Şerê Suriyê çi bi me da zanîn?

Gava meriv xort e, pir zêde baweriya meriva bi tiştên teorî tê û meriv ji rastiya civakê zêdetir, bi hisiyatên xwe tevdigere û li gora teoriya ku meriv difikire ji xwe ra dunyakî mor gewez hizir dike.

Lê piştî demekî meriv dibîne, ku rastiya jiyanê û tiştên teorî pir ji hev dûr in û jiyan ne weka meriv difikire û ne ewqas hêsan hêviyên meriva pêk tên.

Ev hisiyatê hanê, bi ”Bahara Erebî” ra bi me giştan ra çêbû. Lewra millet li Tunis û Misrê serî li hemberî dîktatoran, hildan û ji îxtidarê daxistin.

Vê yekê hêviyeka mezin da milletê Rojhilata Navîn, ku wê ji niha û pêve êdî ew dê pêşeroja xwe diyar bikin û siyaseta wan li welat bibe desthilatdar.

Bi vî awayî dîktatorên ku bi salan bû ji alîyê Emerîka û hevalbendên wî dewletên xerbê da hatibûn destek kirin, ji desthilatdariyê hatin bi dûrxistin.

Lê mixabin dewletên kapîtalîst bi serweriya Emerîka bi hisiyatên milletê Rojhilata Navîn lîstin û ”Bahara Erebî” beravtî kirin û Rojhilata Navîn kirin gola xwînê.

Her çiqasî millet dîktator ji îxtidarê da xistin jî, lê siyaseta ku ji aliyê wan da hetibû kifş kirin û temamê brokirasiya wan li îxtidarê bû.

Di mijara îdare û rêveberiya welat da, kêmasiyên mislimanan hebû û dewletên kapîtalîst ev kêmasiyên wan wekî provekasyon bikar anîn û dîsa bi hin dîktatorên din, hikumeta Misrê ya ku ji aliyê millet va hatibû hilbijartin, bi înqilabekî eskerî û bi xwîn û terorê ji îxtidarê daxistin.

Yek ji van şerana şerê Suriyê bû. Xwedêgiravî wê maf û edalet bi anîna Suriyê, lê ji bilî maf û edaletê, her tişt li Suriyê qewîmî.

Berê 6 salan li Suriyê dîktatorek hebû û kêm zêde, milletê Suriyê ji jiyan xwe razî bûn. Gava meriv rewşa Suriyê ya berê û niha dide ber hev, ne ji dil be jî, meriv xweziya xwe bi rejma Beşar Esad tîne. Lewra dewletên kapîtalîst milletê Rojhilata Navîn mecburê vê yekê kiriye.

Lê niha anarşizmê temamê Suriyê dorpêç kiriye. Destê kê di bêrîka kê da ye meriv nizan e û ji ber wê jî meriv nizane ku kî dost e û kî jî neyar e.

Ji ber vê anarşîzmê, bi sed hezaran xelkê Suriyê hatin kuştin, bajar û çanda hezar salan hatin wêrankirin, zarok sêwî man û sê ewqasî jî bûn koçber û di derya Sipî di avê da xeniqîn.

Lê berê 6 salan, van mirovana li jiyanê bûn û li ser erd û warên xwe çê xirab jiyana xwe didomandin.

Di dîrokê da, tucaran bi qasî vê demê kîn û neyartî neketibû navbera Sunî û Şîiyan. Dewletên Kapîtalîst toximê nefretê li Rojhilata Navîn dajon û ji bona ku hev bikujin û welatên hev wêran bikin serweta wan ji wan distîne û çek û sîlehên giran difiroşin wan.

Di destpêka ”Bihara Erebî” heya vê gavê, hat zanîn ku desthilatdariya welatkî çiqas bê edalet be jî, dîsa ji anarşîzmê baştir e.

Ev nayê wê m´enayê ku meriv serê xwe li ber zulmê bi tewîne û bê edaletîyê qebûl bike. Gava meriva xwest tiştekî rake, divê ya ku wê bike dewsa wî amade bike, hê wê rake. Yan na; wê tevlihevî û anarşî dewsa wê bigire. Her wekî şerê li Suriyê.

Belê pêwîstiya meriva bi alîkariya der û hundur heye, lê divê ev alîkarî ne li ser hîmê talan û wêrankirinê be. Lewra welatên ku xelkên wan misliman in, û dewletên kapîtalîst bi heman çevî li pirsgirêkên Rojhilata Navîn nanêrin.

Em li maf û edaletê digerin û dewletên kapîtalîst jî, li perçekirin welat û bindestkirina me digere. Gava armanc ne yek bin, tim terefê xwedî hêz bi ser dikeve. Lewra îroj li welatên ku xelkên wan misliman in, xwîn wekî avê diherike.

Her wiha meriv dikare Lîbya û Yemenê jî li gor Suriyê qiyas bike.

 

Feyzullah Yalçin: 2017-05-14

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest