Îman û Bawerî

Bingeh û hîmê ku bawerî li ser tê avakirin û kifşkirina ruknên wê, tenê xasê bi Xweda Te´ala ye. Gere di danîn û kifşkirina himê eqîdê de, şik û şubhe tunebe û divê nebe ciyê minaqişê ku gelo ev rast e an na. Jêdera dinê Îslamê Quran e û divê hemû terîf û têgehên dînî ji Qur´anê bên girtin û mawafiqê wehyê bin. Lewra tu jêder û gotin, ji gotin û pirtûka Rebil Alemîn rastir tuneye.

Bingeh û hîmê ku bawerî li ser tê avakirin û kifşkirina ruknên wê, tenê xasê bi Xweda Te´ala ye. Gere di danîn û kifşkirina himê eqîdê de, şik û şubhe tunebe û divê nebe ciyê minaqişê ku gelo ev rast e an na. Jêdera dinê Îslamê Quran e û divê hemû terîf û têgehên dînî ji Qur´anê bên girtin û mawafiqê wehyê bin. Lewra tu jêder û gotin, ji gotin û pirtûka Rebil Alemîn rastir tuneye.

Her wiha ew hedîsên Pêxember (e.s) yên derbarê eqîdê de hatine ragahandin, ne mixalifê ayetan be. Bona wê qasê hedîsa Pêxember (e.s) ya Cebraîl ku îmamê Buxarî û Muslumê ragihandine, yek ji jêderê ruknê bawerîyê li jêr hatîye dayîn.

Di Muslim û hin pirtûkên din yên hedîsan de, hedîsek din heye ku tê da ev hevok heye: “We bîl qederî, xeyrîhî we şerîhî mînelahî Te´ala“ Bawerî bi qederê bîne û xêr û şer ji bal Xwedava tê.

Me ew hadis wek jêder negirtî, lewra ew hedîs ne li gora ayetên Qur´anê ye û behsa ruknekî dike ku di ayetan de derbas nabe. Belê xêr û şer Xweda Te´ala çêkirî, lê ev nayê wê meneyê ku tiştên şer yê tên serê meriva, ji Xweda tên serê meriva.

Çikû di rêbazên Xwedayî de, fermankirina bi xêrê û nekirina şaşî û xirabîyê heye. Wê gavê merû nîsbeta zulmê dide bibal Xweda Te´ala va û ev yek jî dibe sebebê delaleta mirova. Belkî xêr û xweşî ji Xweda Te´ala tê û şer û xirabî jî ji nefsa mirva tê serê mirova. Xweda Te´ala di sûreyê Nîsa û ayeta 78an de waha ferman dike:

وَإِنْ تُصِبْهُمْ حَسَنَةٌ يَقُولُوا هَٰذِهِ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ وَإِنْ تُصِبْهُمْ سَيِّئَةٌ يَقُولُوا هَٰذِهِ مِنْ عِنْدِكَ قُلْ كُلٌّ مِنْ عِنْدِ اللَّهِ فَمَالِ هَٰؤُلَاءِ الْقَوْمِ لَا يَكَادُونَ يَفْقَهُونَ حَدِيثًا

Eger xêr û xweşîyek li wan bibe dibêjin; ev ji ba Xweda ye. Eger belayek di ser wan de bê dibêjin; ev ji cem te-anjî ev ji rûyê te (Muhemed da)bû. Bêje! Gişt ji ba Xweda ye. Çi bi vî qewmî hatîye ku ji gotinê fêhm nakin.

Ev ayeta pîroz delîlê wê yekê ye ku xêr jî û xirabî jî Xweda Te´ala çêkirî û çidike. Eger mirov li gorî rêbaza Xweda, yanê sunetullah tevbigere, wê gavê xêr û xewşî li mirov dibe. Lewra fermana Xweda Te´ala derbarê tiştên baş, qenc, xêr û bêr û paqij û pakta ye.

Eger mirov vacûyê sunetullah tevgerîya, wê gavê mirov di rêya şaş de ye û aqli û îrada xwe ji bona kirina gunehan bikartîne û kil û kêmasîyek di karê mirov de heye ku ev bela û xirabî di ser mirov de hatî. Îsbata vê yekê ayeta li jêr e. Xweda Te´ala di sureyê Nîsa û ayeta 79an de waha ferman dike:

مَا أَصَابَكَ مِنْ حَسَنَةٍ فَمِنَ اللَّهِ وَمَا أَصَابَكَ مِنْ سَيِّئَةٍ فَمِنْ نَفْسِكَ وَأَرْسَلْنَاكَ لِلنَّاسِ رَسُول وَكَفَىٰ بِاللَّهِ شَهِيدًا

Çi xêr û xweşî li te be, ew ji ba Xweda ye. Çi nebaşî û xirabî jî hat serê te, ew ji te bi xwe ye. (Ya Muhemed) me tu ji mirovan re, Pêxember şand û (ji vê yekê re wek) şahid Xweda bes e.

Gava mirov her dû ayetên li jor derbasbû bi hev re mitale bike, wê bi zelalî bê zanîn ku îslam derbarê xêr û xirabî, qeza û qederê de zanînek dide mirova. Ev yek ji edetê mirovan e ku dema di karekî de serkeftî be, an jî xêr û xwşîyek lê bibe, dibêje ev jîhatbûn û zîrekî ya min e û misilman jî dibêjin, ev ji Xweda da ye.

Lê eger belayek di ser de were û xirabîyek bigihêjê, ji bona ku xwe ji berpirsîyarêyê xilas bikin, davêjin ser hin kesên din. Di ayte 78an de minafiq û muşrikên Medînê, gava bela diser wan de dihat û zerar û zîyankî digihaştin wan, digotin ya Muhemed ev ji rûyê te û hevalên te ye ku tê serê me. Lê rastî ev e ku xêr jî û şer jî bi îrade û hêza Xwede peyda dibe. Lê hilbijartina rêya xêrê anjî ya xirabîyê bi îrada û xwestina mirova ye.

Gava mirova eqlê xwe li ser tiştekî bikar anî û îrada xwe di rêya çi de xerş kir û çi rê hilbijart, wê Rebil Alemîn wê ji mirvova re biafirîne. Xweda Te´ala tu carî xêrabîyê ji qûlê xwe re naxwze û qûlê xwe mejbûrê rêya çewt şaşa nake. Ev yek ne layîqê mezinaya Rebil Alemîn e.

Çikû mirov hilbijêre û ji tişta ku hilbijartî bi xwe berprsîyar e. Bi vî awayî ji ayetê tê zanîn ku gava mirova rêya xêrê da pêşîya xwe û karê qenc û baş hilbijart, mirov li gora sunetullah tevdigere û ji xwe fermanên Xweda Te´ala jî tim li ser kirina karê qenc e. Wê gavê Xêr û xweşî ji Xweda Te´ala tê û gava mirova rêya nebaş da pêşîya xwe û îrada xwe di wê rêyê de xerş kir, mirov vacûyê sunetullahê tevdigre û tu riza Xwed bi vê yekê tune û ji ber ku mirov ew rê hilbijartî, Xweda jî wî karê ji mirov re diafirîne.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest