Şehîdên komkujiya Helebceyê têne bîranîn

Li Başûrê Kurdistanê îro roja Pencşemê 16ê Adarê komkujiya Helebceyê ya berî 29 salan tê bi bîranîn.

Di 16ê Adara 1988 an de balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî barandin ser bajarê Helebceyê. Di nava çend seatan de li Helebceyê û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet MAN.

Li avahiya parêzgeriya Helebceyê taybet îro ji bo bi bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebceyê merasîma bîranînê birêve diçe.

Herwiha li goristina bajarê Helebceyê û Momenta Helebceyê çend çalakiyên bi bîranîna qurbaniyan têne lidarxistin.

Qeymeqama Helebceyê Nuhşe Nasîh ji Rûdawê re diyar kir ku nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û nûnerên dezgehên biyanî û çend burokrat beşdarî merasîman dibin.

Nuhşe Nasîh herwiha diyar kir ku dê îro 3 cenazeyên din ên qurbaniyên komkujiyê tê bêne veşartin.

Bandora bombeyên Kîmyewî tenê bi mirina 5 hezar kurdan û seqet mayina bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyewî hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên Kîmyewî li Helebceyê û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyewî nexweşiyên jinan 4 qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên, qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû MAN. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyewî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.
Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest