Tirkiyê bi Ala Kurdistanê pêşwazî li Serok Barzanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihêşte firokxaneya Ataturk ya Stenbolê û ji aliyê Şêwirmendê Wezarta Derve yê Tirkiyê ve hate pêşwazîkirin.

Biryar e, Serokê Herêma Kurdistanê li Stenbolê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bicive, ku pirsên serxwebûna Kurdistanê, şerê DAIŞê, operasyona Mûsilê û Reqayê û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de tewerên sereke yên civînê dibe.

Herwiha biryar e jî Serok Barzanî îşev bigihe Enqerê paytexta Tirkiyê û sibe ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bicive.

Li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê bo pêşwazîkirina li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî Ala Kurdistanê hilda.

K24

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest