Hewlêrê topbarana Îranê şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, topbarana ku Îranê li deverên ser sînor pêk tîne, şermezar kir û bang li Konsulê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê kir.

Ji ber topbaranên ku di van demên dawî de ji aliyê Îranê ve li dijî deverên sînorê Herêma Kurdistanê têne kirin, hikûmetê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê topbaranan şermezar dike û dibêje: “Ev di demekê de ye ku em girêdayî prensîbên cîrantiya baş û destnexistina nav karûbarên yekî din in û di navbera Îran û grûpên opozîsyonê de li ser pirsgirêkên navbera wan, em ne aliyek in.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em naxwazin koçberên ku li deverên ser sînor dijîn, herwiha niştecihên gundan û sivîlan bibin qurbaniyên topbarana Komara Îslamî ya Îranê.”

Weke din di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, ji bo ku peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rayedaran re bigihîne, bangî Konsulê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê hatiye kirin.

Îro li deverên Hacî Omeran ên li ser sînor, ji ber topbarana Îranê sivîlek û 4 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan ên Kurdistana Îranê (Komele) birîndar bûn.

Herwiha ji ber bombebaranê 3 gund jî hatin valakirin.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest