Yek ji hîmê terbiyê ew e; ku meriv karibe di her mijarî da bi zarokê xwe ra biaxife. Rêya goftûgoyê; yanê diyaloxê tim vekirî be. Gava meriv nikaribe û an jî nizanibe bi çi awayî bi zarokên xwe ra diyaloxê dayne, wê demê meriv nikare zarokên xwe terbiye bike.

Lewra diyalox yek ji ”sunnetullah”; yanê sunetê Xweda Te´ala ye. Xweda Te´ala li ser xuluqandina mirovan bi melaîketên ra goftûgo kiriye.

Xweda di sûrê Beqere di ayeta 30î da, wiha ferman dike:

وَإِذْ قَالَ رَبُّكَ لِلْمَلَائِكَةِ إِنِّي جَاعِلٌ فِي الْأَرْضِ خَلِيفَةً ۖ قَالُوا أَتَجْعَلُ فِيهَا مَنْ يُفْسِدُ فِيهَا وَيَسْفِكُ الدِّمَاءَ وَنَحْنُ نُسَبِّحُ بِحَمْدِكَ وَنُقَدِّسُ لَكَ ۖ قَالَ إِنِّي أَعْلَمُ مَا لَا تَعْلَمُونَ

 

Gava Xwedayê te ji melaîketan ra got: Ez ê li ser erdê xelifeyekî biafirînim, (melaîketan) gotin: ”Ma Tu yê hin (mexloqên) ku li ser erdê tevliheviyê (fesadiyê) bikin û xwînê birêjin, biafirînî?” Hal ew e; ku em hemdê te dikin û te pak û paqij didêrin. (Xwedê) got: ”Tişta ku hûn pê nizanin, ez dizanim”.

Ma qey pêwîstiya Xwedê Te´ala bi alîkariya fikr û nêrînên malaîketan hebû, ku derbarê afirandina Adem (e.s) da, ji melaîketan pirs pirskir. Na xêr! Pêwîstiya Xweda bi alîkariya tu mexloqekî Wî tune. Lê jo bona ji me ra bibe ders û şîret, Xweda Te´ala wek mînak behsa diyaloxa xwe û ya melaîketan dike.

 

Heta Xweda Te´ala bi şeyatnê le´în ra jî diyalox daniye û Wî û şeytan li ser kîbr û fexra şeytan goftûgo kirine.

Xweda di sûrê Eraf di ayetên 12-18an da, wiha ferman dike:

 

قَالَ مَا مَنَعَكَ أَلَّا تَسْجُدَ إِذْ أَمَرْتُكَ ۖ قَالَ أَنَا خَيْرٌ مِنْهُ خَلَقْتَنِي مِنْ نَارٍ وَخَلَقْتَهُ مِنْ طِينٍ (12)

(Xweda Te´ala ji şeytan ra) Got: Çi tiştî nehîşt tu biçî secdê, gava Min fermana (secdebirina ji Adem) ra li te kir? (Şeytan) Got: Ez ji wî qenctir im, (lewra) Te ez ji agir afirandime û ew jî ji heriyê afirandiye.

قَالَ فَاهْبِطْ مِنْهَا فَمَا يَكُونُ لَكَ أَنْ تَتَكَبَّرَ فِيهَا فَاخْرُجْ إِنَّكَ مِنَ الصَّاغِرِينَ (13)

(Xwedê jê ra) Got: Ji (cenetê) dakeve, ne mafê te yî, ku tu di wê (cenetê) da, kibrê bikî (xwe mezin bibînî). Derkeve, bi rastî jî tu ji yên rezîl û riswa yî.

قَالَ أَنْظِرْنِي إِلَىٰ يَوْمِ يُبْعَثُونَ (14)

(Şeytan ji Xwedê ra) Got: Keys û muhletê bide min heya roja Qiyametê.

قَالَ إِنَّكَ مِنَ الْمُنْظَرِينَ (15)

(Xwedê Te´ala) Got: Tu ji yê muhletdayi ye.

قَالَ فَبِمَا أَغْوَيْتَنِي لَأَقْعُدَنَّ لَهُمْ صِرَاطَكَ الْمُسْتَقِيمَ (16)

(Şeytan) Got: Ji bo wê tişta ku Te ez birim delaletê, ez ê jî li ser rêya Te ya rast rûnêm (ku mirovan ji ser rêya te bixim û bînim ser rêya xwe).

ثُمَّ لَآتِيَنَّهُمْ مِنْ بَيْنِ أَيْدِيهِمْ وَمِنْ خَلْفِهِمْ وَعَنْ أَيْمَانِهِمْ وَعَنْ شَمَائِلِهِمْ ۖ وَلَا تَجِدُ أَكْثَرَهُمْ شَاكِرِينَ (17)

Paşê ez ê ji pêş wan û ji pişt wan da, ji rastê wan û ji çepê wan da werim ba wan (ku wan ji rêya rast derînim) û dê Tu yê bibînî ku pirên wan ne şikirdar in.

قَالَ اخْرُجْ مِنْهَا مَذْءُومًا مَدْحُورًا ۖ لَمَنْ تَبِعَكَ مِنْهُمْ لَأَمْلَأَنَّ جَهَنَّمَ مِنْكُمْ أَجْمَعِينَ (18)

(Xwedê) Got: Ji wir (cenetê) bi riswatî bicehneme derkeve! (Bi îzzeta xwe kim) Ez ê ji mirovên ku bidin dû te û ji we hemûyan cehennemê dagirim.

Xweda di Qur´anê da, behsa axaftina navbera xwe û mexolqê ku herî zêde dijatiya wî kiriye ya şeytan dike. Ev jî ders û şîreteka mezin e; ku kesên bawermend, ji sunnetê Rebbê xwe desr û şîretan bigirin û ji xwe ra bikin exlaq û ´edet, ku her dem berê her tişyî pirsgirêkên xwe bi rêyên diyaloxê çareser bikin.

 

Di ronaya van ayetên pîroz da, divê kesên bawermend karibin bi zarokên xwe ra rûnên û pir bi hêsanî li ser mijarên jiyanê, gilî û gazinên wan, şaşî û xeletiyên wan devjeniyan bikin.

 

Goftûgo-Diyalox

 

Di mijara diyaloxê da, şêweyê axaftinê pir girîng e. Ji ber wê jî kesên ku dixwaze bi zarokên xwe ra biaxafin û pend û şîretan li wan bikin, divê rêgez-metoda axaftin bizanibin û van çend xalên jêr bigirin ber çevan.

  • Berê her tiştî, gere merû karibe zarokên xwe guhdarî bike. Gere meriv atmosfereke wusa di malê da peyda bike, ku zarokên meriva karibin pir bi hêsanî, derdê xwe ji meriva ra bibêjin. Gava meriva pekand ser zorokan û derfet neda ku zarok behsa gilî û gazinên xwe bikin, wê demê, zarok li rêyên din digerin û dixwazin xetayê xwe bi xetayek din rast bikin. Lê her diçe xirabtir dikin.
  • Her çiqas fikr û nêrîna zarokan çewt û şaş be jî, divê tu demî meriv nêrîna wan kêm nebîne û li hemebrê wan bê hurmetiyê neke. Lewra gava meriv hurmetê nişanê zarokên xwe neda, ew jî ji meriva ra hurmetê nakin. Gava te nêrîna wan kêm dît û qedr û qîmeteke neda fikr û zikrên wan, tu rêya bê hurmetiyê nîşanê wan dide.
  • Lewra fikr û nêrînên çewt û şaş, an jî kirina tiştên xelet û guneh, li gora meriva nexweşiye. Vêca divê tu baş kesê nexewê guhadrî bike bi nexewşiya wî bizanibe, paşê dermanê wê nexweşiyê hêdî hêdî bi qasî ku tehemul dikê bidê. Bi zargotin û şêweyê herî baş, bi nermî û hurmet, şîretên xwe lê bike. Tu şexsiyata zarokên xwe neşkêne. Lewra gava Xweda ferman li Mûsa (e.s) dike ku biçe ba Fîr´ewn, divê bi gotinên nerm jê ra bibêje. Fîr´ewn digot: Ez rebê we yê herî mezin im. Ma zarokên me bi qasî Fîr´ewn jî nabe ku em bi zargotinên xweş û şêweyên herî qenc û baş bi wan ra xiberdin?
  • Di dema diyalox û devjeniyan da, tu caran nêrîn û fikra xwe li ser wan ferz neke. Dem û muhletê bide wan ku bila bi xwe bifikirin û biryara xwe bidin. Pirên caran zarok dizanin şîretê dê û bavê wan rast in jî, lê dîsa jî naxwazin li ber wan bibêjin; erê em şaş in û hûn jî rastin.

 

Feyzî Yalcîn 2016-12-04

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest