Erdogan Holenda bi “Nazî û Faşist” binav dike

Piştî ku, Holandayê rê neda firokeya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu were xwarê û serdana wî welatî bike, Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan Holenda bi “Nazî û Faşist” binav kir.

Biryar bû, îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu serdana Holandayê bike û li kunsulxaneya Giştî ya Tirkiyê gotarekê derbarê referandûmê pêşkêş bike. desthilatên Holandayê rê nedan firokeya Çavuşoglu dakeve ser xaka xwe.

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li hember vê yekê û di gotarekê de li Stenbolê bi tundî betalkirina serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu bo Holendatê şermezar kir û ew welat bi “Nazî û Faşist” binav kir.

Hewiha piştî vê bûyerê, Tirkiyê banga Berpirsê Karûbarê Holandayê yê li Enqerê kir.

Erdogan da zanîn ku, welatê wî jî rê nade diplomat û siyasetmedarên Hollendayê serdana Tirkiyê bikin.

Ji aliyê xwe jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji kenala CNN a Tirkiyê re ragehandibû, eger Holanda rê nedane serdana wî, ewê pêngavên siyasî û aborî yên tund li dijî wî welatî bavêjin.

K24

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest