Feyzî Yalçin: Li gora dînê Îslamê hilbijartina jinê

Jin ji mêran ra sitargeha ku lê hizûr û aramiyê dibîne û wî diparêze. Şirîkê jiyana mêra ne, yekemîn perwerda malbatê bi destê wê ye, diya zarokên merivan e, şêrîna ber dil û qutiya sir û veşartiyên mêra ne.

Mezinan gotine: ”Qîza bidin her êl û eşîran, lê ji her êl û eşîran qîzan nexwazin”. Her wih dîsa mezinan gotine: “Sed bavê çê, esil şîrê dê”.

Lewra hilbijartina jina baş ya dîndar a bi esil, nîşanê wê yek ye, ku ruknê yekemîn ya avakirina malbatê li ser hîm û bingeheka rast û durust tê avêtin. Lewra mêr û jin, her yek ji wan bi sere xwe nivcû ne, lê gava mêr bi jineka baş a dîndar ra bi zewice û her dû pêk ve bijîn, wê demê hem hev temam dikin û hem jî gava pêşî rast avêtine. Her wiha ev şert û merc ji bona jinan jî derbaz dibe.

Vêca merivê xwediyê fikr û baweriyeka wiha, gava jina ku wê nivê wî temam bike hildibijêre, divê ya dîndara xwediyê exlaqê qenc û pak hilbijêre. Dema jineka wiha qenc û baş, bibe dayîka zarokên meriva, bibe yekemîn dibistan û mamoste ji bona malbat, zarok û neviyên merive, wê bandoreke erênî li pêşeroj û civakê bike.

Çiku zarok, bi gotin û zarxewşiya diya xwe bi ser zimanan dikevin, li xwî û exlaqê wê dinêrin û liv û tevgerên wê ji zarokan ra dibe mînak û li gora wê ji xwe ra şexsiyetek datînin.

Bi kurtasî ji bona zarokan mamostê yekemîn, dayîka wan e. Ji ber wê jî dînê Îslamê di zewacê da, gelekî girîngî daye hilbijartina jina baş a dîndar.

Ebî Hureyre ji Pêxember (e.s) wiha radigihîne:

عن النبي صلى الله عليه وسلم قال تنكح المرأة لأربع لمالها ولحسبها وجمالها ولدينها فاظفر بذات الدين تربت يداك

Jin ji boyî çar tiştan tê mehr kirin: Ji bo ku dewlemend e, ji bo ku xwedî nesebe ye, ji bo ku bedew e û ji bona dînê wê ye. Vêca tu ya dîndar hilbijêre (bi ya dîndar ra bizwice), tiştên din bixwe rast tê (yanê eger we ya dîndar hilbijartibe, we biryareka rast daye û karê din wê bi rêve biçe)[1].

Pêxemberê Xwedê, sedemê çima ku gotiya bi ya dîndar ra bizewice, di hedîseka din da eşkera kiriye:

لا تزوجوا النساء لحسنهن فعسى حسنهن أن يرديهن – أي يهلكهن – ولا تزوجوهن لأموالهن فعسى أموالهن أن تطغيهن ، ولكن تزوجوهن على الدين ، ولأمة سوداء ذات دين أفضل

Kurê Emro radigihîne; ku Pêxember (e.s) wiha got: Hûn ji bona bedewbûnê bi jinan ra ne zewic in, dibe ku bedewbûn, wê jê rê derxe û bibe helakê. Ji bona dewlemendiyê bi jinan ra ne zewice in, dibe ku bi male xwe di ser we da fexr û pozbilindiyê bike û tim t´en û niça li we bixe. Lêbelê ji bo dîndariya wan pê ra bizewic in, jineka reş ya dîndar ji ya gewra bedew (ya ne dîndar) qenctir e[2].

 

Her wusa ev rê û rêbazên ku li jor derbas bûn, ji bona jinan jî derbas dibe. Gava jinek bixwaze mêr bike, dive di dereca yekemîn da, li mêrekî dîndar, biexlaq û xwediyê xwî û xesletên baş bigere.

Mal û serweta dunê demiye û tê û diçe. Her wiha pirên caran bedewbûn, mirovan ji rê derdixe û bê hizûriyê dike nava malbatê.

[1] Buxarî: Kîtabu nîkah babû el-îktifaû bî dîn.

[2] Îbnû Maceh: Kîtabû nîkah bab tezwîc zati el-dîn

 

Feyzî Yalcîn

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest