Divê Kurd ji pêvacoya Referandûmê çi ders û şîretan bistînin?

Serhed Name: Car heye bûyerên ku di jiyanê da diqewimin di demkî herî kurt da, bi qasî jiyana 15-20 salan ders û şîretên pir baldar û watedar dide meriva.

Bi ya min di pirên mijarên jiyanê da, eger pispor û ronakbîran bi hezaran semîner çêkira, kesên akademîkvan analîzên siyasî û zanistî bikira û bi sedan cildên kitêban bihatana nivîsandin, biqasî van sê mehên dawî wê nikarîba ewqasa vekirî dost û neyarên me bi me bida naskirin û milletê kurd bida hişyarkirin.

Pêvacoya Referandûmê pir bi zelalî rûyê reş û sipî derxist meydanê. Dek û dolabên kesê qelp û dilreş derket rastê û bi me da zanîn ku dema behsa mafê milletê kurd tê kirin, dîn, îman û wîjdan ji firû´atan jî nîne, belkî 20 pêle baş va dimîne.

Sê mehên dawî bi tayîbet ji 1 Îlonê heya roja îro, rastiya AK Partî û kesên bi navê muhafezekariyê dîn û diyanetê ji bona berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bikartînin, weke rojê da xwiyakirin ku çiqas di mejara kurdan da ji dil in.

Bûyerên ku di van demên dawî da qewimîne, bi her kesî da zanîn ku ji destpêka damezirandina komara tirk heye roja îro tu tiştekî ji siyaseta dewleta Tirk ya derbarê tunekirina milletê kurd da nehatiye guhertin.

Her çiqas hikumet werin guhertin jî, her ew siyaseta li ser înkarkirina mafê milletê kurd berdewam e.

Her tim siyasetmedar û partiyên ku xwestine li Tirkiyê bibin deshilatdar, milletê Kurd wek kewara rayê dîtine û bi qasî ku bikaribin rayên kurdan bistînin xwe nêzê kurdan kirine.

TÛRÊ AK PARTÎYÊ VALA YE

Referandûma Başûrê Kurdistanê rû yê AK Partiyê bi her kesî da zanîn ku di tûrê AK Partiyê da tiştekî nemaye. Dema di sala 2002an da AKP hat îxtidarê, bi duruşmên ku her kesî eleqeder dikir derket qada siyasî.

Wê demê digot: Em wesayeta eskeriyê radikin, em rêya çêdikin, em balafirxanan çêdikin, em pirsa kurd çareser dikin û hwk… Millet jî li van pirojeyên AKPê xwedî derdiketin û destega herî mezin didan AKPê.

Lê niha êdî ew duruşmên li jor, li ba millet derbaz nabin. Tenê di destê AKPê da maye ku vegere siyaseta dewleta kûr ya destpêka avakirina komara Tirk.

Loma hê ji MHPê zêdetir êrişî milletê kurd dike, kêm dibîne, pê qeşmeriyên xwe dikin, tune hesab dikin û ji siyasetmedaran bigire heye medya wan bi her awayî heqaret û tinazên xwe bi serok, serwer û milletê kurd dikin.

Divê milletê Kurd çi bikin?

Divê milletê kurd di her warî da, dem û dezgehên xwe yên netewî ava bikin. Kî li ser çi fikirî û ramanî dibe bila bibe, divê ji van dem û dezgehên tirkan biqetin, bi serê xwe û bi mejûyekî kurdewarî xwe bi rêxistin bikin.

Bi tayîbet kurdên dîndar, divê bi navê dîn û îmanê neyên xapandin û ji dûvika van rêxistinên muhafezekarên ku ji rastiya Îslamê dûr in biqetin. Gava rastî jî hûn dîndar in, rêxistinên xwe ava bikin û ji xelkê ra rastiya dîn bibêjin û li gora wê tev bigerin.

Lewra gava milletê kurd di nava van civatên dînî û rêxistinên siyasî yên tirkparêz da xwe înkar bikin an jî li tu hêjayên xwe xwedî dernekevin, dikin bisitirin. Degel vê yekê jî dîsa tim di sinfa duyemîn da ne. Dema li xwe xwedî derkevin, diçîh da ji wan sazî û rêxistinan tên bi dûrxistin.

Di warê medya û ragihandinê da serbixwe bin. Televîzyon, rojname, kovar û malperên wan hebin û bi xwe xwe îdare bikin. Di vê pêvacoya Referandûmê da, me dît ku ji bilî du sê televîzyonan, yên din ronakbîr û siyasetmedarên kurd dernedixisitin ser şaşeyên televîzyonan.

Rê nedidan ku kesê xwediyê eqlê selîm û fikra selîm behsa neheqiya li milletê kurd tê kirin bikin; ku tirk xwediyê çi mafiye her ew mafa ji kurdan ra jî rewaye.

Di êrişên wiha bêperwa da, rêxistinên siyasî û saziyên sivîl keribin pertekên meşr´û nîşan bidin û bidin xwiyakirin, ku di her warî da li ser civatê bandora wan ya siyasî heye.

 

Şerefdîn Gimgimî 2017- 10-05 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest