Şerefdîn Gimgimî: Referandûm û êrişên Tirkiyê û Îranê

Serhed Name: Digel hemû zext û zora dewletên Navnetewî û gef û êrişên dewletên heremê, desthilatdariya herêma Kurdistanê ji bona serxwebûnê Referandûm pêk anîn.

Pêr piştî nîvroyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî derket pêşberî medya cîhanê û carekî din bi zimanekî nerm û şêweyekî herî maqûl behsa sedemên ku ew mecbûr kirine ku biçin Referandûmê kir.

Digel hemû gaf û êrişên Îraq, Îran û Tirkiyê, Berzanî pir bi zelalî destê biratî û aştiyê dirêjê hemû netewey û dewletên heremê kir ku ev Referandûm ne dizerara dewletên heremê da ye.

Berzanî ev sed salên em destê biratiyê dirêjê wan dikin, lê ew koletiyê layîqê me dibînin. Me xwest em bibin du şirîkên baş, lê desthilatdarên Îraqê şirîkatiya me qebûl nekir. Wê demê em dikarin bibin du cîranên baş.

Lê digel vê yekê jî, dewleta Îraqê, Îran û Tirkiye gefên xwe li ser milletê kurd kêm nekirin tam vacûyê wê her çûn pir bi tundî gef li kurdan dixwin û  ambargoya aborî danîn ser herêma Kurdistanê.

Dewleta Îranê da diyarkirin ku wan li ser daxwaza dewleta Îraqê, temamên rêyên bejayî û yê esmanî li herema Kurdistanê girtine.

Her wiha serokkomarê Tirk Recep Tayyib Erdigan jî da diyar kirin ku wê deriyê Îbrahîm Xelîl bigirin û xeta petrolê jî bibirin.

Ji van gavên Îran, Îraq û Tirkiyê tê zanîn, ku hersî dewletan berê li  hev kirine ku wê çewa milletê Kurd ceza bikin.

Gava em tenê rola Îran û Tirkiyê di şerê li Suriyê da bibîra xwe bînîn, wê baş derkeve meydanê ku Îran û Tirkiye  dixwazin bi destê hêza terorîst a Haşdi Ş´ebî çi bîne serê milletê Kurd.

Turkiyê di her firsetê da, digot Heşdê Ş´ebî pitstîrîn rêxistina hov a terorîst e. Lê niha gava hikumeta Îraqê Heşdê Ş´ebî dişîne ser herêma Kurdistanê, medya AK Partiyê her wekî behsa ordiya Hz. Husyin a li Kerbelayê bike, pir bi kêf û xweşî behsa Heşdê Şebî dikin.

Kurda axa kesî dagir nekiriye, tecawêzê  namûsa kesî nekiriye, mîlliyet û zimanê kesî înkar û qedexe nekiriye. Tenê ji milletê xwe dipirse ku hûn serxwebûnê dixwazin an na.

Lê ev pirs bi tenê li ba dewleta Tirk, Îraq û Îranê bûye sedemê şer.

Wusa tê xwiya kirin ku dewleta Tirk û Îranê dixwazin di bin navê Îraqê da, Heşdê Ş´ebî û bi tevê Hîzbullaha Lubnanê bişîne ser Kurdistanê.

Eger dewleta Tirk, Îran û Îraq di van pîlanên xwe da bi ser bikevin, êdî pêwîst nake ku em behsa wehşeta ku wê li Kurdistanê li milletê Kurd were kirin bikin.

Emerîka weka hercar bêdeng e û lê temaşe dike; ku wê dewletên heremê çewa miamilê bi kurdan ra bikin. Lê gora pêşdaçûyînên li heremê û konjuktura siyasî ya di berjewendiyê wî da, li meselê dinêre û bi wê awayê pozîsyona xwe kifş dike.

Baweriya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî zêde bi gotin û peyamên Emerîka nayê. Lewra Emerîka çend caran bi Mele Mustefa Berzanî û Mesûd Berzanî ra xiyanet kiriye û li dijî wan biryar sitandiye.

Bi ya min Emerêka li bendê ye, ku Tirkiya û Îran bi destê Heşdê Ş´ebî êrişên Kurdistanê bike û dixwaze Berzanî zerark mezin bibîne. Piştê ku şer li heremê germ bû û zerark mezin gihîşt milletê kurd, hê wê Emerîka li gora berjewendiyên xwe dengê xwe derxîne.

Piştî Heşdê Şebî û Hizbullaha Lubnanê bi piştgiriy Îran û Tirkiyê êrişê Kurdistanê kirin û hovîtiyeka mezin anî serê milletê kurd, wê Emerîka Heşdê Ş´ebî û Hizbullahê hêzên terorist îlan bike û bixweze bi destê PKK/YPGê Heşdê Ş´ebî ji herema Kurdistanê derxe û di ciyê Berzanî da, PKK/YPGê bicîh bike.

Lewra Emerîka di vê demê da, PKK/YPGê hêza xwe çekdar a heremê hesab dike û çek û sîlehên herî giran û nûjen dide wan. Îro çek û sîlehên di destê PKK/YPGê da heye di destê Pêşmerga da tune. Her wiha nêzê 70-80ê hezar girîlayên PKK/YPGê heye.

Bi îzn û qeweta Xwedê van tiştên ku min nivîsandine çênabe û milletê kurd carekî din bi êrişên hovane ra rû bi rû namîne.

Şerefdîn Gimgimî 2017-9-26

 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest