Hîkmetên Rojiyê

Bêguman em nikarin li vira bi tevayî behsa hîkmetên xêr û bêra rojiyê, bikitakitî bikin. Lê bona baş bê fêhmkirin, ku girtina rojiyê çiqasî girîng û bi xêr û bêr e, bi kurtî be jî em ê bo we behsa hin hîkmetên girtina rojiyê bikin.

 

Çewa delîlên bicîhanîn û edakirina îbadetan hene, her wusa hîkmetên wan jî hene. Divê mirov delîl û armanca îbadetan bizanibe; yanê bizanibe ku mexsed ji îbadetan çiye û mirov ji bo çi ji Xweda ra îbadet dike. Ne ewqasa zehmete, ku mirov delîlên ferziyeta îbadetan nizanibe. Çikû delîlên wan, ayetên Qur´anê û hedîsên Pêxember in.

 

Her çiqas Xweda, pirên caran behsa hîkmetên tiştên helal û yên heram kirî dike jî, lê ne biqasî delîlên ferziyeta wan e. Her wiha, hin caran behsa hîkmetên îbadetan nehatine kirin. Ji ber wê jî zanîna hîkmetan, ne weki ya delîlan girîng e. Lê dizanîna wan da, fêde heye. Mirov ji bona fêde û hîkmetan, îbadet nake, belkî armanca bingehî ji îbadetkirinê ew e; ku emrê Xweda ye.

 

Ew Xwedayê ku îbadet li ser bawermenda ferz kiriye û ew mecbûr kiriye ku serê xwe li ber fermanên Wî bi tewîne, bi hîkmet û kar û zirara wê jî dizane. Bi vî awayî, gava mirov ew hîkmetên ku ji aliyê Xweda da, hatine kifşkirin bizanibe, hê bi eşq û şewq îbadet dike û kirina wan xêr û xweşiyê dide mirova.

 

Bi edakirina emr û fermanên Xwedayê Perwerdîger, mirov êrk û wezîfa xwe ya bingehî ku îbadet e bicîh tîne. Di gel vê armanca bingehî, eger mirov hîkmetê xêr û bêra girtina rojiyê yên di warê aborî, tendurustî û m´enewî da jî bizanibe, wê bizanebûn û eşq û şewqeka mezin rojiyê bigire.

 

Yek ji mexsedê girtina rojiyê, perwerda nefsa mirovan ne. Di salê da, mehekî mirov rojî digire. Rojî salê deh rojan pêş da tê û mirov dikare di herçar mewsîman da rojî bigire. Girtina rojiyê di rojên kin û yên dirêj da, mirova hînê birçîbûn û tîhbûnê dike û bi meriva dide fêhim kirin ku nefsa birçî tê çi wateyî. Bi girtina rojiyê kesên têr, rewşa kesên feqîr û birçî fêhm dikin û divê li wan merhemetê bikin.

 

Rojî dibe sedemê bihêzbûna hestê mirovî û bi saya rojîgirtinê, mirov dikare malê xwe bi kesên feqîr û hejar ra parve bike. Kesê di rojiyê da fitir û zekatên xwe dide, ne tenê fermanên Xwedê û Pêxemberê Wî pêktîne, her wusa xwe di warê madî û m´enewî da, pak û paqij dike, ji ezîtiyê (egoîzmê) dûr dixin û dadweriya civakî pêktîne.

Dibe sedemê xurtkirina bendê parvekrinê ku kesê bawermend malê xwe bi feqîr û fuqaran ra parve dike. Parvekirineka wusa ku bendê jiyana civakê bi hev da girêdide û dibe sedemê avakirina civakek wusa ku di hîmê wê da, rêzgirtin û hezkirin heye.

 

Pêxember (e.s) di hedîsekî xwe da, dibêje; “rojî mirovan ji gunehan diparêze“. Lewra mirovên bi rojî, ji derketina berbanga sibê heya roj diçe ava, bi îbadetê Xweda Te´ala ve mijûle û bi ruhiyeteka pak û paqij  ji gunehan dûr disekine.

Her wiha ji ber ku bi rojê tiştekî naxwe û venaxwe û xwe ji têkiliyên cinsî diparêze, dikeve sifetên melaîketan û ji madiyetê zêdetir m´enewiyetê difikire.

 

Pir zehmet e, ku mirov bi mejûyek bisinor, hebûna Xweda yê bêsinor bi hemû rastiya wî ve nas bike û bizanibe. Ji ber wê jî armanc ji îbadetkirinê, bicîhanîna fermanên Wî û bidestxistina razîbûna Xweda ye.

Eger merû ji bo fêda cismê xwe an jî menfî´etên dunyayê îbadet bike, wê demê îbadetên mirovan ne ji bona rêza Xweda ye û di axretê da mirov ji xêr û bêra wê îbatetê bêpar e.

Feyzullah Yalçin 2017-06-08

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest