Ofîsên partiyên kurdî ketine ber êrişan

Ofîs û navendên partiyên siyasî yên ser bi Encumena Niştimnaî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê rastî êriş û şewitandinê hatin.

Çavkaniyekî taybet ji nav bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re aşkere kir, ku îro çarşemî 8ê Adara 2017ê baregeha Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS anko Yekîtî) li bajarê Qamişloyê rastî êrişê hat.

Li gorî gotina çavkaniyê Rûdawê, komeke ser bi Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) û Rêveberiya Xweser ku navê Cuwanên Şoreşger li xwe kirine, îro danê nîvro derdora saet 2:30 êriş birin ser baregeha Partiya Yekîtî.

Heman çevkaniyê got, 4 otomobîl ku 15 kes tê de bûn çûne pêşiya baregeha PYKSê li Taxa Siyahî ya Qamişlo û derî û pencereyên avahiyê şikandin û li ser der û dîwarên baregehê dirûşmên li dijî ENKSê û PYKSê nivîsandin û ew bi xiyanetê tohmetbar kirin.

Ji aliyekê din ve hat ragihandin, ku demek berî niha, ofîseke Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) jî li bajarê Qamişloyê rastî êrişê hatiye.

Çavkaniyekî nêzîkî PDK-S ji Qamişloyê ve ji Rûdawê re diyar kir, ku komeke alîgirên PYDê îro piştî nîvro êriş kirine ser Ofîsa PDK-Sê ya li Taxa Şerqî ya bajarê Qamişloyê û ev ofîs şewitandine.

Piştî aloziya ku roja înê 3ê Adara 2017ê li Komelgeha Xanesor a ser bi bajarê Sinûnê li devera Şingalê di navbera pêşmergeyên Leşkerên Roj û hêzeke girêdayî PKKê ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de çêbû, roja paştir di 4ê Adarê de, alîgirên PYDê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê yên weke Qamişlo, Dêrik, Dirbêsiyê, Til Temir û Serêkaniyê êriş birin ser ofîs û baregehên PDK-S, PYKS û ENKSê û çend avahiyên wan sazî û partiyan şewitandin û kelûpelên çend baregehan jî şikandine.

Herwiha hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a ser bi PYDê ve, bi dehan endam û berpirsên partiyên endamên ENKSê girtin.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest