Polîsê bibû sedema mirina du zarokan hat girtin

Polîsê ku li navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi panzêrê ketî nava malê û bibû sedema mirina du zarokan, hat girtin.

Şeva Gulanê saet 23.50ê kolana 715ê ya li taxa Karşiyaka ya Silopiyê panzêreke polîsên Tirkiyê dîwarê malekê hilweşandibû û ketibû nava malê.

Di encama bûyerê de Muhamed Yildirim ê 7 salî û biryê Furkan Yildirim ê 6 salî canê xwe ji dest dabûn.

Bi gotina malbata zarokan bûne qurbanî, polîsê panzêr bikar dianî serxweş bû.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest