Alîgirên PYDê – Agir berdan ofîsên partiyên kurdî

Alîgirên PYDê li çend bajarên Rojavayê Kurdistanê êrişî navend û baregehên PDK-S, PYKS û ENKSê kirin û li bajarê Dirbêsiyê jî Ala Kurdistanê anîn xwarê û sivikatî pê kirin.

Endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê PKKê li Rojavayê Kurdistanê ye, îro înê êrişî navend û baregehên çend partiyên kurdistanî kirin.

Çavkaniyên taybet ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandin, ku li hin bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Asayişa Rojava derketine ser cade û kolanan û dest bi tevgerên ne asayî kirine.

Çavkaniyekî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê taybet ji Rûdawê re ragihand, alîgirên PYDê îro piştî nîvro êrişî baregeha Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) kirin û baregeh bi tevahî tevî kelûpelên têde şewitandin.

Bi gotina çavkaniyê Rûdawê yê ji Qamişlo ve, alîgirên PYDê herwiha êrişî baregeha Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) ya bi serokatiya Siûd Mela kirin û kelûpelên di baregehê de şikandin.

Herwiha li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jî êrişa ser baregehan berdewam kir.

Çavkaniyekî ji Dirbêsiyê ji Rûdwê re got, alîgirên PYDê li vî bajarê Rojavayê Kurdistanê jî êrişî ofîsa Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir, ku di êrişa ser ofîsa ENKSê ya li Dirbesiyê de, alîgirên PYDê Ala Kurdistanê li ser avahiyê anîn xwarê û sivikatî pê kirin.

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jî rewş ne aram e.

Bi gotina çavkaniyekî ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê wî were aşkerekirin, li nav bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê rewşek ne aram heye.

Çavkaniyê Rûdawê got: YPG û hêzên Asayişê di nav bajêr de belav bûne û tevgerên ne asayî dikin.

Heman çavkaniyê tekez kir, hêzên Asayişê li Dêrikê berpirsekî pilebilind ê PDK-Sê jî girtin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyê Rûdawê, berpirsê PDKSyî yê ku îro li Dêrikê hatiye girtin, navê wî Mihemed Elî naskirî bi Babê Bado ye û Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ye.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest