DBP li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê derket!

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihand ku ew li dijî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ne ya 25ê îlonê ne.

Meclîsa DBPê ya Amedê roja şemiya 9ê îlona 2017an civînek pêk anîbû û îro beyannemaya encama wê civînê eşkere kir.

Di beyannemaya encama civînê de wiha hatiye gotin: “Giştpirsiya 25ê îlonê ya Başûrê Kurdistanê pêk bê, em wekî hewldanekê ku  bi dewletokeke netewe daxwaza azadî û statûya kurdan bifetisîne dibînin.

Pirsgirêka kurd a bi sed salan e li Rojhilata Navîn berdeam dike bi rêbaza netew dewletê çareser nabe ku dema wê boriye, lê li ser hîmê îradeya hevpar a gelan bi rêbazên  çareseriya paradigmaya netewa demokratîk  dikare were çareserkirin.”

Herwiha DBPê amaje bi wê yekê dike ku “kurd têne dikarin bi komkirina kongreya netewî” xwe ji krîzên Rojhilata Navîn rizgar bikin.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest