Amerîka êrîşî Sûriyê kir

Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, Artêşa Amerîkayê berî demekê dest bi êrişa leşkerî bo ser Sûriyê kir.

Amerîkayê gefên xwe yên encamdana êrişeke leşkerî bo ser hikûmeta Sûriyê bi cih anî û dest bi êrişên esmanî bo ser Sûriyê kir.
Li gorî nûçeya CNNê, êrişa Amerîkayê bi şêweyê êrişa mûşekî bûye û ji gemiyên mezin ên cengî yên wî welatî ku li Deryaya Spî ne, hatiye pêkanîn.
Li gorî zanyariyan, Artêşa Amerîkayê ji her du gemiyên USS Rass û USS Porter mûşek avêtine aramncên diyarkiyî yên li nav xaka Sûriyê.
Saetek berî niha ajansên nûçeyan ragihandibûn, ku her du gemiyên cengî yên Amerîkayê bo êrişkirineke îhtîmalî bo ser Sûriyê li aliyê rojhilatê Deryaya Spî bi cih bûne.
CNNê herwiha ragihandiye, di vê êrişê de 50 mûşek ji her du gemiyan bo nav axa Sûriyê hatine avêtin. Aramnca êrişê jî Binkeya Esmanî ya Elşerîhe ya li parêzgeha Hums a Sûriyê hatiye ragihandin.
Li gorî şirovekaran, êrişa Amerîkayê ji ber wê yekê bûye, ku Washington gihîştiye wê baweriyê ku êrişa kîmyayî ya du roj berî niha ya bo ser bajarokê Xan Şêxûn a li Idlibê ji vê binkeya esmanî ya Artêşa Sûriyê ve hatiye encamdan.
Di êrişa bo ser Xan Şêxûnê de zêdetirî 100 kesan hatibûn kuştin û bi sedan kes jî bi giranî birîndar bibûn, ku pirraniya wan zarok û jin û welatiyên sivîl bûn.
Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest