Altan Tan serbest hat berdan

Serhed Name: Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan do ji aliyê polîsan Tirkiyê ve hatibû desteserkirin, piştê girtina îfadê wî bi şertê kontirola dadî serbest hat berdan.

Altan Tan do li Amedê li mala wî ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Di çarçova lêpirsînan da, Serdozgeriya Amedê emrê girtina Altan Tan dabû û piştî lêpirsînên Serdozgeriya Amedê ew sewqê Dadwerê Mehkeme Sulhê ya Cezayê kir û bi şertê kontirola dadî serbest hat berdan.

Her wiha şeva berê cîgira hevserokên HDPê Meral Daniş Beştaş li mala xwe li Amedê û Parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya jî li bajarê Afyonê hatibûn desteserkirin. Kaya û Beştaş bi şertê kontirola dadî serbest hatin berdan.

 

 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest