Şerefdîn Gimgimî: Di îslamê de jîyana malbatê

Malbat dendikê civaka îslamê ye û di dunyayê de ji zewac û avakirina malbatê kevintir û qedîmtir, hîç sazîyek din tune. Xîtaba îslamê çawa ji civakan re ye, her wusa ji şexsan re jî heye. Ruknê esasî di îslamê de perwerdekirina şexsa ye. Çiku kesên xwedî bîr û bawerîyên rast û durust, malbatek birêk û pêk ava dikin. Malbat hîmê civakê ne, gava malbat baş werin perwerdekirin, civak jî ewqas di nav xêr û xweşîyê de dijîn

Malbat dendikê civaka îslamê ye û di dunyayê de ji zewac û avakirina malbatê kevintir û qedîmtir, hîç sazîyek din tune.
Xîtaba îslamê çawa ji civakan re ye, her wusa ji şexsan re jî heye.
Ruknê esasî di îslamê de perwerdekirina şexsa ye. Çiku kesên xwedî bîr û bawerîyên rast û durust, malbatek birêk û pêk ava dikin. Malbat hîmê civakê ne, gava malbat baş werin perwerdekirin, civak jî ewqas di nav xêr û xweşîyê de dijîn
Gava eqîde û bîr û bawerî ne durust be, bendê nava malbatê qels dibe û bêhizûrî dikeve nav malbatê û bi perçebûnê re rû bi rû dimîne.
Jin û mêrên ku dizewucin, di jîyana malbatî de, ne şirîkên hev in, belkû hevalên hev in. Gava meriv bi felsefa şirîkatîyê li jîyana malbatê binêre, her wekî meriv dînamêt bike binê tiştekî û ji hîm de, hilweşîne.
Dunya modern xwedagiravî dixwazin wekhevî û azadîyê  bi felsefa femînizmê di cîhana îslamê de belav bikin. Bi bîr û bawerîyên çewt û şaş yên weka femînizmê, gelek malbat ji hev qetandin û zarok ya bê dê, an jî bê bav û dê hiştine. Gelekî malbat perîşan kirine û bi tevê malbatên wan ve bi hezaran mirov kirine dujminên hev.
Felsefa ku di hîmê wê de, tenê made hebe û ji rastîya exlaqê milletek û ji çarçeva çand, dîn û menewîyata milletek dûr be, ji bilî malwêranî, perçekirin û kavilkirinê tu faydekî din nade civakê. Di nav civakê de, rikberî, kîn, nefret û hesûdîyê peyda dike û ji şidet û kuştinê pêve tiştekî din nade civakê.

Me li jor nivîsî ku jin û mêr ne şirîkên hev in, belkû hevalên hev in.

Lewra şirîkatî girêdayê şert û mercan e û heta derekî ye, gava neçe serî, divê her şirîkek para xwe bigire û bi serê xwe bimîne. Ji ber ku di şirîkatîyê de, zêde fedekarî tune. Yanê fîftî fîftî yeû divê her kesekî, mecbûrî li şert û mercên şirîkatîyê xwedî derkeve.

Lê têkilîyên di navbera du hevalên ji can û dil de, ne wusa ye. Her kes ji hesabê xwe, ji para xwe, ji sîheta xwe û ji aborî û zemanê xwe ji hevalê xwe re fedekarî dike.
Ji ber ku hevaltîya di navbera jin û mêran de; yanê di zewacê de, li ser sê hîmên esasî hatine avêtin:
Ew jî:
Hizûr, evînî û aramî-sukunet e.

Çiku Xweda hizûr û sukunet kirîye para jinan û mêrê çiqasî zalim û zordar be, çiqasî xwedî hêz û çek û mal û dewlet be jî, tenê hizûr û aramîyê li ba jina xwe distîne. Jin û mêr ji hev hizûr distînin. Ji ber ku Xweda Te´ala eşq û evîn û merhemet kirîye nava sazîya zewacê.
Lê mixabin pirên mirovan, bi vê xêr û xweşîyê nizanin. Sedemê wê jî ew e ku, em wek civak ji rêbazên dinê xwe pir dur in.
Ev kerem û nîmeteka mezin e ku Xweda daye jinan.

Derbarê maf, êrk û wezîfên jina û mêran û jîyana malbatê de, di Qur´ana pîroz de gelekî ayet û hedîsên Pêxember (e.s) hene.

Xweda di sûrê Rum ayeta 21ê de wiha ferman dike:

وَمِنْ آيَاتِهِ أَنْ خَلَقَ لَكُمْ مِنْ أَنْفُسِكُمْ أَزْوَاجًا لِتَسْكُنُوا إِلَيْهَا وَجَعَلَ بَيْنَكُمْ مَوَدَّةً وَرَحْمَةً ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ

Ji nîşanên qudreta Xweda ye ku, hûn bi wan bi hêwurin û hizûrê bibînin, ji cinsê we ji we re jin afirandî û di navbera we de evîn û merhemet peydakir. Bêguman di vê ya de, ji qewmê ku baş bifikirin re ayet hene.

Meriv li kudera dunyayê bigere, armanc û hedefa her kesî, hizûr û sukunet e. Her kom û kes li aramî û xêr û xweşîyê digerin. Ji bona bigihêjin vê nîmeta bêhempa, her kes û kom li metodên cihê digerin.

Bawerîya hin kes û civata heye ku, bi destxistina hizûr û aramîyê bi hêz û qewetê ye. Êdî çi qeweta mal û serweta dunê be û çi jî ya çek û şer be.

Lê Rebil Alemîn ew xêr û xweşîya ku her kes lê digere û bi tu awayî bi dest naxînin, bi şexsîyeta jinê ve girêdaye.

Xweda Te´ala tişta herî bi nirx û hêja kirîye para jinan, lê mixabin pirên mirovan û bi tayîbet misilman ji vê yekê bê agah ne.

Rebil Alemîn bi me dide zanîn ku biqasî mafê mêran li ser jinan heye, her wusa mafê jinan jî li ser mêran heye. Lê mafê mêran, dereceyek ji yê jinan zêdetir e. Xweda di sûrê Beqere di ayeta 228an de wiha ferman dike:

وَلَهُنَّ مِثْلُ الَّذِي عَلَيْهِنَّ بِالْمَعْرُوفِ ۚ وَلِلرِّجَالِ عَلَيْهِنَّ دَرَجَةٌ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ

Çawa mafê mêra li ser jinan heye, her wiha hin mafên jinan jî bi qencî li ser mêran heye. Lê yê mêran li ser wan (jinan), dereceyek zêde heye. Hevoka dawî wiha jî hatîye menekirin. ”Lê yê mêran  li ser jinan di derece ewul da ya”. Yanê berê mafê mêran û paşê jî mafê jinan tê. Xweda ´ezîze û hekîm e.

Mufesiran gotîye, di ayetê de derbas dibe ku mefê mêran ji yê jinan dereceyek zêdetir e, yanê di mena sermîyantîya malê de, ku mêr berpirsê malbatê ye. Ew jî tê wê menayê ku divê jin di derece meşrû de, ji gotina mêrê xwe dernekev.

Çiku Xweda Te´ala di sûrê Nîsa ayeta 34an de wiha ferman dike.

الرِّجَالُ قَوَّامُونَ عَلَى النِّسَاءِ بِمَا فَضَّلَ اللَّهُ بَعْضَهُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ وَبِمَا أَنْفَقُوا مِنْ أَمْوَالِهِمْ
Mêr parêzvan û çavdêrê jina ne. Ji ber ku Xweda di hin alîyan de, hin kes di ser hin kesan re girtîye, an jî afirandîye, û mêr malê xwe li jinan xerş dikin. Nîsa:34

Ayet bi muminan dide zanîn ku her kesek li gora rewşa xwe, di hin alîyê jîyanê de, ji hevalê  xwe zêdetir e. Her wiha mêr di fîzik û hesasîyetên xwe de, ji jinan bi hêztir e. Her mirovek dikere her karekî bike, lê her meriv layîqê her karî nîne. Lewra hin kar hene layîqê mêra ne û hin jî layîqê jina ne. Her kesekî ji ucivê her karî nayê der. Mesela her çiqas mêr jî dikare karê malê bike, lê bi qasî jinan ji tevdîr û tidareka malê nizan e.

Di vê ayetê de, Xweda rola mêran di berpirsîyarîya malbetê de, dide nişandan û bi jinên mumin dide zanîn ku di mesela berpirsîyarî yê de, mêr dereceyek di ser wan re ye.

Her wiha Xweda di sûrê Şûra û ayeta 38ande wiha ferman dike:

وَالَّذِينَ اسْتَجَابُوا لِرَبِّهِمْ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ وَأَمْرُهُمْ شُورَىٰ بَيْنَهُمْ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَ

Ew ên ku bersîva banga Xweda yê xwe didin û nimêj dikin. Karê wan di navbera wan de bi şêwrê ye û ji wê rizqê ku me daye wan xerş dikin.

Xweda di sûrê Şûra de behsa sifetên muminan dike ku mumin ew kesin ku bi Xweda bawer dibin, nimêja xwe dikin û karê wan yê civakî di navbera wan de bi şêwrê ye. Her wusa kesên maldar jî li gora hêza xwe û bona riza xweda, malê xwe xerş dikin. Ev ayet behsa rêveberîya civakek misilman dike. Êdî çi malbat be, çi bajarek be û çi jî welatek be, divê karê rêveberîya wî welatî bi şêwrê be, îdarekirina malbatê bi şêwrê be û wusa yên din jî wuha qîyas bike.

Çi jin û çi jî mêr be gava emr û fermanên dînê xwe baş bizanibe û di îdarekirina malê de, be hev bişêwurin, wê biryarên wan qenctir bigihêje armanca xwe û gava di tespîtkirina hedefê de şaşîyek çêbe jî, hev sûçdar nakin. Lewra wan pêkve, ew biryar sitandine.

قال رسول الله صلى الله عليه وسلم
خيركم خيركم لأهله، وأنا خيركم لأهلي

Li gora hedîsa Tirmizî û îbnî Macihê ku ji Ayîşê dayîka muminan hatîye ragihandin, Pêxember (e.s) wiha gotî: Qerncê we, ew kesê ku ji ehlê xwe re baş be û ez qencê we me ji ehlê xwe re”.

Ehlê meriva, di serî de jina meriva, zarok, dê û bav û tevaya eqrebayê meriva yê nêz e. Gava meriv mumin be, berê her tiştî ji malbata xwe re baş be, ji dê û bavê xwe re baş be, ji kes û eqerabyê xwe re baş be. Sila rihmê yek ji fermana Xweda ye û divê kesê bi Xweda û Muhemed Pêxember bawer bin, êrka sila rihmê bi cîh bîne.

Êdî ji vê pîvana Pêxember qençtir, delaltir û xweşiktir pîvan heye?

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest