Çima Emerîka destegê nade Referandûmê?

Serhed Name: Emerîka yek ji wan welatên zilhêz yê ku di Rojhilata Navîn da, xwedî gotin e û bandora wî bi her awayî li ser dewletên heremê heye. Hima bigire di warê sîyasî da, bê Emerîka di Rojhilata Navîn da kevir ji çiyê xwe naleqe.

Pêşveçûyînên li heremê li gora konjuktura siyasî ya Navnetewî û bi tayîbet li gora helwesta Emerîka pêşve diçe.

Her çiqasî ne bi tevayî be jî, başûrê Kurdistanê yek ji wan heremên, ku bi alîkarî û piştgiriya Emerîka rola xwe dilîze. Lê di van demên dawî da, em dibihîzin ku Emerîka bi eşkera dijatiya Referandûma herêma Kurdistanê dike.

Bivê nevê ev helwesta Emerîka, destê dewletên heremê xurtir dike û ji vê dijatiya Emerîka şêrgîn dibin û pir bi xurtî êrişên kurdan dikin.

Serokê herêma Kurdistanê  li hemberê hemû van zext û dijbertiya hêzên Navnetewî, li ber xwe dide û dibêje; eger berdêlek ji Referandûmê ra neyê dayîn, dê di 25ê Îlonê da, biçin ser sandoqê.

Hema bigire çevê hemû dewletên heremê û hêzên siyasî li helwesta Emerîka ye.

Em ya bi dizî nizanin, lê li gora ku di medyayê da, derdikve, Emerîka li dije, ku milletê Kurd ji bona serxwebûnê Referandûmê pêk bînin.

JI BO DU SEDEMAN EMERÎKA PIŞTGIRIYA REFERANDÛMÊ NAKE

YEK: Ji van bûyerên ku li Suriyê qewimiye tê zanîn, ku sîyaseta Başûrê Kurdistanê ya bi serokatiya M. Berzanî ne li gora berjewendiyên Emerîka yên sîyasî û abori ye.

Loma Emerîka niha bi hemû hêza xwe destegê dide PKK/YPGê.

Lewra gava sîyaseta Berzanî bi ser bikeve, wê pêşî li pêşveçûyîna pîlan û projeyên Emerîka ya ku dixwaze bi destê PKK/YPGê li Suriyê û Îraqê pêk bîne digire.

JI ber wê yekê ye; ku Emerîka ji bona ku daxwazên xwe bi destê PKK/YPGê bicîh bîne, li dijî Referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikeve.

Dudu: PKK/YPG partiyeke bi temamî laîk û sekuler e. Bi her awayî ji dîn û miqedesatên dîn dûr e û bi hemû hêza xwe li dijî dîn û mislimanên ku siyaseta wî qebûl nake şer dike.

Yek ji sedemê ku îroj Emerîka û welatên xerbê piştgiriya PKK/YPGê dike ew e; ku hem ji dîn dûr e û hem jî bi dîn û dîndara ra şer dike. PKK/YPG bi tu awayî rê nade hêzeka demokrat, cemaeteke muhafezekar û partiyeke dîndar ku ne dibin bandora wî da sîyasetê bike.

Çikû PKK dixwaze bi şerê li dijî Îslam û mislimanan xwe bi dewletên xerbê û Emerîka bide qebûl kirin û ji lîsta terorê bê derxistin.

DAIŞ Îslamê û mislimanan temsîl nake, lê ne DAIŞ kîjan hêzeka sîyasî ya dînî be û qet çek û sîlehan bikar neyne jî, ji bona welatê xerbê PKKê qebul bike, bê sebeb jî şerê wan dike.

Sedemekî din jî ew e; ku PKK/YPG pir bi rehetî dikra bi hezaran xortê kurd ji bona fantaziyên xwe yên îdeolojîk û berjewendiyên Emerîka û welatên xerbê bide kuştin.

Lewra PKK/YPG hêza xwe ji îrada millet nagire û tu kesekî nikare hesab ji PKK/YPGê bipirse.

Dema exlaqeke Rehmanî di sîyaseta meriva da tune be, hemû kiras li bejna meriva tê û dikare bikeve hemû rengan. Yê ku îroj li dunyayê hukum dike, ev siyaseta bê exlaq e. Loma îroj dunya kirine gola xwînê.

Gava pîvana siyaseta welatek ne heq û heqîqet nebe, çi Emerîka çi jî welatek din ku xelkên wan misliman in wek dewletên Rojhilata Navîn, ji bona berjewendiyên xwe yên sîyasî û netewî dikare bi hêza herî dijberê xwe ra kar bike.

Li ser qisê, qanûna Erebistan a Siûdî xwedêgiravî şerî´et e, lê dostê herî sadiq yê Emerîka ye. Emerîka di salên 80-90î yên sed sala borî da, li Afxanîstanê bi El-Qaîdeyê re xebitî û niha jî bi PKK a ku komînîst e û xwedêgiravî dibêjin; em ji sedî sed li dijî Emerîkan e, mil bi mil bi hev ra kar dikin.

Şerefdîn Gimgimî 2017-09-21

 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest